Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan îro li qada Cebanat a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kom bûn, alên yekitiyê rakirin bi rêya daxuyaniya ku endama yekitiyê Perwîn Qehwe xwendiye, şermezar û komploya li dijî Şengalê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Peymana di navbera hikumeta Iraq û PDK’ê de ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û têkbirina azadiya gelan e. Ligel wê jî êrişên dewleta Tirk ên bênavber li dijî Şengalê bi hevkariya hêzên PDK’ê berdewam in. Armanca vê jî xirabkirin û reşkirina rûyê PKK’ê ye. Şêniyên Şengalê li hember DAIŞ’ê têkoşiya û bi hezaran şehîd dan da ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were.
Civaka êzidî ya ku piraniya gelê li herêmê ye, berê xwe da herêmên cuda yên derveyî Şengalê û gel li beramber komkujiyên DAIŞ’ê ma. Artêşa Iraq û hêzên PDK’ê tu tevger li hember DAIŞ’ê pêk neanî û nebûn xwedî biryar. Ne ji mafên wan e, derbasî Şengalê bibin û vîna civaka êzidî paşguh bikin.
Em Yekitiya Jinên Ciwan dengê xwe tev li dengên şêniyên Şengalê dikin û vê peymanê bi tundî rexne dikin û bang dikin ku divê mafên şêniyên Şengalê bên dayîn. Em li hember vê peymanê bibin destek û weke gelên Kurd, Ereb, Aşûr, Ermenî û Tirkmen hevgirtî bin."
Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.
(fr)
ANHA