2 partiyên Suryan: Armanca Tirkiyê Rojhilata Navîn  ji xiristiyanan vala bike

2 partiyên Suryan diyar kir ku êrişa dewleta Tirk xeteriyeke mezin li ser suryaniyan e, plankirî û metodkirî ye ku bi zorê xiristiyanên li Rojhilatê Navîn û Sûriyê derxin û guhartina demografî li bajarên wan pêk bînin. Partiyan û bang li civaka navdewletî kir ku pêwîste artêşa dewleta Tirk a dagirker ji tevahî herêmên Sûriyê vekişe û lêpirsînê der barê sûcên ku li Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatine de vekin.

Îro, Partiya Yekitiya Suryan û Yekitiya Jinên Suryan kongreyeke çapemeniyê li navenda partiyê ya li bajarê Qamişlo der barê êrirşa Tirkiyê ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, organîze kir. Di kongreyê de daxuyanî ji aliyê hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm û hevseroka Yekitiya Jinan a Suryan Sîham Qeryo ve hat xwendin.

Di daxuyaniya Partiya Yekitiya Suryan de hate gotin: " Em Partiya Yekitiya Suryan, bang li civaka navdewletî û NY’yê dikin ku pêwîstî bi vekişîna artêşa Tirkiyê ji tevahî herêmên Sûriyê heye û lêpirsînê der barê sûcên dawîn ên li Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatiye ku sûcên şer û sûcên dermirovî ne de, bê kirin, rejîma dewleta Tirkiyê wekî berpirsiyarê yekem e bê lêpirsînkirin.  Careke din piştrast dikin ku,  tekane çareya ku tevahî şer û azarên bi mafên gelê Sûriyê de pêk tên rawestin, çareseriya siyasî û formekirina destûra nû ya Sûriyê ku bibe garantiya tevahî maf û azadiyan. Ji mafên wê jî mafên gelên Suryan û Asûrî jî divê pêk bên. Tu paşguhkirin an jî dûrxistina ku zirarê dide me ku mîna qirkirneke nû ye, qebûl nakin. Em jî ji aliyê xwe ve hê jî piştevaniya çareya siyasî ya bi rêya NY ’yê dikin. Lê belê amadekirina komîteya destûrê ya ku pêk hatiye û dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û tu çareyên daîm ligel dûrxistina bêbihane, pêk nayên.

Tiştên ku di salên borî de ji gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi nûnertiya projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk hatiye bidestxistin, bi saya qurbaniyên keç û xortên vî gelî ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Ermen, Êzîdî û Çeçen in. Ji lew re çi çareseriyeke ji pêşeroja Sûriyê re, divê di vê bingehê de pêk bê û di vê cewherê ku bê sepandin de, itîraf bi hev dibe, jiyana hevbeş di nava tevahî pêkhateyên Sûriyê de, geş dibe. Her wiha jî bi mafên xwe yên rewa biryardar in. Em jî ji aliyê xwe ve li pêş berpirsiyarên mezin in. Ji gelê xwe re piştrast dikin ku di têkoşîna xwe de bi israr in da ku maf, aştî û aramî li tevahî herêmên me û welatê Sûriyê pêk bê. Divê gel jî di van rewşên dijwar û dîrokî de berpirsiyar bin û yekitiya xwe ya li hember man û nemanê ava bikin û jiyaneke rûmet ji nifşên pêş re bi rêya garantiya tevahî mafên wan dabîn bikin.

Li dawiyê jî tevahî kesên di berxwedan û sekinandina li hember dijminatiya Tirkiyê sekiniye, spas dikin. Her wiha tevahî gelên cîhanê, hikumet, sazî û helwestên wan ên bibandor der barê rawestandina dijminatiyê û komkujiyên bi mafên gelên herêmê de jî spas dikin.

Daxuyaniya Yekitiya Jinên Suryan wiha ye:

Di 8 salên borî yên di ser Sûriyê re derbas bûne, rûdanên dramatîkî ji wêran, kuştin, penabertî û koçberkirina bizorê bûn. Ew jî piştî aloziya Sûriyê vegerî şerê çekdarî ya di navbera gelê Sûriyê de da ku ajandayên derve pêk bên. Bi wê re jî komkujî pêk hatin û jinên Sûriyê temenekî pir biha ji xwîna keç û xortên xwe da û li hember jî rola jinên Sûriyê ya girîng di xebat, çalakiya sivîl û saziyan de hebû.

Wek Yekitiya Jinên Suryan dibînin ku xeteriyeke mezin li dijî gelê me heye, ev jî plankirî û metodkirî ye, armanca wê neçarî koçberiyê bibin, bi taybet jî şêniyê xiristiyanî ji Rojhilata Navîn bi giştî û ji Sûriyê bi taybet bên vala kirin, da ku li herêm û bajarên me guhratina demografiyê pêk bînin. Ew jî li gor guncawbûna îdolojiyên wan û jinûvevejandina terorê piştî têkbirina wê ye. Bi wê re jî dê ne tenê li ser Sûriyê, lê li ser tevahî cîhanê encamên karaset pêk bîne.

Di dawiyê de em bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê, NY’yê, YE’yê û mafên mirovan dikin ku makîneya şer a hov ku gelê Sûriyê dide ber xwe û rojane êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dike, rawestînin. Ji ber ku sûcên dermirovî ku tevahî mafên mirovahiyê, mîsaqên navdewletê bin pê dike û li hember bêdengiya navdewltî, pêk tîne.

Em banga çareya aştî, vegera penaber û koçberên Sûriyê ya welat û malên wan dikin. Ji ber ku em bi çareya siyasî û diyaloga sûrî-sûrî  re ne û daxwaza me ya bingehîn, yekitiya gel û xaka Sûriyê ye û divê bi komîteyên xwe beşdarî nivisnadina destûra Sûriyê bibin û divê bi destê sûriyan, rihê jinan ê hezvanê aştiy, ewlehî û aramiyê ye, pêk bê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din