19‘ê Tîrmehê… şoreşê rewşa herêmê guherand

Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, li Kobanê bi raperînên li dijî rejîma Sûriyê destpê kir û ev raperîn li hemû herêmên Rojava belav bû. Di wê demê de hêzên ji derve ji bo berjewendiyên xwe destwerdana Sûriyê kirin, lê gelê Rojava li hemberî hemû planên desthilatdaran xeta sêyem parastin û bi berxwedana xwe li cîhanê deng vedan.

Gelê Kobanê piştî xwepêşandanên mezin li hemberî rejîma Sûriyê ku bi hefteyan dewam kir, di 19‘ê Tîrmeha 2012‘an de rejîm ji herêmê derxist û alên wê li ser avahiyên saziyan rakirin.

Tekoşîn li Kobanê bi dawî nebû. Ew destpêk bû. Çirûska şoreşê ji wê derê destpêkir, li tevahî bajarên Rojava, bi taybet li Efrîn û navçeyên wê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û bajarên din ên Kurdan belav bû.

Gelê Rojava li hember leşkerên rejîma Sûriyê sekinîn û ew ji navendên ku li bajarên Kurdan çêkiribûn, derxistin. Di encama wê de li herêmên cuda şer derket. Zarokên herêmê şehîd bûn. Hêzên rejîma Sûriyê nekarîn liber xwe bidin. Bi berxwedana gel a mezin, ji herêmê hatin derxistin û gelê herêmê rizgarkiriya herêmên xwe ragihand.

Di wan deman de rewş li tevahî welêt ber bi gurbûnê ve diçû. Şoreş wekî ku çawa di destpêkê de hat pênasekirin, ji bajarê Deraa di Adara 2011`an dest pê kir, li bajarên hundirîn û bakurê Sûriyê belav bû. Her bajar li pey a din ji destê rejîma Sûriyê hatin derxistin.

Şoreşa li gorî xeta sêyemîn

Bi zanebûn û projeyên plansazkirî şoreşgerên Rojava neketin xefka aloziya Sûriyê. Nebûn aliyek ji şerê navxweyî di navbera opozîsyona rejîma Sûriyê, beşek ji çeteyan li dijî endamên rejîmê û alîgirên wê yên wek Îran û Rûsyayê.

Şoreşgeran ji xwe re "xeta sêyemîn" hilbijart û nehîştin ku şoreş di destê hin kesan de ji rastiya xwe derbikeve. Bi saya vê xetê gelê Rojava herêmên xwe ji şerekî dijwar ku dê aloziya li Sûriyê kûrtir bikira, parastin.

Dema ku şer li ser xaka Sûriyê gur dibû, gelê herêmê saziyên xwe yên siyasî, leşkerî, xizmetguzarî û civakî ava kirin da ku jiyana xwe li herêmê bi rêxistin bikin û guhertinan pêk bînin.

Bi bîranînên biêş yên berê avakirineke geş

Bi bîranînên biêş ku rastî belavbûn û binpêkirina nasname û mafên herî biçûk, bi hezaran şêniyên Rojava derketin û beşdarî karwanê şoreşê bûn. Bidawîbûna pêngaveke reş û destpêkirina pêngaveke din ku ew ê bi xwe detayên wê diyar bikin, ragihandin.

Rejîma Sûriyê ku serweriya wê partiya Baasê dikir, bi salan siyaseta herî qirêj li dijî gelê Rojava dabû meşandin. Derfet nedida ku gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive. Ew wek biyanî diyar dikirin. Nasnameyên welatîbûnê yên Sûriyê nema didan wan. Her wiha nasnameya Kurdan kiribûn Erebî. Siyaseta erebkirinê li herêmên Kurdan ferz dikir (Siyaseta yek al, yek partî û yek ziman).

Lê bi Şoreşa Rojava re bingeha qonaxeke nû hat avêtin û di nava çend mehên destpêkê de guherînê dest pê kir.

Kurd, Ereb û hwd. hemû pêkhate bi hevdû re herêmê bi rê ve birin. Beriya her tiştî siyasetên ku xizmeta herêmê dikin, bi kar tînin. Kurdan rêveberiya perwerdeyê kir da ku her pêkhate bi zimanê xwe di dibistanan de bixwîne. Ev bi xwe, berovajî demên berê bû ku tenê perwerde bi zimanê erebî dihat dîtin.

Şoreş rastî gefan hat, gel jî spart hêza xwe

Şoreşa Rojava û destkefiyên ku li ser erdê hatin bidestxistin, berovajî rewşa herêmên din ên Sûriyê bûn. Gelek hêzên herêmî ku ji pêşketinên di Sûriyê de bi pêşdiketin acizbûn. Ji bo vê jî hewldan ku her tiştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê bi destwerdana van hêzan alozî her çû kûrtir bû.

Wan hêzan bi rêya wekîlên xwe çav berda xaka Sûriyê. Yekemîn gefên li dijî şoreşa Bakurê Sûriyê ji aliyê komên ku navê “Ceyş Hur (Artêşa Azad)” û komên çete yên mîna Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam a niha) ve hatin.

Wan koman bi dijwarî êrîşî herêmên başûrê herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhiltê Sûriyê kir. Êrîşa herî dijwar li dijî bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Hesekê di sala 2013`an ji aliyê Cebhet El-Nusra ve bi destek û plansaziya Tirkiyê, destpêkir.

Paşê li Efrîn û Kobanê êrîşên bi heman awayî çêbûn. Lê berxwedana herî mezin li bajarê Serêkaniyê bû, ku rastî êrîşên mezin hat. Ev yek ji şervanên YPJ/YPG`ê re ezmûneke cidî bû û tê de bi ser ketin.

Ew êrîş hewldanên destpêkê bûn ku dixwestin şoreşa Rojava têk bibin û pûç bikin. Lê bi berxwedana gelê herêmê ew hewldan bi bin ketin.

Ji roja destpêkê heta dawiya sala 2014`an gelê herêma Rojava parastina destkefiyên ku di nava şoreşê de bi dest xistin, kirin. Êrîşên li ser herêmê jî rojekê jî nesekinîn.

Di nav êrîşan de Rêveberiya Xweser hate ragihandin

Kanûna 2014‘an bû qonaxeke dîrokî di Şoreşa Rojava û tevahî herêmê de. Di vê dîrokê de gelê Rojavayê Kurdistanê rêveberiyên xweser li 3 kantonan; Cizîr, Kobanê û Efrînê ragihandin. Her rêveberiyekê sazûmaniya xwe li gorî sîstemên rêveber ên cîhanê (rêveberî, qanûnsazî û dadgerî) hilbijart û saziyên xwe yên xizmetguzarî, çandî, ewlehî, perwerde, sivîl, rêveberî û civakî, vekirin.

Li Kobanê berxwedana dîrokî

Di navîna Îlona 2014‘an de çeteyên DAIŞ‘ê ji sê aliyan ve bi dijwarî êrîşî kantona Kobanê kirin. Çeteyên DAIŞ‘ê di wê demê de xwedî hêz bûn û rêjeyeke mezin çekên wan hebû. Lê li Kobanê di şerê kolanan de ku 134 rojan dom kir, li hemberî berxwedana dîrokî ya şervanên YPG û YPJ‘ê tar û mar bûn.

Heger ku di wê demê de Kobanê biketa, helbet dê Cizîr û Efrîn jî ketibana. Bi vê yekê şoreş dê bi bin ketiba. Lê bi ked û berxwedaniya şervanan Kobanê di 26‘ê Çileya 2015‘an ji çeteyan rizgar kir. Bi rizgarkirina Kobanê re, herêm derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi pêvajoya ku herêm ji çeteyan hate paqijkirin ve êdî şoreş ji pêvajoya parastinê derbasî pêvajoya rizgarkirinê bû.

Şerê li dijî DAIŞ‘ê hevsengî guherandin

Bi serkeftina bajarê Kobanê bû destpêka şerê li dijî DAIŞ‘ê.  Ev serkeftin bû pêngava yekem a berxwedana di nava 2014-2015‘an de li Sûriyê û Iraqê jî. Nexasim ku artêşa Sûriyê û Iraq nedikarî li hemberî  çeteyan bisekine.

Piştî ku hêzên YPJ û YPG’ê li Kobanê berxwedaniyeke dîrokî raber kirin, hêzên navdewletî jî neçar man piştevaniya wan bikin û bi vî şiklî çeteyên DAIŞ‘ê li gelek deverên Bakurê Sûriyê yên wekî Girê Spî, Minbic, Reqa û gundewarên Dêrazorê têk çûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di sala 2015‘an de hate avakirin ku di bin banê xwe de gelek hêzên leşkerî digire, di nav de YPG û YPJ‘ê erka temamkirina rizgarkirina herêmê girt ser xwe û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Bi serkeftinên van hêzan ên tunekirina DAIŞ‘ê, li herêmê hevsengî guherîn. Planên DAIŞ‘ê têk çûn, îradeya şoreşa Rojava bi ser ket û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.

Şoreşê modeleke îdeal a rêveberiyê afirand

Piştî têkbirina DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên herêmê sîstemeke rêveberiya xweser afirandin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 rêveberiyên xweser hene; Firat, Cizîr, Efrîn, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazor. Pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd, Suryan, Çerkes, Ermen, Asur di vê rêveberiya de cih digirin. Wekî tê zanîn yekemîn car e ku sîstemek bi vî rengî tê avakirin û bi awayekî demokratîk rêveberiya herêmê dike. Li gel vê rêveberiyê jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlehiya Hundirîn a di nav de hemû pêkhate cih digirin, herêmê diparêzin.

Di aliyê aborî de, saziyên Rêveberiya Xweser piştî 7 salên şoreşê û li gel ambargoya ji çar aliyan ve bi rêgeza xwetêrkirinê karî pêwîstiyên welatiyan bi cih bîne. Dîsa jî piştî têkbirina DAIŞ‘ê li herêmê ronesanseke aborî derket ku bi sedan pojeye hatin vekirin. Heta radeyekê gavên mezin di warê aborî de hatin avêtin.

Di qada perwerdeyê de, siyaseta perwerdeyê beriya şoreşê sînordar bû. Lê piştî şoreşê û bi vir ve êdî her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibîne.

Li dijî şoreşê gefên domdar

Bê guman aliyên dijberî sîstema demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekîtiya pêkhateyên wê, bi rê û rêbazên cur be cur gefan li herêmê dixwin. Heger bi awayekî rasterast be yan jî bi rêya wekîlan be, mînak; Tirkiye, DAIŞ û komên çete yên El-Qaîde.

Ji destpêka şoreşê û heta roja me ya îro aliyên herêmî û cîhanî bi rêya siyasetên dijberî dest ji hewldanên xwe yên têkbirina şoreşê û derbkirina destkeftiyên wê bernadin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker ku şoreşa Rojava û serkeftinên li Bakurê Sûriyê wek xetereyê ji bo xwe dibîne. Dîsan jî Îran, rejîma Sûriyê, Rûsya û hin dewletên din, ji pêşketinên li herêmê nerihetin. Lewre her carê dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser de derbixin.

Gelek kes modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek modeleke îdeal dibînin. Ji ber ku hemû pêkhate di prosesa rêveberiyê de cih digirin û mafê hemû pêkhate, ol, bawerî û etnîk tê de mîsoger e. Rêveberiyeke demokratîk ku mîna wê di herêmê de pêk nehatiye.

(bx/bb)

ANHA


Mijarên Din