​​​​​​​ꞌ Berxwedana Heftanînê şoreşeke, divê em piştgiriyê wê bikinꞌ

Siyasetmedarên Kurd ên li navçeya Til Temirê gotin: "Berxwedana li Heftanînê ya li dijî dewleta Tirk şoreşeke kurdan e, divê hemû hêzên Kurdistanî piştgiriya vê berxwedanê bikin."

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi çekên giran li dijî çiyayê Heftanînê yê Başûrê Kurdistanê didomînin û avakirina herêmeke ewle û parastina sînorê xwe dike hincet.

Dewleta Tirk destwerdana gelek dewletên ereban û welatên cîran dike. Ev isbat dike ku bi xewna pabîrên xwe yên Osmanî ve girêdayî û dixwaze li gorî Mîsaqa Millî ya sal 1920`an hate  mohkirin desthilata xwe li ser herêmê dubare bike.

Êrişên artêşa Tirk ên li ser çiyayê Heftanînê û herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê rojeva gelê Kurd ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişan wekî hedefgirtina gelê Kurd li her çar parçeyan bi nav dikin û dibêjin ku artêşa Tirk dixwaze destkeftiyên gelan bike armanc.

PIŞTÎ ÎNSIYATÎFA KURDAN ÊRIŞ ZÊDETIR BÛN

Hevserokê Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Temirê Mihmed Seîd diyar kir ku ev ne cara yekemîn ku artêşa Tirk êriş dike, dijminahiya wê ya ji bo gelê Kurd dîrokî ye, her dem bi îdîayên cuda êrişî gelê Kurd dike û hewldana qirkirina wan  dike.

Mihmed Seîd îşaret bi hincetên dewleta Tirk ên ji bo destwerdanê li herêmê kir û wiha domand: "Hinceta Tirkiyê ya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ne rast e. Ji ber ku niha destwerdanê li dewletên ereban mîna Yemen û Lîbyayê dike. Ev herdu dewlet sînorê wê bi Tirkiyê re tunene ku jê bibin metirsî. Armanca dewleta Tirk a êirşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Parastinê yê Medyayê ew e ku careke din desthilata Osmanî vegerîne û ji nû ve herêmê serwer bike."

Seîd destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk piştî însiyatîfa fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî ya yekitiya gelê Kurd û xîtabî kurdan kir, zêdetir bûn.

DIVÊ GELÊ KURD  DIJMINÊ XWE YÊ DESTPÊKA ŞOREŞÊN KURD DI BÎRA XWE DE BÎNE

Êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Heftanînê û herêmên Parastinê yên Medyayê di demekê de ku hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê bê deng û parastina sînorê xwe nake de pêk tê. Çavdêr dibînin ku destên her du aliyan de di van êrişan de heye.

Seîd bal kişand ser ku divê gelê Kurd û hikumeta herêmê planên dewleta Tirk ên ji êrişên dawiyê yên li ser çiyayê Heftanînê û herêmên parastinê yên Medyayê nas bikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Armanca dewleta Tirk ne tenê Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Dewleta Tirk û sultanên Osmanî yên destpêkê bûn ku li hemberî şoreşên gelê Kurd sekinîn û şer kirin. Her wiha li dijî biryara referandûmê sekinî û bû sedem ku hikumeta herêmê û gelên wê armanc û mafên xwe bi dest nexînin."

ÊRIŞA LI SER HEFTENÎNÊ, ÊRIŞA LI TEVAHÎ HERÊMÊ Û HÊZÊN KURDISTANÎ NE

Seîd da zanîn ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî çiyayê Heftanînê tê wateya êrişa li ser Amed, Mehabat, Hewlêr û Qamişloyê, di heman demê de hemû hêzên Kurdistanê dikin armanc û got: "Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rastiya rewşa tê re derbas dibin û asta êrişên li dijî bira û xuşkên xwe nas bikin. Divê bizanin ku şervanên di berxwedana artêşa Tirk de şehîd dikevin zarokên gelê Kurd in."

TÊKBIRINA DESTKEFTIYÊN KURD E

Berpirsê Partiya Çep a Kurd Li Sûriye Îsmaîl Hec Ferhan jî got, ew wekî partiyên siyasî yên Kurd dizanîn ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, ji destê hatibaya wê parçeyên Kurdistanê pêk ve dagir bikirba.

Hec Ferhan diyar kir ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û çiyayê Heftanînê ne tenê li dijî PKK`yê ne û destnîşan kir: "Dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên hikumeta herêmê û partiyên herêmê yên li Başûrê Kurdistanê bidestxistina têk bibe. Ji destên wê hatibûya ew ê êrişî gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê jî bikira û rojhilat jî dagir bikiriba."

Îsamîl Hec Ferhan bi lêv kir ku heke rojekê Kurd bi hikumeta Îranê re li hev bikin ew ê dewleta Tirk berî her kesî li hemberî lihevkirinê bisekine.

DIVÊ PIŞTGIRÎ BI BERXWEDANA HEFTANÎNÊ RE WERE KIRIN

Îsmaîl Hec Ferhan bang li gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurd kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk serî hildin, piştgiriya berxwedana şervanên PKK`ê li çiyayên Qendîlê, Heftanînê û herêmên parastinê yên Medyayê bikin. Her wiha got, divê piştgiriya hemû şoreşên kurdan ên li dagirkerên Kurdistanê bikin.

Berpirsê Partiya Çepa Kurd li Sûriye Îsmaîl Hec Ferhan di dawiya axaftina xwe de got: "Mafên gelê Kurd e xaka xwe biparêze û li dijî êrişên dewleta Tirk bisekine. Ji ber ku dewleta Tirk êrişî gelê Kurd dike û li pêşiya çavên civaka navneteweyî û dewletên mezin hewldana nasnameya kurdî biçewisîne. Li hemberî vê divê em li ber xwe bidin û mafên xwe bi dest bixe."

(eh)

ANHA


Mijarên Din