1'emîn Mihrîcana Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê dest pê kir

Bi diruşmeya "Zarokatiyê bidim me, aştiyê bidin me" yekemîn Mihrîcana Aştiyê ya Zarokan dest pê kir.

Navenda Çand û Hunerê ya herêma Tebqayê bi diruşmeya "Zarokatiyê bidim me, aştiyê bidin me" yekemîn Mihrîcana Aştiyê ya Zarokan dest pê kir.

Di mihrîcana li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye lidarxistin de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk, Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê- Buroya Tebqa, Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a li Sûriyê- Şaxê Tebqayê, Rêveberiya Jinan, Meclisa Ciwana a Tebqayê û bi dehan zarok û malbatên wan amade bûn.

Mihrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Bêrîvan Dedûx bi xêrhatina beşdaran kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Mezlûm Umer mihrîcan pîroz kir û got: "Ev mihrîcan yek ji karên taybet ji bo zarokan e yên ku di salên dawî de ji ber şer û koçberiyê azar kişandine. Lidarxistina mîna van mihrîcanan dê meyl û behreyên zarokan bi pêş bixînin."

Her wiha hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Eyşe Receb diyar kir ku xebata hevpar û çalakiyên hunerî di navbera zarokan de dê têkiliyên pêkhateyan bihunin û çandan bi pêş bixîne, her wiha dê bihêle têkiliyên zarokan bi derdora xwe xurt bike.

Piştî axaftinan komên navenda çand û hunerê ya herêma Tebqayê; Koma Barîm El-Furat a stranan, koma hunerên gelerî, koma şano, koma kevneşopiya Kurdî, berhemên xwe pêşkêş kirin. Zaroka bi nave Ciwana Yûsif jî li berhemeke alava kemanê pêşkêş kir.

Ji Minbicê jî, koma şanoya pêlîstokan, koma kevneşopî ya çerkesî ya Komeleya Çerkesan, her wiha Koma Botan a Tirkmen a hunerên gelekî berhem pêşkêş kir.

Di dawiyê de Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê komên beşdarî mihîrcanê bibûn, xelat kirin.

Mihrîcan dê sê rojan dewam bike, sibe dê li bajarokê Mensûrayê were lidarxistin û du sibe li bajarokê Cirniyê bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din