​​​​​​​Cîhad Hesen detayên revandina xwe eşkere kirin

Reportaj Summay

​​​​​​​Cîhad Hesen detayên revandina xwe eşkere kirin
2 cotmeh 2021   00:45

Cîhad Hesen detayên revandina xwe ji aliyê PDK`ê ve û mercên ku di girtîgehê de derbas kirin, eşkere kirin. Cîhad Hesen got, ji bo ku hevdîtinê bi Xaca Sor re nekim û siyasetên PDK'ê teşhîr nekim, hatim berdan.

Bêyî ku sûc û tawan li dijî wan werin îsbatkirin, 10`ê Hezîrana borî,  hêzên PDK'ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen û endamên têkiliyan ên PYD`ê Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina şandeyeke biyanî diçûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

Di 29`ê Tîrmehê de herdu endamên PYD`ê serbest hatin berdan. Lê Cîhad Hesen tevî rewşa wî ya tenduristî ya xirab jî, nehat berdan.

Piştî 112 rojan di girtîgehê de, PDK`ê Cîhad Hesen berda û wî ji Hewlêrê dersînor kir. Ajansa me xwe gihand Cîhad Hesen û pê re hevpeyvînek çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Destpêkê, sedema revandina we ji aliyê PDK`ê ve çi bû?

Ez jî matmayî mame û dixwazim sedemên girtina xwe ji aliyê PDK`ê ve binasim. Ji beriya 7 salan ve ez li wir im, aliyên ewlehiyê dizanin ku ez bi sifeteke fermî kar dikim. Lê heta niha nizanim çima min girtin.

Dema lêpirsîn bi min re dikirin  digotin, ji ber ku tu û 2 hevalên xwe ji bo pêşwazîkirina mêvanan çûne balafirgeha Hewlêrê hûn hatine binçavkirin. Digotin, ew mêvan hatine ewlehiya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê derb bikin, destê te jî di wê yekê de heye.

Min ji wan re diyar kir ku em li balafirgehê li benda pêşwazîkirina şandeyê bûn, balafirgeh di bin serweriya we de ye, em ê wan bibin hotelên we. Piştre me yê bi têkiliyên derve yên Rojava re koordîne kiriba û me yê ew şandibana wir.

Min ji wan re got ger niyetên şandeya mêvan ên derbkirina ewlehiya neteweyî ya Başûr hebana, minê gotiba. Eger armancên wan wiha bana, di heman rojê de we şande venedigerand welatên wan.

Dema me şande pêşwazî dikir, 4 erebeyên balafirgehê ku tê de çekdarên PDK`ê hebûn hatin û em binçav kirin. Destên me girê dan. Ez yeqîn nakim ku bi vî şêwazî em girtin û min ji xwe re got van bi şaştî me girtine.

Eger ev tawanên li dijî min rast bana, çima hevalên min berdan û ez girtî hiştim? Dema ku lêpirsînê dest pê kir, min zanî ku mijar ne girêdayî mêvanan e û armancên wan ên din hene.

Dema lêpirsîn dikirin, pirsa têkiliya min bi PKK`ê re kirin. Gotin ku bavê te sala 1999`an ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatibû girtin. Pirsa pismamê min ê di nava refên tevgera rizgariyê de jî kirin. Ji ber kîna wan li dijî min û malbata min, min girtin.

Beriya binçavkirina min bi 12 rojan, ez hatibûm serdana Rojava da ku ez 4 zarokên xwe qeyd bikim. Lê ji ber koronayê min karê xwe pêk neanî û min serdana saziyên Rêveberiya Xweser kir.

Beriya girtinê, gazî li birayê min kirin û gotin ka Cîhad, divê vegere Başûr. Ew baş dizanin ku wê demê ez fermî di dergehê Sêmalka re hatim Rojava.

Dema ez vegeriyam Başûr, Asayîşa PDK`ê gazî min kir û got, ji beriya 7 salan ve tu li vir e û baweriya me bi te heye. Divê tu bi me re alîkar be, min jî qebûl kir. Gelek pirs li ser malbata min, naskirina wan ji partiyê re, karê min di nava Konfedrasyona Xwendekarên Rojava û Ciwanan de ji min kirin. Dema ez li Rojava bûm, ev agahî hemû li ser min kom kirin.

Wê demê min zanî ku dê min binçav bikin. Dema min şande pêşwazî dikir, çekdarên PDK`ê saet 4`ê berbangê bi ser balafirgehê de girtin û ez birim navendeke xwe ya ewlehiyê ya li balafirgehê û 9 saetan li pey hev bi min lêpirsîn kirin.

Ya balkêş, dema ez binçav kirim gotin em ê te heta 4 mehan di girtîgehê de bihêlin. Pirs kirin, te li Rojava çi kir. Min got hin karê min hebû û min hin hevalên xwe yên di Rêveberiya Xweser de dîtin. Gotin mebesta te PKK`ê ye?. Îsrar dikirin û zext li min dikirin da ku ez bêjim têkiliyên min bi PKK`ê re hene.

Min şantaj dikirin da ku helwesta min nas bikin, min  tawanbar dikin ku têkiliyên min bi PKK'ê re hene. Roja yekem a lêpirsînê password telefona min xwestin, lê min qebûl nekir û min ji wan re got, ez bi sîfeteke fermî li vir kar dikim û xisûsên malbatê di telefonê de hene. Gotin madem tu password nade me tu yê girtî bimîne.

Piştî 9 saetên domdar ji lêpirsînê, erebeyek hat, yên tê de hemû rûyên xwe girtibûn û çek rakiribûn. Bi ser odeya ku ez lê dimam de girtin, tûrekî reş xistin serê min. Gelo çima ev kiryarên ji bo tirsandinê kirin? Ez bawer nakim çi anîn serê min, wekî kabûsekê bû.

Hûn di kîjan girtîgehê de bûn û di girtîgehê de çi çêbû?

Ez birim girtîgeha giştî ya Asayîşa Hewlêrê ku ji aliyê “Parastin” ve tê birêvebirin û bi nebaşbûna xwe têne naskirin. Hemû girtiyên li wir nizanin wê kengî bên berdan, yên tê de nehatibûn darizandin û nedikarîn malbatên xwe bibînin.

Yên bi sûcên xeter hatine tawanbarkririn, dişandin vê girtîgehê. Cihê ez lê bûm teng bû. Tê de zêdetirî 127 kes hebûn. Ji sedî 90`ê wan madeyên hişbirê bi kar dianîn, 12 çeteyên DAIŞ û gelek sûcdarên kuştinê û yên kiryarên ji derveyî exlaqê pêk anîne jî hebûn.

Bi sifeteke fermî li Başûr dixebitîm. Lê bi awayekî nelayîqî vê sifetê ez birim wê girtîgehê. Li wir tiştek ku min qet nedîtine dît. Ji ber ku ez girtiyekî siyasî me, diviyabû bi awayekî taybet bi min re bidana û bistandana.

Gelo Îşkence li we kirin?

Bi rastî îşkenceyeke fîzîkî li min nedikir, lê di aliyê pisîkolojîk de îşkence li me kirin, îşkenceya psîkolojîk ji îşkence û lêdana fîzîkî xerabtir e. Ev girtîgeh ji bo biçûkxistina mirovan e, min her tim ji wan pirs dikir ku min veguhêzin qawîşeke din, lê her tim digotin hûn qala vîn û rêgezan dikin. Piştre min got çi dibe bila bibe divê ez li vê girtîgehê li ber xwe bidim.

Piştî ku hevalên min hatin berdan, careke din lêpirsîn bi min re kirin. Komek ji 4 kesan lêpirsîn dikirin, di nav de payebilind jî hebûn. Vê carê tawan tevlêkirina ciwanan di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de bû. Her wiha tevlêkirina şervanên Başûr di nava refên hêzên leşkerî yên li wir de, ez ji pirsên wan matmayî mam, ji ber ku  ew baş dizanin ez çi dikim, min bi dizî kar nekir.

Ez matmayî dimam bi tawanên ku her carê li dijî min digotin. Ji min re gotin em ê we dersînorî Rojava bikin da ku min lawaz bikin û min biçûk bixin, tevî ku ez bi awayekî fermî li wir dixebitîm. Berî ku ez bêm girtin ez diçûm serdana nivîsgeha Serokatiya Beşûrê Kurdistanê, min Dr. Hemîd Derbendî nas kir, diviya bû ku li cem min parêzbendî hebûya.

Dema ku min jê re got ez bi fermî wekî dîplomat li vir dixebitim, ji min re gotin ku rêveberiya we di qada navneteweyî de nayê naskirin û mafê we nîne ku hûn li ser parêzbendî û dîplomasiyê biaxivin. Ji ber vê yekê min pirsek ji wan kir û min got madem hûn rêveberiyê nas naskin, çima hûn sînoran nagirin, hûn çima tevgera bazirganiyê ranawestînin, hûn rêveberiyê nas nekin lê min li ofîsa serokatiyê pêşwazî dikin?!.

Dema min got ez dîplomat im forma lêpirsînê guherîn. Ji min re gotin yanî tu efserekî istixbaratê yî? Tu girêdayî kê yî? Serokên te kî ne? Tu girêdayî Mezlûm Ebdî yî? Yan jî Aldar Xelîl î? Min ji wan re got; "Rêberê min ê bîrdozî Abdullah Ocalan e û rêberên min yên manewî jî 11 hezar şehîd û 21 hezar birîndar in. Dema ev bersiv bihîstin, ji min re gotin tu li gel PKK'ê perwerde dîtiye. Tu li ser şopa Aldar Xelîl diçî, tu hişkî û ne nerm î. Ev yek di dema lêpirsîna me de diyar bû. Wêneyekî te bi Mezlûm Ebdî re heye. Piştre min wekî efsarekî îstixbaratê li gel Mezlûm Ebdî tawanbar kir, mîna ku her berpirs û kadroyên ku li Rojava kar dikin girêdayî partiyekê ye?

We çawa 112 roj di girtîgehê de derbas kir?

Girtîgeh pir teng bû, me li ser hev dikirin û dema xewê 3 kesan em bi lingên xwe tê vedidan heta ku em bi lingê xwe nedihesîn. Min bi zorê nefes dikişand. Di ser de gardiyanê girtîgehê pêlî lingê me dikir. Haya me ji derve tune bû. Li ser televîzyonê, bernameyên reqsê û fîlmên tirsê diweşandin. Kesê ku diçe wê girtîgehê mîna berê jê dernakeve.  Ji dema ku ji girtîgehê derketime, rojê tenê saetekê xew dikim. Laşê min fêrî komaserhev bûye. Min tu rihetî nedît.

Hûn çawa ji nûçeyên ji derve agahdar dibûn?

Di lêpirsînê de ji min re gotin ku gerîla êrişî pêşmergeyan kirine û bi çeka koalîsyonê ku dide YPG'ê êrişî wan kirine. Bi rêya wan nûçeyên derew dixwestin min provoke bikin.

Ji min re  gotin ku partiya hevalê te Lahor Cengî derbeyeke mezin xwariye û ji hev ketiye û di demeke nêz de wê dora te were. Piştre ji min re gotin li halê xwe binêre, tu li vir girtî yî û Rêveberiya Xweser tu qîmetê nade te. Min dizanîbû ku derewan dikin û berevojî vê dibêjin. Piştre min rola pêşeng a ku medya di serbestberdana min de lîstiye, fêhm kir.

Di girtîgehê de we bi xizmên xwe re peywendî çêkir?

Piştî 40 rojan min peywendî bi malbatê re çêkir. Paşê her 15 rojan careke heta 3 deqeyan û di bin çavdêriyê de ez bi wan re diaxivîm.

Di girtigehe de rewşa we ya tenduristiyê çawa bû ?

Ez ji her tiştî bêpar mam, 3 mehan li ser hev nexweş mam. Di encama xwarinê de navçûneke giran bi min re çêbû. Her wiha ji ber ku me komî ser hev dikirin, mofrikên pir diêşiyan. Me derman nekirin û derman jî ji me re neanîn.

Tansyona min bilind dibû ku di encamê de ji ser hişê xwe ve diçûm. Ziwabûn bi laşê min ket. Rojê 5 heta 6 caran ji ser hişê xwe ve diçûm.

Tevî ku rewşa min a tenduristiyê pir xirab bû lê dîsa ez di lêpirsînê re derbas dibûm. Ji min re gotin ku rewşa te ya tenduristiyê xirab dibe, xuya ye tu nexweş î, ma tu xwe derman nakî?!. Min ji wan re got, çawa xwe tedawî bikim û we ji bijîşkan re got ku min derman nekin û derman nedin min. Ji ber ziwabûnê, bi destavê re xwîn dihat.

Gelo we di girtîgehê de çalakiya greva birçîbûnê li dar xist?

Belê, piştî 40 rojî ji girtina min û her du hevalan min, ez ji rewşa ku em tê de bûn ne razî bûm, nemaze ji ber ku em bi kesên çete û bikarhênerên narkotîkê (madeyên hişbirê) girtî bûn. Min ji birayê xwe re got dema 50 roj di ser girtina me re derbas bibe, em ê dest bi grevê bikin. Lê ez matmayî mam ku wan her du hevalên min serbest berdan. Ez du rojan li ser hev di greva birçîbûnê de bûm bêyî ku wê ragihînim.

Min greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir, ji ber ku bi heman bi greva komeke siyasetmedarên li Başûrê Kurdistanê re hevrû bû ku darizandina xwe qedandibûn û ketibûn greva birçîbûnê ya mezin. Serê min tevlihev bû û min ji xwe re got heke ez grevê bidomînim ew ê min bi hevkariya bi wan re tawanbar bikin û ew li benda hicetekê bûn ku min sûcdar bikin.

Çawa hûn serbest hatin berdan?

Çend roj berê şandeyeke Xaça Sor a Navneteweyî serdana girtîgehê kir, min navê xwe tomar kiribû da ku ez wan bibînim. Min xwe amade dikir ku ji wan re bibêjim ku ez ketim greva birçîbûnê. Lê dema ku dora min hat ku ez wan bibînim, ez matmayî mam ku banga navê min kir ku ez serbest hatim berdan.

Ez ji girtîgehê derxistim, li aliyê din Xaça Sor a Navneteweyî ket hundirê qawîşa ku ez lê rûniştibûm. Ez birim odeyekê, dîsa destê min kelepçe kirin, turikek reş xistin serê min, bi lez û bez ez ji girtîgehê derxistim da ku  Xaça Sor nebînim û kiryarên wan teşhîr nekim.

Malbata min jî xwe gihandibû Neteweyên Yekbûyî (NY), ku daxwaznameyek pêşkêş kiribû û dê mudaxele bikira. Ez li Başûrê Kurdistanê penaber im, eger NY û Xaça Sor a Navneteweyî zanibûya, wê PDK`ê bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ba, bi taybetî ji ber ku bêyî ti doz li min bê vekirin, hatime girtin.

Dezgehên çapemeniyê di serbestberdana min de roleke girîng lîst, ji ber vê yekê ez wan hemûyan spas dikim ku destek dida min. Wan tiştên ku ez tê re derbas dibûm ji raya giştî ya cîhanê re ragihandin. Her wiha ez spasiya Rêveberiya Xweser dikim ji ber ku ez bi tenê nehiştim. Erka min bi dawî nebû. Ez ji bo her xebateke di pêşerojê de amade me.

Ew naxwazin ku Kurd bibin xwedî helwest û vîn. Ew dixwazin kurdên Rojava bikin kesayetên hejar û zaîf û wek amûr bi kar bînin. Ew fikirê girêdana bi doz û axê ve red dikin. Ez ji vir bang li kurdên ku ji vê partiyê re bûne amûr dikim ku li xwe û wijdana xwe vegerin. Yê ku xêr li welatê xwe neke, tu xêr tê de tune ye.

Piştî ku hûn hatin berdan çi bû û we birin ku derê ?

Destê min kelepçe kirin. Turek reş li serê min kirin, piştre ez birim cihekî da ku kaxizên pêwîst çêkin. Lê nasname û telefona min nedan min. Got ji vir biçe û devê xwe veneke.

Di rêya ber bi Sêmalkayê ve min şûşeyek av ji wan xwest, lê neda min. Min nizanîbû ku heta vê astê ez li ser wan xeter im heta ku wisa nêzî min bibin.

Piştî 112 rojan di girtîgehê de nêrîna we derbarê siyasetên PDK`ê de çi ye?

Ez bang li PDK`ê dikim ku dev ji van siyasetan ku îhanetê li gelê Kurd dikin berde. Ez ji wan re dibêjim; hêza xwe li dijî gelê Kurd bi kar neyinin. Xwe bikin yek. Li şûna ku we ewqas dem di lêpirsîna min de xerç kir, kesayetên mîna me ji bo avakirina Kurdistanê amade bikin. Her wiha planan deynin da ku li hemberî dijminên gelê Kurd li ber xwe bidin.

(cx-şx)

ANHA