2 konên malbatên çeteyan ên li kampa Holê şewitîn

Duh li kampa Holê şewat derket û di encamê de 2 kon şewitîn. Tê diyarkirin ji ber ku malbatên çeteyan sîstema li kampê pêk neaniye, ev yek pêk hat.

Duh li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê şewat çêbû, di encamê de 2 konên beşa ji bo malbatên çeteyên biyanî hatiye diyarkirin ket, tenê zirarên madî pêk hatin û nivîn, cil û amûrên malê şewitîn.

Nûçegihanê me yê navçeya Holê diyar kir ku agirê ku bi beşa malbatên çeteyên biyanî ket, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate vemirandin.

Her wiha endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê Siûd Ehmed da zanîn ku şewat ji ber pêkanîna gaza bepor a çêkirina xwarinê pêk hat û li gorî metbexê ku di nav kampê de hatine diyarkirin, nexebitin û lewre agir pê ketiye.

ANHA


Mijarên Din