‘ Em dest ji xaka bi xwîn û canê me hatiye rizgarkirin bernadin‘

Gaziyên Reqayê gotin, berxwedan bijêrka parastina destkeftiyên hevalên wan ên şehîd e û dê xwedî li destkeftiyên hevalên xwe derekevin.

Şervanên ku di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê birîndar bûne û parçeyên ji canê xwe winda kirin, gotin: "Piştî van fedakariyan em tu carî qebûl nakin xaka bi keda havalên wan ên şehîd û hin parçeyên ji canê me hatiye rizgarkirin, careke din were dagirkirin."

Xalid Paşa El-Şiblî yê beşdarî Pêngava Xezeba Firatê bibû û di berxwedana rizgarkirina Reqayê de birîndar bibû got: ‘‘Ji bo paqijkirina vê xakê ji qirêjiya DAIŞ`ê me tiştê herî buha dan. Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre jî êrîş vê xakê dikin ku bi xwîn û canê şehîdên me hatiye rizgarkirin.‘‘

Xalid anî ziman ku artêşa dagirkeriyê û çeteyên wê dê li hemberî îrade û berxwedana şervanên wan bi binkevin, ‘‘Em dest ji destkefiyên bi fedakariya şehîdên me û canê me hatiye pêkanîn bernadin, em ê ji bo parastina xaka hatiye rizgarkirin zêdetir fedakariyan bidin.‘‘

Xalid El-Şiblî domand: ‘‘Em qebûl nakin li ser xaka me dîrok xwe dubare bike, Osmaniya ku 400 salan welatê me dagir kiribû û neviyên wê yên Tirk jî bi rêkeftin û komployên li gel dewletên mezin Lîwa Iskenderon ji welatê me qupirandiye, em qebûl nakin ev yek li ser xaka me bê dubarekirin.‘‘

Elî Mihemed ê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de birîndar bû ev tişt anî zimna: ‘‘Tirkiyê ji tavahî komên çete yên derbasî Sûriyê bûne re destekvanê sereke bû, îro careke din çeteyên DAIŞ`ê di herêmên me rizgar kirine de zindî dike. Îro bi bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê ku di şerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de reviyane û berê xwe dane Tirkiyê, şerê me dike. Tikriyê li paş van êrîşên li ser herêmê digere ku hezaran çeteyên hatine girtin azad bike û careke din li Sûriyê û cîhanê tev, tarîtiyê û rûxanê belav bike.‘‘

Elî Mihemed bal kişand ku ne ji balafiran bûya çeteyan nikarîbû gavekê pêşve werin û got: "Parastina sivîlan erkê wan ê sereke ye, ji ber vê yekê car caran neçar dimînin gavan paş de bavêjin da ku sivîl nebin qurbanî. Lê em dest ji maf û xaka xwe yên bi fedakariya şehîdan hatiye rizgarkirin, bernadin.‘‘

Mihemed di dawiya axaftina xwe de got, birîndar hemû û malbatên şehîdan dê têkoşîna xwe di her qadan de mezin bikin da ku dagirkeriyê ji herêmê derxînin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din