100 rêxistinên mirovî: Gefên Tirkiyê dê bibe sedema felaketeke mezin

100 rêxistinên mirovahiyê ku di herêmên Rêveberiya Xweswer de dixebitin di civînekê de tekez kirin ku gefên Tirkiyê wê nikaribe pêşiya karên wan ên mirovî bigire. Her wiha destnîşan kir ku her êrîşeke dê bibe sedema koçberkirineke mezin e.

Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi rêxistinên mirovî yên ku di herêmên rêveberiyê de dixebitin re civiya. Di civînê de alîkariyên ku rêxistinên mirovî ji bo pêşwazîkirina zivistanê re pêşkêş dikin, amadekariyên ji bo rewşa awarte û mekanîzma alîkariya bi sivîlan re ku êrîşeke pêkan li ser herêmê hat, hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Buroya Karûbarên mirovahî û zêdeyî 250 kesayet ku nûnertiya zêdeyî 100 rêxistinên mirovahiyê dikin û li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, di civînê de amade bûn.

Beşdaran, gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û encamên vekişandina hêzên Amerîkayê ji  hin herêman nîqaş kirin û gotin, biryaya vekişandinê dê bandoreke neyinî li gel herêmê bike û zemîna êrîşên Tirkiyê deyne ku dê bibe sedema felaketekê û koçberkirina bi koman a şêniyan.

Nûnerên rêxistinan tekez kirin ku ew vekişîn û gefên heyî ji pêkanîna erkên wan ên mirovahî li herêmê paşve nakşîne û ew amade ne bi awayekî berdewam alîkariyên mirovahî ji şêniyên herêmê re pêşkêş bikin. Her wiha gotin ew ti guhetinê di plansaziyên xwe yên heyî de çênakin.

Beşdaran li ser danîna plansaziyeke ji bo rewşên awaret wekî koçberkirina ji ber êrîşê pêkan e, lihev kirin .

Her wiha detayên girêdayî xebatên rêxistinana, plansaziya zivistanî û mekanîzmeya xebatênw ê bi Rêveberiya Xweser re nîqaş kirin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din