18 Rêxistinên Hiqûqî nameyek li ser tawanên dewleta Tirk şandin NY

Saziya Maat ya Aştiyê, Geşedanê û Mafê Mirovan, li ser qirêjiya tawanên Erdogan li Sûriyê dike û xemgîniya Maat li ser tawên şer û encamên xirab li dijî mirovahiyê di nameyekê nîşan dan. Her wiha li ser helwestên Erdogan jî Saziya Maat nameyeke hevbeş tevî 18 ji kesayet û Rêxistinên Navnetewî şandin Neteweyên Yekbûrî û daxwaz kirin demildest li hemberî helwest bigrin û dawî li tiştê li Sûriyê rûdide,bihînin.

Rêxistinan di nameya xwe ya ku rojnameya El-Yom El-Saabi weşandiya de, tekez kirin ku ``êrîşên li ser Bakurû Rojhilatê Sûriyê cihê nerihetî û xemgîniyeke zêde ye. Wek vê êrîşê ne tenê bi yasayê navnetewî re nakok dibe lê belê ne ne qanûniye jî. Lê tiştê herî zêde nerihetî û xemgîniyê çêdike ewe tekez dê tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê zêde dike.

Rêxistinan dane xuyakirin ku ``helwestêm berdewam ên serokkomarê Tirkiyê Erdogan li hember gelê Kurd metirsiyê li ser pêkanîna jînozîdê li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê çêdikin. vê yekê di ber çavan re bigrin ku pêştir jî dewlta Tirk bi DAIŞ`ê re hevkar bû.``

Rêxistinan wiha domandin:``Êrîşên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê dê deriyê li pêşiya 70 hezar gitiyên DAIŞ`ê yên li ba Hêzên Sûriya Demokratîk veke û ew ê karibin azadiya xwe vegerînin û ji nû ve terora xwe destpê bikin. Hoşdarî jî didin ku hêzên dagirkeriya Tirk kiryarên komkujiyan û kuştina jinan û Jînosîdê pêk bînin. Ev yek jî dê ne tenê li dijî Kurd , lê belê li dijî pêkhateyên din ên netewî û olî yên resen ên herêmê û hin cihên din ên Cîhanê pêk bînin.``

Rêxistinan di nameya ji NY re balkişandin ser vê yekê ku`` vala derketina civaka navnetewî ya nehêştina vê êrîşa leşkerî ,nîşan dide ku ew di tawanên li ser xaka Sûriyê werin pêkanîn de hevkarin. Destnîşan dikin jî ku Kurd zêdeyî 10 hezar kes di şerê li dijî terora cîhanî de qurbanî dan. Bang li Neteweyên Yekbûyî dikin li hemberî êrîşa Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestekî giştî bire dest. Ev êrîş dê aloziya Sûriyê kûrtir bike û DAIŞ`ê vegerîn e.``

Saziya Maat ya Aştiyê û Geşedanê û Mafê Mirovahiyê, xwe dispêre çavkaniyên yasayî yên cor be cor, di serî de Destûrê Misirê û Ysayê Mirovahî ya Navnetewî û Hevpeymaniyên Navdewletî, ji wan Hevpeymaniya Cîhanî ya Mafê Mirovan û Mêsaqê Neteweyên Yekbûyî û Peymana Navnetewî ya Taybet a Mafê Sivîl û Siyasî û Peymana Navnetewî ya taybet a Mafê Aborî û Civakî.

(rr)

ANHA


Mijarên Din