2 hezar û 300 malbatên Tirkmen li Efrînê hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker bi aramanca avakirina çembereke tirkmanî di navbera Efrîn û Tirkiyê de 2 hezar û 300 malbatên tirkmenî li ser sînor bi cih kirine.

Dewleta Tirk  a dagirker polîtîkeyên tirkkirina û asîmîlekirinê li Efrîn û herêmên din ên ku dagir kirine (Cerablus, Bab, Ezaz, Idlibê) didomîne da ku tevlî sînorê xwe bike mîna ku di sala 1939‘an de Lîwa Îskenderon ji Sûriyê qut kiribû.

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka ku Efrînê dagir kirine di 18‘ê Adara 2018‘an de demografyaya kantona diguherin, malbatên ji Xûtaya Şamê, Dêrazor, Humis, Hema û Idlibê li kantonê bi cih kirin.

Li gorî Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê artêşa Tirk a dagirker di 15‘ê Tebaxa îsal de dest bi bicihkirina malbatên Tirkmen li xeta sînor kirin da ku çembereke tirkmanî di navbera Efrîn û Tirkiyê de ava bike. Di heman demê de pêwîstiyên tirkmenên ku bi cih kirine ji xanî bi cih tîne û moceyên bilind didin wan dikin.

Dewleta Tirk heman rêbazên ji bo hundirên Efrînê jî bi kar tîne ku tirmenan teşwîq dikin da ku li Efrînê bi cih bînin. Li ser vê mijarê endama Koordînasyona Kongreya Strar a Efrînê Hediye Yûsif di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me ANHA’yê gotibû ku dewleta Tirk, tirkmenên ku qebûl nakin li Efrînê bi cih bibin bi "xayînan" bi nav dikin.

Artêşa dagirker a Tirk, malbatên Tirkmen ji Bab, Raî, Cerablus, Ezaz, Idlib, Hums, dewletên Asya, Tirkustan û Ozbekistanê tîne û li Efrînê bi cih dike.

Niha li gundên Kefer Cenê 300 malbatên, navçeya Şerayê 900 malbat, navçeya Bilbilê 800 malbat û navenda bajarê Efrînê zêdetirî 300 malbatên Tirkmen bi cih dibin.

Di vî warî de hevserokê Herêma Efrînê Bekir Elo got: "Siyaseta ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dimeşîne, ji me re ne biyanî ye. Ji ber ku ji salan ve mîna van siyasetan pêk tîne, armanca dagirkeriyê ji vê dawîkirina hebûna gelê kurd bi rêya asîmîlsiyona çandê ye."

Elo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk piştî niştecihên resen koçber kir demografiya herêmê diguhere û wiha domand: "Dagirkeriya Tirkiyê korîdoran ji çete, malbat û komên ku piştevaniya fikra tundraw dikin re li ser sînorê Efrînê ava dike. Her wiha hewl dide li seranserî sînorê Tirkiyê-Sûriyê jî korîdoran ava bike."

Hevserokê herêma Efrînê Bekir Elo di dawiya axaftina xwe de got, Tirkiyê ji malbatên Tirkmen re pêdiviyên hêsan weke dabînkirina malên şêniyên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne, pêk tîne. Her wiha jî wan re mûçeyên mezin diyar kirine.

(fr)

ANHA


Mijarên Din