2`yemîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê destpê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizîrê 2`yemîn Konferansa xwe bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye teqez em ê bi serkevin” li navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê li dar xist.

Ji bo mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên navneteweyî û herêmî yên li dijî herêmê, ji bo ku ciwan rola xwe li ser qada Sûriyê bêtir bilîzin, ji bo derbaskirina astengî û xeteriyên ku rastî wan tê, îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê konferasna xwe ya duyemîn li dar xist.

650 delegeyên ji pêkhateyên herêma Cizîrê, mîvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl, Hêzên Asayîşê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tev li konferasnê bûn.

Hola konferansê bi wêneyên şehîdên tevgerê, pankartên bi nivîsên “Bi giyana ciwanên şoreşger ên têkoşer em ê xiyanetê û dagirkeriyê tune bikin û asta têkoşînê mezin bikin” û “Em ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tune bikin û bi serkevin” hate xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Gerzan Mihemed axivî û li darketina konferansê pîroz kir û got: “Em di pêvajoyeke dîrokî û hesas re derbas dibin. Herêmê rastî êrişên artêşa Tirk tê. Ji tevgerê tê xwestin ku asta têkoşîn û berxwedanê mezin bike û li ser astên fikrî û ideolojî xwe bi rêxistin bike.”

Tê payîn ku di konferansê de sînefîzyonek girêdayî perspektîvên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî rola ciwanan di civakan de bi taybet di şoreşan de, rêbazên birêxistinkirina wan were pêşendan. Dê piştre rapora salane ya tevgerê were xwendin. Her wiha dê sînefîzyoneke din girêdayî çalakiyên ciwanan ên salakê, pêngava "Teqez em bi serkevin" berxwedan û têkoşîna ciwanan li tevahiya axa Kurdistanê nexasim li Heftenînê, were pêşendand.

Di dawiya konferansê de jî wê meclisek ji Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cirîzê re were avakirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din