Rojnamevanek ji Başûr: Ya girîng li gel hin partiyên Kurd razîkirina dagirkeran e

Reportaj Summay

Rojnamevanek ji Başûr: Ya girîng li gel hin partiyên Kurd razîkirina dagirkeran e
20 îlon 2021   00:48

Rojnamevan û şîrovakarê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir Qadir got, her tevkariyeke ji aliyê partiyeke Kurdistanî bi dijmin re dikeve xana xiyanetê û diyar kir ku hin partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê berjewendiyên xwe yên malbatî esas digirin bêyî ku girîngiyê bidin encamên tevkariya bi dijmin re.

Ji 23'yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên giran dibe ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê. Di van êrişan de balafirên şer, yên bê mirov û çekên qedexekirî bi kar tîne. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di van êrişan de destekê dide dagirkeriya Tirk ku Kurdistan were dagirkirin.

Roja înê saet di 9’an de li taxa Çarçira li naverasta Silêmanyê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ku ji bo tedawiyê li wir bû, ji hêla MIT’a Tirk ve hat gulebarankirin û di encamê de şehîd bû.

Li ser mijarê rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê li Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir Qadir bersiva pirsên me dan.

Ji 23’yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê dike, lê di vê dawiyê de hêzên PDK’ê liv û tevgera xwe bi ber herêmên gerîla ve zêde kirin û komên gerîla şehîd xistin. Gelo xeteriya tevgera PDK’ê li beramber şerê gerîla yê li dijî hêzên dewleta Tirk çi ye?

Êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê sûcên dijminane yên bêserûber in, zêdegaviyên li hember seweriya Iraq û Sûriyê ku endamên NY’yê ne, her wiha binpêkirina qanûnên navneteweyî ne. Artêşa Tirk bi van êrişan dixwaze gel kole û kontrol bike, mafên mirovan înkar dike, gefan li aştî û hevkariya cîhanê dixwe. Dewleta Tirk bi buhaneya parastina rewa li gorî madeya 51’ê ya ji mîsaqa NY’yê van êrişan pêk tîne.

Tu rewabûn ji hevkariya çi partiya Kurdistanê bi hêzên êrişîkar re tune ye, ji ber ku dikeve xana xiyaneta neteweyî û welatparêziyê. Yekcar nakeve xizmeta berjewendiyên gelê Kurdistanê û partiyan jî. Sûc û kiryarên li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tên nîşaneya vê yekê ne.

Çima PDK’ê beşdarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîla dibe?

Komployeke tirkî heye ku şerê Kurd bi Kurdî derxîne, di vê yekê de berpirsên dewleta Tirk hin endamên ku yekser girêdayî xwe ne bi kar tînin ku şerekî di navbera her du partiyên Kurd PKKû PDK’ê de derxîne. Di baweriya min de aliyê aştîxwaz ê ku berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê diparêze nahêle mijar bigihîne şerê navxweyî û dê xewnên dagirkeran û ajanan têk bibe.

Xeteriya tevekariya bi dijmin re di êrişên li dijî Kurdan de çiye? Gelo dê çawa bandorê li têkoşîna gelê Kurd û mafên wî yên rewa yên li çar parçeyên Kurdistanê bike?

Xeteriya rasteqînî enerjiyên partiyên Kurd di şer de tê xerçkirin û ew jî vê yekê nizanin. Xwînê şoreşgerên xwe di oxira pêkanîna xewnên dagirkeran de helal dikin, zemînekê ji bo têkbirina berxwedana gelê Kurdistanê ava dikin û dihêlin bibin koleyên mêtingerên ku hewl didin hebûna wan îmha bikin. Lê divê welatparêzên Kurdistanê li ku derê dibin bila bibin, bi taybet di vê merheleya li Rojhilata Navîn de van destkeftiyan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin û Kurdistanê ji bin nîrê mêtingeriyê rizgar bikin û dewleta xwe ya neteweyî ava bikin.

Peymana Lozanê ya 1923’yan hatiye îmzekirin, Kurdistanê dagir kir  û li 4 dewletan hate dabeşkirin. Ew peyman ji bo têkbirina berjewendiyên gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê hat îmzekirin. Her wiha da ku gelê Kurd di nava dewletên Ereb de ku Kurdistanê li wan welatan hatiye dabeşkirinê asîmîle bibe. Dagirker di vê demê de dinêrin ku gelê Kurd li ser asta siyasî û leşkerî bi pêş ketiye û serî hildaye û gefan li peymana Lozanê dixwe. Mezinbûna çi hêzkeke siyasî û leşkerî li çi parçeyekî Kurdistanê gefan li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibînin. Ji lew re civînan li dar dixin, komîteyên ewlehî, leşkerî û siyasî ava dikin da ku şerê her pêşketineke kurdî bikin.

Di vê dawiyê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî kesayetên şoreşger zêde kirin, mîna li Şengalê çêbûye, dûvre li nexweşxaneya Şengalê û Wargeha Mexmûrê, her wiha hedefgirtina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) li Silêmaniyê. Gelo armanc ji van êrişan çi ye û helwesta we wek siyasetmedar û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê ji vê yekê çi ye?

Felsefeya dewleta Tirk ew e ku xeteriya mezin a li ser wê ji aliyê kurdan ve tê. Ji lew re ji bo têkbirina kurdan hemû rêbazan bi kar tîne. Armanca wê ya sereke jî, êrişên leşkerî, siûqastkirina kesayet û kadorên siyasî û leşkerî, têkbirina mûzaîka civakî, aborî û siyasî ya kurd e. Ji ber wê her tim xala lawaz a kurdan bi kar tîne da ku wan îmha bike. Dewleta Tirk hemû rê û rêbazên qirêj û dermirovî û qedexekirî bi kar tîne. Ji ber wê divê gerîlayên PKK’ê  ser jiyana xwe baldar bin û bê teredudu ji bo mafên gelê xwe yên berxwedêr tê bikoşe, da ku nebin dirindeyên hêza teknolojî yên li gel dijmin û istîxbarata Tirk.

Çima artêşa Tirk a dagirker û istîxbarata wê bi hêsanî li Başûrê Kurdistanê tev digerin û kesayetên welatparêz dikin hedef? Kî dibe alîkar û agahiyên dide wê, her wiha bandora wê li ser têkoşîna gelê Kurd çi ye?

Divê em bizanibin ku dewleta Tirk û hikumeta Iraqê li ser şerê li dijî têkoşîna kurdan bi taybet hêzên HPG’ê û PKK’ê li hev kirine û hin endam û kesayetên Kurd ên bi wan re tevkar in dibin alîkarî wan sûcên qirêj. Ji wê zêdetir jî pere û teknolojiya wê xurt e û ji bo tevgerên wê yên hovane yên li Başûrê Kurdistanê dibin alîkar. Divê bê zanîn ku rêya azadiyê bê berdîl nayê bidestxistin û doza Kurdistanê pir girêk û asê ye. Tevahî dewletên dagirker, paşverû û yên girêdayî kapîtalîzmê li dijî doza Kurd in. Lê çiqas hêza dijmin mezin be, wê serkeftin para gelên têkoşer be.

Ji Nîsvanê ve, dewleta Tirk serweriya Iraqê bin pê dike. Em dibînin partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê yan pê re hevkar in an jî bê deng in û tu helwesteke cidî li hember van êrişan nîşan nadin. Ma bêdengiya partiyên li Başûrê ne sedema berdewama êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ye û sedema şehîdxistina têkoşerên Kurd e?

Hin partiyên Kurd di aliyê siyasî de têk çûne û dûrî xwestek û berjewendiyên gel in, her wiha li qada siyasî ya Başûrê Kurdistanê tune ne û tenê berjewendiyên xwe yên ferdî û malbatî pêk tînin, guh nadin encamên tevkariya xwe bi dijminê kurdan re. Tenê yê girîng ne razîkirina xeta welatparêzî û çarenûsa gelê Kurdistanê ye, lê belê razîkirina dagirkeran e.

Ji partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê çi tê xwestin ku bi erkên xwe yên neteweyî yên Kurdî rabin?

Ji her kurdistaniyekî/ê tê xwestin ku di eniya siyasî de li dijî komplo û lîstokên ku li dijî me têne kirin bibin yek. Divê bi cidiyeteke zêdetir bi helwesta dijminên xwe bifikirin. Çima dijmin li dijî têkoşîna kurdistaniyan bûne yek û kurdistanî nabin yek? Wê demê pirsgirêk li gel kurdan e, hin dibêjin divê têkoşîna kurdan li tevahî parçeyan bo serkeftina Başûrê Kurdistanê raweste ji. Têkoşînê îsbat kir ku palpişta sereke ya kurdan ne dewletên dagirkerên Kurdistanê ne, lê hêzên kurdî û kurdistanî ye.

Ji Nîsanê ve serweriya Iraqê tê binpêkirin, lê hikumeta Iraqê heta niha bê deng e. Hûn çawa helwesta Iraqê dinirxînin?

Kesên difikirin ku nakokiyên di navbera dewletên Kurdistan dagir kirine de bibin sedema azadiya kurdan ew şaş in. Kesên difikirin ku paytextên Kurdistanê yên dagirkirî piştevaniya têkoşîna Kurd li çar parçeyên din dikin ew nezanin. Serweriya Iraqê ji dema avakirina dewletên çêkirî ji hêla ingilîzan û heta niha ve li dijî kurdistaniyan rewa ye. Peyman û lihevkirinên wan ên sedsala borî û hevkariya wan a ewlehî û leşkerî di vê dema dawî de nîşaneya vê yekê ne.

(fr)

ANHA