26 kesên din li Sûriyê bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro 26 haletên vîrusa Koronayê tomar kirin û bi vê yekê hejmara giştî gihaşt 522 kesan, ji wan 154 kes baş bûn û 29 kes jî mirin.

Ajansa SANA ya fermî ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 26 kesên din bi vîrusê ketine, 10 kes ji wan baş bûne û 4 jî mirin.

Bi vî awayî heta niha hejmara kesên bi vîrusê ketine 522 kes bûn, ji wan 154 kes baş bûne û 29 kes jî mirine.

(eh)


Mijarên Din