3 DAIŞ’î li bejahiyên bakurê Helebê hatin kuştin

Di encama hedefgirtina firokeyeke bêpîlot a nenas li bejahiyên bakurê Helebê de yên ku ji hêla Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) diyar kir ku di encama hedefgirtina firokeyeke bêpîlot a nenas de ya erebeyekê li bakurê bajarê Ihtîmalat ê bakurê Helebê, 3 hatin kuştin.

Li gorî SOHR’ê tê texmînkirin ku kuştî, ji serçeteyên DAIŞ’ê ne û firokeya ku erebe hedef girtî yê Koalîsyona Navdewletî ye.

(fr)


Mijarên Din