237 hezar şagirtên gundewarên Dêrazorê li dibistanên xwe vegerîn

595 dibistanên Dêrazorê deriyên xwe li pêş 237 hezar şagirtan vekir. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa Koronayê tedbîrên xweparastinê yên pêwîst girtin.

Di ser rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê 3 sal derbas bûn û di 22`ê Cotmeha 2017`an de Meclisa Sivîl a Dêrazorê û di nav de Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, hat damizrandin. Komîteyê armanc kir ku rewşa perwerdeyê li herêmê pêş bixe û dibistanên ku di dema serweriya çeteyan de bûbûn nuqteyên leşkerî û cihên perwerdekirina çeteyan, ji nû ve restore bike.

Çeteyên DAIŞ`ê 94 dibistan bi temamî rûxandin, her wiha zirar gihand 493 dibistanan ku ji bo pêşwazîkirina xwendekaran ne amade bûn. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê gelek xebat pêk anîn û heta niha 595 dibistanên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji bo pêşwazîkirina şagirtan û birêvebirina çalakiya perwerdeyê, amade kir.

XEBATÊN KOMÎTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji dema damizrandina wê ve, dest bi rêxistinkirina çalakiya perwerdeyê li gundewarên Dêrazorê yên rizgarkirî kir, ku ji gundê El-Cezra li rojhilat û heta bajarokê Baxozê yê rojava ye. Komîteyê destpêkê rewşa dibistanan şopand û serjimariya şagirtan çêkir.

Komîteyê her wiha navendên perwerdeyê li Cezrat, Kesra, Besîra, Sor, Firat, Xeranîc, Behra, Hecîn û Sûsê vekir. Li van herêman 237 hezar şagirt hene ku li ser 595 dibistanên li herêmên navborî belav dibin. Hemû pêdiviyên dibistanan wekî rûnişdank, alavên germkirinê û hwd peyda kir.

Demeke berê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi rêya dewreyên perwerdeyê 7 hezar û 404 mamoste û 232 mamosteyên bi karên rêveberiyê pispor, amade kiribûn.

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Kemal El-Mûsa bal kişand ser salên berê ku şagirt tê de dûrî xwendinê ketine. El-Mûsa tekez kir ku di wan salan de nezanî û fikrên radîkal ên çeteyên DAIŞ`ê, hat belavkirin.

Her wiha piştrast kir ku ji destpêka damizrandina komîteyê ve, bi hemû hêza xwe û kadroyê xwe yê perwerdeyê hewl da salên xwendinê serkeftî derbas bibin û bi rêbazên perwerdeyê yên herî pêşketî şagirtan fêr bikin.

TEDBÎRÊN KU KOMÎTEYÊ JI BO VÎRUSA KORONAYÊ GIRTINE

El-Mûsa tekez kir ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li tenduristiya şagirtan baldar e û ji bo pêşîgirtina vîrusa Koronayê hemû tedbîrên xweparastinê yên pêwîst girt. Her wiha pîvanên dûrbûna civakî pêk anî û ji bo pêşîgirtina qerebalixê sîstema focan pêk anî. Ji mamosteyan jî tê xwestin ku ketin û derketina şagirtan ji dibistanê bi rêxistin bikin û rê nedin qerebalixa li qada dibistanê.

El-Mûsa daxuyand ku komîteyê li her dibistanekê kesek diyar kir, erka wî ew e ku heke nîşaneyên vîrusê li şagirtên dibistanê xuya kirin yekser agahiyê bide komîteya Perwerde û Fêrkirinê û Komîteya Tenduristiyê. El-Mûsa wiha domand: "Dê mamoste şagirtan li ser çawaniya xweparastina ji vîrusa Koronayê, hişyar bikin."

El-Mûsa bang li malbatên şagirtan kir ku zarokên xwe li malê hişyar bikin û li cihên lîstina wan û paqijiya wan baldar bin.

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê piştrast kir ku hîna koçberên gundên Salihiyê, Huseyniyê, Merat, Xeşam, Tabiyê û Mazlûm ên gundewarên bakurê Dêrazorê û yên di bin serweriya rejîma Sûriyê de, di 15 dibistanan de bi cih dibin.

Her wiha diyar kir ku dê di demên pêş de li dibistanan zêdetirî hezar odeyên perwerdeyê bên amadekirin, 4 hezar tebreşk û 25 hezar rûnişdank bên peydakirin.

Meclisa leşkerî ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê demeke berê dibistanên ku di hemleya rizgarkirina gundewarên rojhilat û rojava ji çeteyên DAIŞ`ê tê de bi cih dibûn, vala kiribû û radestî civaka perwerdeyê ya herêmê kiribû. Ev yek di çarçoveya pêkanîna birayar QSD`ê ya têkildarî siyaseta parastina dibistan, cihên perwerdeyê û zarokan, pêk hat.

(cx)

ANHA


Mijarên Din