‘ Herêmên bi xwîna şehîdan hatin rizgarkirina nîqaş li ser nayên kirin‘

Ji fermandarên QSD‘ê Zinar Kobanê îdîayên girêdayî radestkirina hin herêman gundewarên Tebqayê ji Rejîma Sûriyê derewand û got, herêmê bi xwîna şehîdan hatin rizgarkirina nîqaş li ser nayên kirin.

Meclisa Sivîl a Tebqayê bi koordîneya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê civînek li bajarokê Mensûrayê li dar xist. Di civîna bi armanca nîqaşkirina rewşa siyasî li herêmê hat lidarxistin de bi dehan şênî, di nav de dehan şêx û rûsiyên herêmê amade bûn.

Ji fermanarên QSD‘ê Zinar Kobanê geşedanên siyasî, jê gefên Tirkiyê yên li ser herêmê û hewldanên wê yên têkbirina projeya demokratîk û "Herêma ewel" nirxand.

Zinar Kobanê, îşart bi vê yek kir ku hin alî hewl didin ji rewşa heyî sûdê werbigirin da ku aramcnên xwe di herêmê de bi cih bînin û got: "Rejîma Sûriyê îdiayan wekî lihevkirina bi Rûsya re ji bo radestkirina hin herêman belav dike. Hewl dide bi van îdiayên fitneyê derxîne û bê baweriyê di nava gel û hêzên wê yên leşkerî de çêbike." Kobanê got, herêmên bi xwîna şehîdan hatin rizgarkirin nîqaş li ser nayên kirin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Cemal El-Nihêter û endamên Meclisa Lihevaîna ya Eşîran Şêx Nasir Abdulletîf El-Mihemed El-Ferec jî  teqezî li ser axaftina fermandarên QSD‘ê Mezlûm Kobanê kir.

Di demên dawî de hin îdîa li ser dezgehên çapemeniyê belav bibûn, dihat gotin ku di navbera QSD û Rûsya lihevkirinek der barê radestkirina hin herêmên gundewarên başûrê Tebqayê di nav de bajarokê Mensûra ê 20 km dikeve rojhilatê Tebqayê de belav bibûn.

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya