15’ê Tebaxê; çalakiya ku domana dîrokê guherand- Elî DÎLOK

Nirxandin û pênasekirina Pêngava 15’ê Tebaxê gelekî girîng e ku em di salvegera wê ya 38’an de careke din pîroz dikin. Belkî jî heta niha hemû tiştên ku divê der barê vê serkeftinê de bên gotin, hatine gotin. Ji ber rola ku hem di warê dîroka Kurdistanê de û hem jî di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de lîstiye, yek ji tevgerên herî girîng e ku di diyarkirina hemû serdemên piştre de û bi pêvajoyên ku dane destpêkirin, bi bandor bûye. Heta vê pêngavê rêbaza tevgera azadiyê ya Kurdistanê ava kir û di pêvajoyekê de ku di hemû aliyan de nediyarî û bêhêvîtî hebû, şoreşgerên Kurdistanê berevajî wê meşiyan û şiyana xwe nîşan dan ku dikarin bizava xwe pêk bînin. Mînaka vê ya herî nêz jî ew e ku di atmosfereke wiha de ku DAIŞ li Rojhilata Navîn mîna kabûsekê terorê belav dibû û tu dewletekê nedikarî xwe hember wê bigire û her kes jê direviya, gerîlayên Kurd bêyî dudilî li dijî vê hêzê rawestîn, nîşanî hemû cîhanê da ku ev hêz dikare têk biçe û têk jî bir.

PÊNGAVA WÊREKIYA BERXWEDANÊ

Ji ber vê yekê, Pêngava 15'ê Tebaxê pêngava wêrekiya berxwedanê ye. Heybet, ezamet, îmkan û atmosfera psîkolojîk a hêzên dijberî xwe danî aliyekî, wek vîna wêrekiyê derket holê. Va ye ev îrade şert û merc çi dibin bila bibin, di çarçoveya sozên ku em didin gelê xwe de, bûye taybetmendiya herî mezin tevgera azadiyê ya Kurdistanê.

Di cih û dema rast de pozîsyona rast û pêkanîan pêngavan, di diyarkirina pêşeroja gel û rêxistinan de xwedî cihekî girîng e. Ramyarê awisturyayî Stefan Zweig vê wek "gava stêrka wî dibiriqe" bi nav dike. Kêliyekê jî dereng bimîne an jî zû bike, pê dide windakirin, lê di dema xwe de pêkanîna wê jî dîrokê diguherîne. Hemû parametre di wê demê de xuya dibin û dîtina wê kêliyê nîşaneya xwedî vîzyonbûnê ye. Ji bo wê kêliyê çi hewce be ku mirov bike, mirov xurttir dike; xurtbûn jî birêxistinbûn e û ya girîngtir jî ew e ku ji bo wê kêliyê wêrekî lazim e. Heke yek ji van nebe, heke ew kêlî bi ser nekeve, firsendên dîrokî jî tên hebakirin.

PÊNGAVA DI SERDEMA HERÎ XEDAR DE

Di serdemeke wiha de ku li Tirkiye û Kurdistanê tundiya faşîzma 12'ê Îlonê hebû, her demê rêxistin û kes hebûn ku analîzên rast dikirin û heta biryarên xwe jî didan. Lê belê ji ber ku cesareta pêwîst tune bû ku gavên pratik biavêjin û pêdiviyên gotin û biryarên xwe bi cih bînin, hemû gotin û biryarên wan bi ro de çûn. Di wê pêvajoyê de bi dehan rêxistin-kesan berê xwe da Ewropayê, tevgera azadiyê ya Kurd û Rêbertî berê xwe da welêt, bi beşdariyeke herî xurt xwestin vê bikin lê dema encam negirt, bi hêza xwe û derfetên xwe wêrekiya pêkanîna vê pêngavê pêk anîn. Gerçî piştî ked û hewldanên demdirêj hin koman berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û li wir dest bi xebatên amadekariyê kirin. Di serdemekê de ku her kes bê hêvî bû, şert û merc dikirin hincet, revîn teşwîq dikirin; berevajî wan avêtina pêngavan, wek taybetmendiyeke xweser a tevgera azadiyê ya Kurd derket holê. Pêvajoyeke bi heman rengî li zindanan ku şert û mercên herî giran lê hebûn, di Berxwedana 14'ê Tîrmehê de jî derket holê.

CUDAHIYA TEVGERA APOCÎ JI YÊN DIN ÇI BÛ?

Zarokên bixwebawer û îdealîst ên mirovên kedkar û xizan bûn, sozek dabûn û li ser soza xwe mayîn, ji bo wan wateya yekane ya jiyanê bû. Ji ber vê yekê jî dema ku canê xwe didan, ew qas wêrek bûn ku digotin “Li ser kêlegora me binivîsin deyndarê gelê xwe ye" û "Em ew qas ji jiyanê hez dikin heta ku di oxira wê de bimirin." Dema ku hevrêyên van milîtanên îdealîst û wêrek li çiyayên azad ên Kurdistanê û tevî çekan li hev civiyan, Pêngava 15'ê Tebaxê pêk hat. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo ku bernameya PKK’ê li qadê jî pêk were, pêngava herî girîng e.

Bi vê pêngavê vejînek pêk hatiye. Yanî Pêngava 15'ê Tebaxê gihaştiye armanca xwe, gelê Kurd gihaştiye hişmendiya netewebûnê û bûye rastiyek ku ji aliyê hemû kesan ve, çi dost çi dijmin, were qebûlkirin. Îro rastiya ku di rojeva tevahiya cîhanê cih digire û li çar parçeyên Kurdistanê destketiyên xwe bi dest xistine, berhema wê pêvajoyê ye ku bi lehengiya fermandarê mezin şehîd Egîd, şehîd Bedran û hevrêyên wan di 15'ê Tebaxa 1984'an de dest pê kir ku van wêrîbû şerê gel ê şoreşgerî bikin.

ÎRO JÎ PÊGAVEKE WISA HEWCE YE

Gelê me ku ketiye ser rêya rizgariyê û destkeftiyên wî, bi talûkeyeke giran re rû bi rû ye, bi taybetî ji hêla hêzên mêtinger, hevkarên navxweyî û hevkarên navneteweyî yên mêtingeran ve. Şert û merc ji her demê bêhtir li gorî me ne, em ji her demê bêhtir birêxistinbûyî ne, em ji her demê bêhtir bi tecrube ne. Lewma tevgereke cidî ya ku dê mêtingeriyê bişikîne, ji fikaran rizgar bibe û nekeve xefika parastina tiştê di dest de, dikare di asta Pêngava 15'ê Tebaxê de encaman bi xwe re bîne. Em dikarin pêvajoya rizgariyê ber bi encameka serkeftî ve bibin û ji bo wê pêdiviya me bi wêrekiya Egîdan heye. Bi gotina hevalê Murat Karayilan (Cemal); “Em dikarin pozê dewleta Tirk bifirikînin.”

Em careke din salvegera 38’an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz dikin, di şexsê fermandarê mezin hevrê Egîd de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

ANHA


Mijarên Din