190  cenaze ji goristana Telayi hatin derxistin

Tîma Destwerdanên Destpêkê cenazeyê 190 kesî ji goristana Mûasker a Telayi ya komî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li bajarê Reqayê hatibûn kuştin ji wan 3 jin, der xistin.

Tîma Destwerdanên Destpêkê li herêma Rqayê xebatên xwe yên vekirina gorên komî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine kirin û derxistina wan, didomîne. Heta niha tîma destwerdanê nêzî 4 hezar û 700 cenazeyên sivîlan û hinek cenazyên çeteyên DAIŞ`ê ku di wan goran de bûn, der xistine.

Goristana Mûasker a Telayi yek ji mezintirîn gorên ku cenazeyên sivîlên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di nav de jin têde hebûn, hatine veşartin.

Tîma Destwerdanên Destpêkê 190 cenze ji gora komî der xistiye.

Li gorî bijîşkên şerî ku hinke cenaze serê wan hatine jêkirin û cilên wan pirteqalîne, ji wan 3 jinên ku hatine recimandin.

Ji rêveberên Tîma Destwerdanên Destpêkê Yasir El-Xemîs got karê wan di goristana Mûasker ji 9`ê Hezîranê destpê kiriye û 190 cenaze jê derxistine.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Goristan Mûasker û Fexîxa ji mezintirîn gorên komî li bajarê Reqayê ne.

(bx)

ANHA 


Mijarên Din