2 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hate belavkirin

Saziya Sadcobê 2 milyon lîtreyên mazotê li şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê belav kirin.

Di gel vegera şêniyên li herêm û gundên Dêrazorê yên rizgarkirî, saziyên xizmetguzariyê pêdiviyên sereke ji şêniyên ku vedigerin re, pêşkêş dikin.

Saziya Sedcobê li herêma Dêrazorê mazot li şêniyan belav kir. Saziyê beşa duyemîn a mazotê li şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê belav kir.

Der barê karê belavkirinê de, xwediyê benzînxaneya Baxozê Nîdal Ednan Hesen wiha got: "Em bi hevkariya rêveberiya sotemeniyê ya Dêrazorê (Sadcob) li herêmên vê dawiyê hatine rizgarkirin, dixebitin û her wiha belavkirin li gorî girtekên malbatan pêk tê û her bermîlek bi 16 hezar lîreyên Sûriyê ye."

Ednan diyar kir ku dê di çend rojên pêş de mazot li hemû benzînxaneyên giştî û taybet ên li herêma Baxoz û herêmên din bê peydakirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din