‘ Tirkiyê li Lîbyayê derbeyek mezin xwar‘

Pisporê kar û barên Lîbya Ehmed Ibrahîm Amir got: " Rewşa leşkerî ya Lîbyayê bi pêşketina Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê re hate guhertin, lê ne li gorî ku Erdogan texmîn derket. Di operasyona Tiyor Ababîl de 12 efserên Tirk û bi sedan çeteyên wê hatin kuştin."

Cîgirê serokê edîtoriya rojnameya El-Ehram El-Erebî û pisporê kar û barên Lîbya Ehmed Ibrahîm Amir têkildarî pêşketinên leşkerî yên li Lîbyayê ji ANHA‘yê re re axivî.

Amir diyar kir ku desteka Tirkiyê ya ji milîsên li Lîbyayê  re bi taybet yên li Misrata ne ji destpêka şerê rizgarkirina Terablusê di Nîsana sala borî de dest pê kiriye û wiha domand: " Tirkiyê ji destpêka aloziya Lîbyayê ve bi hevalbendiya Qeterê desteka tevahiya komên terorîst ên li Bingazî û Derne kirin. Lê dema Artêşa Niştîmanî ya Lîbya komên terorîst ji rojhilat û başûrê Lîbya derxistin, metirsiyên her du aliyan destpê kirin."

‘ERDOGAN BIRYARÊN NAVDEWLETÎ PAŞGUH KIRIN Û PIŞTGIRIYA MILÎSAN DOMAND‘

Amir diyar kir ku Erdogan piştevaniya xwe ji milîsan re radighîne, tevahiya biryarên Konseya Ewlekariyê binpê kirin û bi bîr xist ku, " Erdogan bi rêya parlamantoya Tirkiyê lihevkirinek biguman  û der qenûnî bi hikumeta Wîfaq a Lîbyayê re pêk anî. Ev lihevkirin ji du beşan pêk tê, beşa yekê diyarkirina sînoran bi awayekî serbest, bi şêwazekê ku dihêle Tirkiyê lingek xwe li rojhilatê Deryaya Spî çê bike. Ya din hevkariya leşkerî ya hevpar e."

Amir di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Erdogan baş dizane ku ev lihevkirin li ser asta navdewletî nayê pejirandin. Lewra bi awayekî yekser û li ser asta leşkerî mudexeleya Lîbyayê kir. Bi hezaran tonên cabilxane, tank û wesayîtên leşkerî tevî dron û hezaran çeteyên Sûriyê şandin Lîbyayê. Da ku pêşketina artêşa Lîbya ber bi paytexta Terablusê ve rawestîne.

ZÊDETIRÎ 10 HEZAR ÇETEYÊN SÛRIYÊ LI LÎBYAYÊ NE

Di nav gotinên xwe de Amir got: "Erdogan asta mudexeleya xwe ya leşkerî di Lîbyayê de pêş xist ji bo ku qada leşkerî biguherîne, ji bo wê fişarên navdewletên ji bo agirbestê bikar anîn da ku hebûna Tirkiyê teqez bike. Şandina çeteyên Sûriyê didomîne, hejmara wan gihaşt zêdetirî 10 hezar çeteyan."

Amir destnîşan kir ku Erdogan xeyal dike ku dê karibe arêşa Lîbyayê li rojavayê welêt têk bibe û wiha pê de çû: "Fermandariyek Tirkî li Lîbyayê heye ku yekser desteka milîsan û çeteyên Sûriyê dike, her wiha çarçoveya asmanî ya Tirkiyê di bin sîwana pergala parastina Tirkiyê ya asmanî de  heye ku Erdogan aniye Terablus û Misrata ji bo ku êrişî bajarokên berava rojavayê Terablusê bike. Piştre hewl bide derbasî bajarê Terhone yê başûrê Terablusê û navenda fermandariya operasyonên arêtşa Lîbyayê bibe."

KOORDÎNEYEK TIRKÎ BI IXWAN RE LI DIJÎ ARTÊŞÊ

Amir diyar kir ku Erdogan bi şaxê Koma Îxwan El-Muslimîn re li Tunisê koordîne dike ji bo ku balafirên tijî çek bi rêya sînorên rojava derasî Lîbyayê bike û desteka milîsan bike û got: "Armanc ji vê  êrişî baregeha leşkerî ya asmanî ya girîng Uqbe Bin Nafi ya ku bi navê baregeha El-Watiye tê naskirin, bikin.

12 ESFERÊN TIRK Û BI SEDAN ÇETE LI MIÎTÎQA HATIN KUŞTIN

Pisporê karûbarên Lîbyayê bal kişand ser ku pozbilindê Tirkî Erdogan di 3`yê Gulanê de pêkhatina guhertinên leşkerî mezin ragihand bi hêviya ku êrişa di 5`ê Gulanê de hatibû plankirin biser keve û ev tişt got: "Lê artêşa Lîbyayê operasyona leşkerî ya bi Tiyor Ababîl da destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de depoyên çekên Tirkiyê û dikên parastina asmanî yên li bajarê Misrata bi 18 êrişan kir hedef. Her wiha bi 16 êrişên balafiran êrişî balafirgeha Miîtîqa li paytexat Lîbyayê Terablusê kir. Di encamê de zêdetirî 12 esferên Tirk û bi sedan çeteyên Sûriyê hatin kuştin."

QADA LEŞKERÎ LI LÎBYAYÊ HATE GUHERTIN

Cîgirê serokê edîtoriya rojnameya El-Ehram El-Erebî û pisporê kar û barên Lîbyayê Ehmed Ibrahîm Amir di dawiya axaftina xwe de got: "Di sê rojên dawîn de hêzên artêşa Lîbyayê di taxên Terablusê de bi pêş ketin û milîsên ku êrişî baregeha El-Watiya kirin tune kirin. Bi vê yekê qada leşkerî ya Lîbyayê hate guhertin. Lê ne li gorî ku Erdogan texmîn derket. Lê belê bi pêşketinek mezin a hêzên artêşa Lîbyayê hate guhertin. Hindek maye artêş Terablus bi temamî kontrol bike. Ji ber wê şandeyên navdewletî neçar man ji Terablusê derkevin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din