11 fîlmên navneteweyî di Mîhrîcana Lêlûn de hatin pêşandan

Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî di roja duyemîn de dewam dike û fîlmên beşdarî Mîhrîcana Navneteweyî ya Sînemayê bûne hatin pêşandan. Îro li Kampên Berxwedan û Serdem ên kantona Şehbayê, 11 fîlmên kin û dirêj hatin pêşandan.

Xebatên Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî di roja duyemîn de bi dirûşmeya "Tek gul nabe gulîstan", dewam dike.

Li Kampa Serdem fîlmê yekê fîlmê bi navê "Hunger" ê ji Hindistanê beşdar bûye, hate pêşandan. Fîlm a derhêner Katiban Shigyuri ye û dema wê 8 deqe û 26 sanî ne.

Bûyerên fîlmê ji rastiyê hatine girtin û tê de behsa birçîbûn û jiyana mirovî tê kirin.

Bûyerên fîlmê li ser zilamekî xizan in ku li nêzî xeta trênê dijî û debara xwe bi firotina tiştên nû li kolanên bajarê Mombeyê dike.

Piştre fîlmê "Ji bo azadiyê" ê derhênerê Kurd Ersîn Çelik ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin û dema wê 2 saet û 22 deqe ne, hat pêşandan.

Fîlm li ser berxwedana sala 2015`an li bajarê Amedê ye, dema ku şênî ji aliyê cendirmeyên Tirk ve zêdetirî sed rojan tên dorpêçkirin û li ber xwe didin. Bi hezaran sivîl şehîd dibin û gelek avahî û cihên dîrokî yên li wê herêmê tên rûxandin.

Li Kampa Serdem jî Fîlmê "Cry of the sky" anku "Qêrîna ezmên" ku ji Iraqê beşdar bûye û dema wê saetek û 21 deqe ye, hate pêşandan. Fîlm li ser bûyerên 1975`an li Başûrê Kurdistanê ye, dema ku rejîma Baasê şer li dijî tevgera Kurdî ya wê demê ragihand ku di encamê de komkujî pêk hatin û bi sedan malbatên Kurd koçberî sînorên Iraqê-Îranê bûn. Di fîlmê de aliyên civakî û hin têgehên wê demê hatin bibîrxistin.

Piştre fîlmê "With..out" anku "Bêyî.." ku ji Polanda beşdar bûye û dema wê 5 deqe ye, hat pêşandan. Fîlm li ser xweşikbûna xwezayê û dewlemendiya wê ye ku mirovan hişt xweza bikeve rewşeke bi talûke û gelek cureyên ajalan tune bibin.

Piştre fîlmê "Saad es oliv tree" ê (Dara Seedê Olivî) derhêner Ehmed El-Zeyrî ku ji Îranê beşdar bûye û dema wê 20 deqe ne, hat pêşandan. Fîlm li ser xortekî bi navê Seed e, ku ji ber şer rewşa wî ya derûnî xerab bûye û dayika wî hewl dide wî ji wê rewşê derxîne.

Her wiha fîlmê ji Îranê yê bi navê "Mountain" anku "Çiya" yê derhêner Teymûr Xedîrî û dema wî 2 deqe ye, hate pêşandan. Fîlm li ser zarokekî ye ku li ser sînorên Îran-Iraq-Tirkiyê dixebite û dixwaze li şûna wê karî bilîze û li fîlmên karton temaşe bike. Fîlm xizantiyê nîşan dide.

Piştre fîlmê "Mr.Self" yê ji Bulgariya beşdar bûye, hate pêşandan.

Heh wiha fîlmê "Ghost of spacetime" (sawêra dema ezmanan) yê derhêner Kerîm Tecûdi ku dema wî 8 deqeû 35 sanî ye, hate pêşandan.

Fîlm li ser zarokekî ye ku bavê xwe di şer de wenda kir û ji ber xizanetiyê dayika wî xwe dikuje û zarok ji birçîna dimire.

Fîlmê "Faceboom- la grande pioggia" (facebook- Barana Gur) yê derhêner Massimo Finley ku ji Îtalya beşdar bûye û dema wê 15 deqe ye, hate pêşandan. Bûyerên fîlmê li ser zehmetiya jiyana nûjen û mijûlbûna xelkê bi malperên tevna civakî re, ye ku digihîne astekê ku tevgerên ne ji rêzê di nava gel û malbatan de derkevin.

Her wiha fîlmê "This sid, other side" anku "ev alî, ew alî" yê derhêner Cewad Cancî ku ji Îranê beşdar bûye û dema wê 8 deqe û 51 sanî ye, hate pêşandan. Di fîlmê de tê destnîşankirin ku tu astengî li pêş zarokan ku hevaltiyan çêbikin.

ANHA


Mijarên Din