2 jinên êzidî radestî Weqfa Jinên Êzidî hatin kirin

Mala Êzidiyan a bajarê Hesekê du jinên êzidî ku demek berê hatibûn rizgarkirin, radestî Weqfa Jinên Êzidî ya li Şengalê kir.

Mala Êzidiyan a bajarê Hesekê îro 2 jinên êzidî ku ji aliyê şervanên QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hatibûn rizgarkirin, radestî Weqfa Jinên Êzidî ya Şengalê kir.

Rena Ebas (20) li gundewarên Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin û Elmaz Sebrî (19) beriya niha bi demekê ji aliyê QSD`ê ve hatibû rizgarkirin û di kampa Holê de hat naskirin.

Ji rêveberên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Ziyda Şêx Evdal behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ziyad Şêx Evdal wiha axivî: "Rena Ebas li gundewarên Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin û Elmaz Sebrî ji jinên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve di pêngava dawîn a li dijî çeteyên DAIŞ`ê de hatibû rizgarkirin. Elmaz Sebrî di kampa Holê de bû û piştî ji aliyê rêveberiya kampê û hêzên Ewlekariya Hundrîn ve hat naskirin, ew radestî me kir."

Ziyad Şêx Evdal destnîşan kir ku her du jin ji beriya du mehan li Mala Êzidiyan in û wiha axivî: "Îro her du jin dê radestî Weqfa Jinên Şengalê werin kirin û dûre dê radestî malbatên wan werin kirin."

Tê zanîn ku QSD`ê bi dehan jin û zarokên ji Şengalê di pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin. Mala Êzidiyan jî wan radestî malbatên wan li Şengalê ya Başûrê Kurdistanê dike.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din