2 partiyên Brîtanyayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Parlamenterê Brîtanî yê Partiya Kerkeran Lioyd Russell Mouille di civîneke çapemeniyê li Sûriyê de got hewl didin desteka sîstema demokratîk bikin ku li ser konfederalîzma demokratîk hatiye avakirin û niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, her wiha desteka têkbirina hişmendiya DAIŞ`ê bikin.

Duh bi şev şandeyeke Brîtanî ji parlamenter, endamên Meclisa Lordan a Brîtanî, partiyên siyasî yên Brîtanyayê û nûnerên sendîkayên Brîtanî serdan kir.

Şande ji 13 kesan pêk hat; endamê parlamentoya Brîtanyayê yê Partiya Karkeran Lioyd Russell Mouille, endamê Parlamentoya Brîtanya yê Partiya Muhafezekar Adam Holloway, nûnerê Partiya Karkerên Brîtanî Lord Maurice Klasman, Simon Dobbins, Ben Norman, Claire Pekro, Ryan Falgier, Aaron Mert, Dan Spage, Bambus Karlamps, Crispin Planet, Ramadan Tong û Huber Ahmed Osman.

Şande li navenda Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo ji aliyê nûnerên partiyên siyasî yên Kurd û Ereb û kesayetên ji Rêvberiya Xweser wekî hevserokên Buroya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û Emel Dadê û cîgirê Hevserokatiya Buroya Têkiliyên Derve Fener El-Kiyêd, endamê Desteya Rêveber a Buroya Têkiliyên Derve Mizgîn Ehmed û hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan, sekreterê Partiya Yekitiya Lîberal a Kurdistan Ferhad Têlo, sekreterê Partiya Çepgir a Demokratîk Salih Gedo û sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) ve hatin pêşwazîkirin.

Her du aliyan civîneke demdirêj ku ji dezgehên çapemeniyê re girtî bû, li dar xist. Piştî civînê, hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê Emel Dadê û endamê Parlamentoya Brîtanyayê yê Partiya Karkeran Lioyd Russell Mouille civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîna çapemeniyê ji aliyê dezgehên çapemeniya herêmî û navneteweyî ve hate şopandin. Emel Dadê wiha got: "Gelek mijarên girêdayî herêmê hatin nîqaşkirin, jê zehmetiyên ku Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî di rizgarkirin û piştî rizgarkirina beramberî wê tên, her wiha nîqaş li ser zextên li ser Rêveberiya Xweser pêk tên û mijara koçber û penaberan.”

Emel wiha domand: "Me mijara malbatên çeteyên DAIŞ`ê û zerokên wan li herêmê û bandora wê bi awayekî kûr nîqaş kir, her wiha xetereyên çeteyên DAIŞ`ê yên di zindanên QSD`ê de şîrove kir û girîngiya dadgehkirina wan li herêma ku sûc pêk anîn, hate nîqaşkirin. Her wiha rastiya Rêveberiya Xweser û nûnertiya pêkhateyan di van rêveberiyan de û çawanî û girîngiya nûnertiya Rêveberiya Xweser di forma destûra nû ya Sûriyê de û binpêkirinên ku li kantona Efrînê pêk tên, nîqaş kirin."

Paşê civîna çapemeniyê bi axaftina endamê parlamentoya Brîtanyayê yê Partiya Karkeran Lioyd Russell Mouille dewam kir. Mouille wiha got: "Şandeya ku îro serdan kir, nûnerên 2 partiyên mezintirîn in li Brîtanyayê; Partiya Karkeran û Partiya Muhafezekaran. Her wiha pispor û nûner û lêkolînerên di hemû qadên cuda ne, nêrîna me der barê tiştê ku şêniyên herêmê ji bo parastina cîhanê pêk anîn yek e, her wiha lehengiya mezin ku di vê çarçoveyê de pêk hat."

Mouille wiha domand: "Der barê DAIŞ`iyên li gel hêzên herêmê girtî de, em ê vê nêrînê ji parlamentoya Brîtanyayê re bibêjin, em piştgirî û desteka avakirina dadgeha navneteweyî li herêmê dikin. Me wek Brîtanya dît ku çi qas nûneriya her du zayendan tê kirin, çi di desthilatdariyê de û çi di hêla leşkerî de. Em ê alîkariya Rêveberiya Xweser di aliyê hawîrdor û xizmetguzariyê de bikin û di vê çarçoveyê de gelek tişt heye, divê em ji Rêveberiya Xwerser fêr bibin, em wek şande, bernameyeke me ya serdanê li gelek saziyên herêmê heye, em ê hewl bidin desteka binesaziyê û têkbirina hişmendiya DAIŞ`ê bikin, her wiha alîkariya sîstema demokratîk ku li ser konfederalîzma demokratîk hatiye avakirin, bikin."

Tê payîn ku şande îro serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li navçeya Eyn Îsa bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din