Aldar Xelîl: Dewleta Tirk bi Şamê re li dû bazarên nû ye

Reportaj Summay

Aldar Xelîl: Dewleta Tirk bi Şamê re li dû bazarên nû ye
21 îlon 2021   23:41

Aldar Xelîl balkişand ser plan û bazarên dewleta Tirk yên vê demê û got: “Dewleta Tirk niha dixwaze bi taybet di mijara Xûta, Idlib, Şamê de hin bazaran bi hikumeta Şamê re bike ku bi vî şeklî hin tiştan bi hikumeta Şamê bide qebûlkirin.”

Ev demekê hevdîtinên di navbera MÎT de çê dibin. Têkildarî hedefên van hevdîtinan Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rengekî dixwaze têkiliyan xwe bi hikumeta Şamê re çêke ku nehêle di hundirê Sûriyê de çareserî û diyalog pêk werin.

Xelîl da zanîn ku hevdîtinên wan bi ENKS’ê re ji ber ku dijmin re di nava hevkariyê de ye sekinîne.

Xelîl derbarê antîpropagandaya ENKS'ê ya li dijî Rêveberiya Xweser û rêxistinkirina gelê herêmê ji bo derbaskirina herêmên dagirkirî de got: “ENKS û PDK bi hev re bi MÎT`ê kar dikin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) Aldar Xelîl pirsên ANHA`yê yên derbarê hevdîtinên îstîxbaratên dewletan, êrişên suîkastê, tevgera ENKS û hwd..de bersivand.

Ev demeke hevdîtinên MÎT û hikumeta Şamê çê dibin. Di serî de derbarê van hevdîtinan de tu agahî gihiştiye destê we, taybet di vê dema de mijarên ku van hêzan tînin gel hev çi ne?

Dema ku Buhara Gelan dest pê kir bi taybetî ji sala 2010`an şûn ve dewleta Tirk yekser ev daxuyanî dida ku `Hikumeta Şamê hebûna xwe winda kiriye, çênabe li ser desthiladariye bimîne, dayîna têkiliyan pê re çênabe'.  Li dijî wê gelek daxuyanî dan. Ji ber wê kesên ku di nav opozîsyona Sûriyê de cih digirtin birin gel xwe. Dirûşmeya wan a yekemîn `Rûxandina hikumeta Şamê` bû. Tirkiyê gelek mûdexele kir. Rewşa Sûriyê gelekî ber bi xerabiyê ve bir. Hinek herêm dagir kirin. Di esas de berê dosyaya şoreşa Sûriyê da aliyekî din. Lê niha ji nû ve têkiliyan bi hikumeta Şamê re çê dike. Sedem çi ye? Dewleta Tirk wiha hesab nekiribû ku hikumeta Şamê demdirêj li ser desthilatdariya Sûriyê bimîne û xwe ser biparêze. Hesabê Tirkiyê ew bû ku desthiltdarî têkeve destê hêzên girêdayî wan di serî de hêzên wekî Îxwan Mislîmin û hin komên çete. Wan wiha hesab nekiribû ku di hundirê Sûriyê de projeya demokratîk pêş bikeve, nûnerên vê projeyê tevî hemû astengî û kelemên heyî karîbûn pergaleke demokratîk çê bikin û ew ji Sûriyê û Rojhilata Navîn re bibe mînak.

Dema ku dewleta Tirk dît li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta Sûriyê giştî hêdî hêdî pergala demokratîk pêş dikeve û ev di cîhanê de dibe mînak û aramî tê mîsogerkirin êdî ket nav metirsiyê. Li aliyekî komên çekdar ên girêdayî wê bin ketin û di aliyê din de hevdîtinên li Cinevê negihiştin tu encamê. Dixwestin destûra Sûriyê ya nû binivîsin li wir jî tiştek bi dest nexistin û her ku dewleta Tirk êrişî sîstema demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir sîstem hîn pêş diket. Niha jî berê xwe dan bijareya sêyemîn ku bên û têkiliyan ji nû ve bi hikumeta Şamêr e çê bikin.

ARMANCA JI NÛ VE DESTPÊKIRINA TEKILIYAN: PÊŞÎ GIRTINA DIYALOGAN E

Bi pêşxistina van têkiliyan re dixwazin rê li pêşiya pêşketina projeya demokratîk bigrin. Dewleta Tirk ji hikumeta Şamê re dibejê `Belê pirsgirêkên me hene lê xeteriya me ya hevbeş jî wekî Xweseriya Demokratîk, azadiya jinê, projeya neteweya demokratîk heye.` Dewleta Tirk gihiştiya astekê ku zextê li hikumeta Şamê dike ku bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinan pêk neyîne.  Dema ku hikumeta Şamê dixwaze derbarê pirsgirêka xwe ya hundirînde  gav biaveje  yan jî hin çareseriyê qebûl bike bala xwe bidine Erdogan,  Hakan Fîdan û kesên din dişînê Şamê. Ji Şamê re dibejê `Tu çi dike bike lê bi wan re îtîfaq neke. Ger tu îtîfaq bike ez ê li dijî te têkevim nav hewildanên wekî sala 2011`an. Wê demê me çawa mûdexale dikir em ê dîsa bikin.` Bi van tiştan hikumeta Şamê tehdît dike.

Çima di vê demê de van gefan dixwe?

Di sala 2018`an de dema têkildarî Efrînê di navbera Rûsya û Tirkiyê de îtîfaq çêbû, dewleta Tirk soz dabû ku Şam, Haleb û hikumeta Şamê biparêze. Li ser hesabê Efrînê îtîfaq bi hikumeta Şamê re kirin. Niha jî êdî wê îtîfaqa ku di esas de 2017`an dest pê kiribûn, di 2018`an de eşkere bû û heya niha jî dixwazin îtîfaqên xwe pêş bixin.

Hesab dikirin ku piştî Efrînê pergala demokratîk hilweşe. Ji ber ku gavên destpêkê bûn, nû çêdibû, her wiha Efrîn cihekî girîng bû ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dîtin ku sîstem nehate rûxandin paşê êrişên xwe anîn ser Girê Spî û Serêkaniyê. Bi wê re jî çênebû. Êdî vebijêrkên cûda di destê wan de neman. Bi van êriş û dagirkeriyan re ew bi xwe dikeve nav tengahiyê û zexmetiyan dikşîne. Li dijî wê berxwedanî tên kirin. Her diçe aloziyên aborî, siyasî û civakî li Tirkiyê kurtir dibin. Her wiha îtîfaqa wan ya bi hikumeta Şamê û Rûsya re jî dikeve xeteriyê. Ji ber wê êdî dixwaze bi şêwazê îstîxbarat, peywendiyên cûda û kaxizên din bazara bi hikumeta Şamê re bike.

Hesabên niha li ser çi ne?

Bazara hikumeta Şamê ya li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li beramberî hin mijarên girêdayî Rûsya û hikumeta Şamê bû. Niha jî dixwaze taybet di mijara Xûta, Idlib, Şamê de hin bazaran bi hikumeta Şamê re bike. Hikumeta Şamê ji xwe lewaz e û destê wê teng bûye. Dewleta Tirk dixwaze vê demê kar bîne û hin tiştan bi hikumeta Şamê re bide qebûlkirin.

Derbarê hevdîtina Hakan Fîdan û Elî Memlûk de gelo tu agahî gihiştine destê we?

Hevdîtinên wan di esas de 2017`an de dest pê kirine. Heya hin hevdîtinên wan derveyî Şamê wekî Bexda yê çê dibin. Ya girîng dewleta Tirk bi rengekî dixwaze têkiliyan bi hikumeta Şamê re çê bike, zextê bike û gefan dixwe ku nehêle di hundirê Sûriyê de çareserî pêk bê.

Çima Bexda? Her wiha derveyî hikumeta Şam û MÎT`ê, gelo hin hêzên din tev li van hevdîtinan bûne?

Ev planekê dewleta Tirk e. Dewleta Tirk ji bo ku darbeyekê li gelê Kurd, xwediyê demokrasiyê, projeya neteweya demokratîk û şoreşê bixe bi dewletên cîran re dikeve nav îtîfaqan. Di Sûriyê de hewildanên xwe heya radeyekî pêk anî. Tevgera Kurdistanê bi giştî bi hev girêdayî ye, ne mimkûne ku tiştê li Rojava çêdibe bandorê li Kurdistanê giştî neke.  Dewleta Tirk li dijî gerîla, Şengal, Mexmûr, Qadên Parastinê yên Medyayê gelek operasyon û êriş kirin lê negihişt encamên ku dixwaze. Ne şoreşa Rojava hat şikandin ne jî li çiyayên Kurdistanê gerîla şikand. Heta di aliyê navneteweyî de jî li gelek welatan geriya ku dixwaze van êrişên xwe di qada navneteweyî de rewa bike û hevkarî bi welatên cîran bike ku tevgera Kurd bixîne.  Berê bi balafiran êriş dikir niha dixwaze li ser erdê bi rengên cûda li wan welatan êriş bike. Mînak beriya niha li Ewrûpa şoreşgerên Kurd bi rêya MÎT`ê şehîd dixistin. Niha li Başûrê Kurdistanê şoreşgerên Kurd di nav kolanan de sûîqast dike û şehîd dixin. Li Rojava jî heman hewildanan dike. Ji bo ku vê hovîtiyê pêk bîne pêwîstiya wî bi îtîfaqan heye. Tiştê ji destê wan tê, li wan welatan dike. Piştî wê jî diçe ji wan re dibejê `Ez ê vê tengahiyê firêh bikim lê divê tu jî bi min re kar bike.` Mînak ev demeke avê li ser Sûriyê û Iraqê qût dike û jiyana gel dike xeteriyê. Piştî ku dibe alozî dewleta Tirk nûnerên xwe dişîne Bexdayê û dibêje `Em dikarin pirsgirêka avê çareser bikin lê tê jî ji min re alîlkar be.` Li ser zextê bazaran dike. Bi Iraqê re dixwaze peymanan çê bike. Taybet demekê ku hikumeta Iraqê ber bi hilbijartinan ve diçe û kes li wir naxwaze bi dewleta Tirk re bikeve nav pirsgirêkan. Siyasetmedar jî dixwazin di vê demê bi rengekî aram derbas bikin da ku hilbijartinan li gor xwe bidin meşandin. Dewleta Tirk jî di vê demê de bi destê wan yên ku diêşe digre. Hevdîtin li Bexdayê jî kirin, dixwaze zextekê li Bexdayê jî bike da ku şertên xwe deyne ser wan û wan bike şirîkê êrişên li ser Tevgera Azadiya Kurd.

Piştî van hevdîtinên îstîxbarata dewleta Tirk, Iraq û Sûriyê êrişên sûîqastên zêdetir bûn. Herî dawî li Silemaniyê bûyerên wiha pêk hatin. Ev êrişên wiha çi diyar dikin, her wiha PDK`ê di van civînan de li ku cih girt?

Dewleta Tirk neçar ma ye. Bi balafir, çekên kimyewî hovîtiyeke bê sînor êrişî sivîlan dike. Lê nikare rê li pêşiya Tevgera Azadiyê bigre. Rêber Apo di nav tecrîdê de ye, di nav zindana xwe de dîsa wî ceza dikin. Li ser siyasetmedaran zextê dike. Her wiha êrişî Kurdistanê dike. Bi wê jî têr nabe. Kesekî azadixwaz li welatekî cîran bijî wê jî qebûl nake. Ev tev encama tirsa binkeftinê ye ku li gel Erdogan çêbû ye. Di van demên dawî de anketên ku çêbûn diyar kirin ku wê Erdogan bin bikeve û dawiya wî nêz bûye. Êdî ketiye nav hewildanên ku hemû cihan tevlihev bike.

PDK`Ê ASTA XWE DERBAS KIRIYE

PDK`ê bi MÎT`ê re bû alîkar. Esas yên ku karên wan hêsan kir PDK'ê ye, hin tişt amade kirin û di nav projê de jî destê PDK`ê tê de hebû. Bêgûman îstîxbarata hikumeta Iraqê jî fermî hevdîtin çêkirin. Ev tiştekî gelekî xeter e. PDK`ê di aliyê leşkerî de li dijî gerîla bi dewleta Tirk re di nav şer de ye û heya gihiştiye astekî hêzên bi navê Rojava çêkiribûn wan jî kirin nav şer. Li ser Rojava ev demeke ambargoyeke aborî dide meşandin, nûnerên Rêveberiya Xweser hîn li Hewlerê girtiye. PDK`ê ketiye nav hewildanan ku dixwaze navbera dewleta Tirk û hin dewletên cûda wekî dewletên kendavê navbertiyê dikinû têkiliyan çê dikin.  Êdî PDK`ê ji wê asta parastina berjewendiyên xwe derbas kiriye û bûye hevkarê hikumeta Erdogan.

Ev demekê ENKS ketiye nav tevgerekê ku bi çalakî û daxuyaniyan re rûxmî ku ewqas sûc li Efrînê pêk tên bang li gel dikin ku vegerin Efrînê. Di serî de hûn van tevgerên ENKS çawa dinirxînin û pişt perdeya vê kî heye û hedef çi ye?

Tê zanîn ku ev demekê ENKS endama îtîlafê ye û bi dewleta Tirk re di nav têkiliyan de ye. Ji destê PDK`ê jî derketiye. Esas perspektîf û talîmatên xwe yekser ji MÎT`ê digre. Berê hinek bandora PDK`ê li  wan hebû. ENKS û PDK bi hevre bi MÎT’ê re di nav hevkariyê de ne. Êdî ENKS nema wekî projeyeke Kurdên Rojava tevdigere. Ew wekî beşê MÎT`ê yê Rojava tevdigere. Ji bo parastina berjewendiyên Erdogan, AKP hewil dide êrişî xweseriya demokratîk bike û vê projeyê di asta cîhanî de bi rengekî ne baş bide diyarkirin. Her wiha di nav gelê herêmê de taybet gelê Kurd de antîpropaganda xweseriyê dike û rewabûnekê dide dagirkeriya dewleta Tirk di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi taybet jî herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.  Ji xwe tu carî qebûl nedikirin ku ji dewleta Tirk re bibêjin dagirker, divê ev dagirkerî ji axa me derbikeve, herêmên di bin dagirkeriyê de bên rizgarkirin. Niha dibêjin `komên çekdar li herêmên dagirkirî rêveberiyê dikin, ew ne çete ne, ne xirab in, ne hov in.` Dixwazin dagirkeriyê wiha bidin nîşandan ku di asta navneteweyî de bidin qebûlkirin.

Beriya vê demekê saziyên mafên mirovan raporek derxistin. Di wê raporê de gotin `metirsiya dewleta Tirk li herêma Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî heye ku binpêkirinên mafên mirovan dike, demografiyê diguherîne, dibe sedem ku koçberî pêk were. Pêşniyar kiribûn ku divê lêpirsin li ser vê mijarê dest pê bike.` Dema ku dewleta Tirk vê pêşniyarê bihîst yekser bang li ENKS kir û talîmat da wan û got `Divê hûn herin vê nêrîna li ser me çêbûye biguherînin.` ENKS jî proje, plana xwe li dar xist û hamleya bi navê qaşo `vegera gel  a li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî` dest pê kirin. Taybet giranî didan Efrînê.

ENKS DOZ, AX, GELÊ XWE DIFIROŞÊ DIJMINAN

Gelo kes heye ku naxwaze vegerê malên xwe? Em bi giştî dixwazin ku gelê me vegere welatê xwe. Lê ENKS'ê dixwaze vê xwesteka mirovan bi rengekî din bi kar bîne. Dixwaze bide nîşandan ku li wir tu pirsgirêk, zilm, îşkence tinene û bila gel vegere.  Ez jî ji wan re vê dibêjim;  ger bi rastî dilê wan li ser gelê Kurd ve ye û dixwaze gelê Rojava vegere ser erdê xwe, me tu carî ne dît ku gotin bila gelê me yê Kurd li Tirkiyê, Başûr, Ewropa vegerin malên xwe. Çima taybet bi israr dibêje ku gelê me yên ku ji herêmên dagirkirî derketine vegerin? Yanî dibêje bila venegerin herêmên di bin siya Rêveberiya Xweser lê vegerin herêmên dagirkirî. Rojane propaganda li ciwanan dikin ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbikevin. Bi van şêwazan dixwaze rûyê dagirkeriya dewleta Tirk spî bike. Dibêje li herêmên dagirkirî zilm tine ye, nexwe çima heya niha bûroyên ENKS li Efrînê tine ne?  Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûroyên wan hene û rojanê li dijî xweseriyê tevdigerin, çalakiyan dikin û civîna li dar dixin. Çima li Efrînê çalakiyan nakin? Parastina herêmên dagirkirî dikin, şandeyên xwe rêdike derve û dibeje` werin vê xweseriyê hilweşînin, me jê xilas bikin.` Doz, ax, gelê xwe difiroşe dijminan. Gel û dîrok vê qebûl nake. Ev saleke nîv e em hewildidin îtîfaqan bikin lê wan jî di bin re derfetên ku ketin destê wê li dijî xweseriyê rêxistinbûne bi kar anîn.

Em bîr bixin ku Rêber Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de behsa xefika Kurd a 200 salan dike…

Pergal û sîstema desthiltadar a ku di Rojhilata Navîn de çêbûye bi taybetî di van 200 salên dawî de pergala netewdewlet peşket û sîstemek çê bû. Xwediyên pergalê yên ku gel bindest kirine ji xwe re plan danîne ku hin kesan ji xwe re bidin xebitandin. Heta hinek dewlet li ser navê hin neteweyan çêkirin ku ji wan re xizmetê bikin. Yên Kurdan jî du qet bû.  Di nav gelên bindest de du rengên berovajî derdikevin. Qehremantî û fedayetiyên gelek mezin derdikevin pêş û berovajî wê jî xwefirotinên gelek mezin jî derdikevin pêş. Niha dema ku qehremnatiyên mezin di nav kurdan de çêdibin, şoreşa demokratîk pêş dikeve, em bûne pêşengên ku hemû gelan bîne gel hev, li dijî vê jî kurdên ku bi gelekî erzan xwe difiroşin dijmin jî derdikevin.

ENKS ewqasî xizmeta wan dike ka çi dide wan çi bi ser dixe? Tiştekî nade wan. Li Efrînê cihê bûroyekê nedana wan. Sozên ku dane wan asta takekesî derbas nake ku gelekî biçûk û bêqîmet in. Hêzên çekdar avakirine ku bi salane me gêj kirin dibêjin hêzên çekdar ji bo Rojavayê Kurdistanê biparêzin hatine avakirin. Lê dema dewleta Tirk ji wan xwest, wan komên çekdar li dijî gerîlayan da şerkirin. Ev ne şerm e? Wê rojê du ji wan (Çeteyên Roj) di encama mayinê de hatin kuştin. Karê wan çeteyan li wir çi bû?  ENKS'ê digot, ev ne çete ne peşmerge ne û navên pîroz li wan dikirin. Derket ku çete ne û çûne şerê gerîla dikin.

ENKS di aliyê siyasî, dîplomasî, civakî de li dijî me dixebite, bi dijmin re îtîfaqan dike. Di dawî de jî çend xortên wan hebûn wan jî rêkirine ku li dijî gerîla şer bikin. Derveyî van tiştekî ku dijminatiyê bike di destê wê de nemaye. Hîna jî xwe wekî Kurd, wekî nûnerên kurdiyatiyê dide diyarkirin. Ev dirûtiyeke û nayê qebûlkirin. Gelê me van dizane. lê divê em eşkere bikin û li ser wê bes binixûmînin. Gelê me beriya her tiştî divê xwedî li destkeftiyên xwe derbikeve û parastina wan bike. Herkes erkdare ku ji wan re bibêje êdî bes e.

Gelo hevdîtinên wê bi ENKS'ê re hene?

Hevdîtinên me ji meha 10`an ve sekinine. Heya niha jî hevdîtinên me çênebûne. Hinek hewildanên garantor hem bi QSD`ê re hem jî bi Amerîka re hevdîtinên me û ENKS çêbûn. Wan jî dipirsî `gelo wê çawa bibe` lê yekser hevdîtinên me bi ENKS'ê re çênebûne.

Ger hevdîtin çê bibin li ser çi esasî wê çê bibin û xalên sitûr çi ne?

Beriya her tiştî divê ENKS ji xeta dijminatiyê derbikeve. Niha heger bi dijmin re bibe yek em ê çawa îtîfaqê bikin? Yan divê em herin aliyê dijmin yan jî divê ew destê dijmin berdin. Komîteyeke wan heye li dijî xweseriyê hevdîtinan bi dewletan re dikin, çend partiyên wan bi navê kurdiyetiyê hene di nav gel de antîpropaganda dikin û çend bûroyên wan hene bêîstîsna hatibûn vekirin li wir karên fitnê dikin, her wiha xizmeta dagirkeran dikin. Pergala xweseriyê qebûl nakin û dibêjin `em dixwazin hûn nîvê rêveberiyê bidin me.` Tiştekî ku nayê qebûlkirin çawa daxwaza nîviyê wê tê kirin?     Ji bo wê divê ENKS'ê xwe d ber çav derbas bike û bi kurtasî ji xeta dijminatiyê derbikeve. Paşê mirov dikare li ser ziraviyên din nîqaş bike.

Hevdîtinên girîng li derveyî welat pêk tên. Amerîka, Rûsya, Tirkiyê, MSD, hikumeta Şamê di nav tirafîka hevdîtinan de ne. Diyalog bi çi awayî dest pê bikin û dê bandoriya van hevdîtinan li herêmê çawa be?

10 salên pirsgirêka Sûriyê qediya û negihiştiye çareseriyê. Xuya dike ku wê hin jî dirêj bike. Lê her welat û dewletên ku ketine nav vê dosyayê dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin û encamê ber bi xwe bibe. Hinek dixwazin ji nû de mijara Cinêvê nîqaş bikin û diyalogên zindî bikin. Her kes dixwaze beriya diyalogan xwe li ser erdê xurt bike. Ya girîng ji me re em ê şoreşa xwe çawa biparêzin, çi erk li ser milê me heye, em ê çawa rêxistinbûna xwe xurt bikin û xwe ji êrişan biparêzin.  Ya girîng gelê Sûriyê ji bo xwe çi dibêje. Xebatên me yên dîplomasî berdewam dikin. Ev wekî beşekî xebatên vê şoreşê ne. Bi Rûsya, Amerîka, Ewropa û hin welatên ereban re xebatên cûr be cûr tên meşandin û ev jî tiştekî xwezayî ye. 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gGGpaUhEFRQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>