2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê şehîd Dilşêr Efrîn û şehîd Êriş Efrîn oxir kirin.

Bi sedan şêniyên kantona Efrînê û Şehbayê berê xwe da Nexweşxaneya Avrîn da ku beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Dilgeş Rîhawî (Dilşêr Efrîn) û şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Selah Qasim (Êriş Efrîn) ku de qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, bibin.

Karwanê erebeyan ji Nexweşxaneya Avrîn di nava dirûşmên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re, bi rê ket û berê xwe da goristana şehîdên Berxwedana Rûmetê ya li navçeya Ehresê.

Li goristanê merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko û bi navê Meclisa Kantona Efrînê jî Mihemed Ebdo axivîn. Axaftvanan sersaxî da malbatên her du şehîdan û tekez kir ku ji bo rizgarkirin Efrînê û vegera şêniyan ji warê xwe re, asta têkoşînê li dijî dagirkeran bilind bibe.

Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina dîroka şêniyên herêmê, hemî cihên dîrokî li Efrînê ku dîroka û çanda şêniyên resen ên herêmê vedibêjin, dirûxîne.

Axaftvanan her wiha soza berxwedanê û şopandina rêya şehîdan ta qewitandina dagirkeran ji erdên ku dagir kirine, nû kirin. Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştre cenazeyên şehîdan di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din