Hamît Bozarslan: Dewlet li Efganistanê li pey xeyalên nû ne
Reportaj Summay
Dîroknas Prof. Hamît Bozarslan got piştî ku Talîbanê li Efganistanê rêveberî xist bin kontrola xwe, di qada navneteweyî de hewldanên nû yên berjewendiyan dest pê kiriye û diyar kir ku pirsgirêkeke herî mezin a roja îroyîn jî bêberxwedaniya civakên misilman e.
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên xwe ji Efganistanê vekişandin, desthilata Talîbanê ya li welêt bandoreke nû li hevsengiyên cîhanê û yên Asyaya Navîn kir.
Prof. Hamît Bozarslan da xuyakirin ku ji bo fêmkirina pêvajoya li Efganistanê, divê mirov li bûyerên sala 2012'an ên li Maliyê û yên sala 2014'an ên li Iraqê binêre û destnîşan kir ku pirsa "Çima civak nikarin li ber xwe bidin?" pirsa herî girîng e ku divê îro were pirsîn.
Bozarslan destnîşan kir ku hemû dewlet bi pêvajoya nû ya li Efganistanê re li pey xeyalên nû ketine û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze serkêşiya cîhana îslamî bike û Qeter ji bo tolhildana ji Erebistana Siûdî û Îmaratê li Kendavê xwedî projeyên nû ye û her wiha Çîn jî li Efganistanê xwedî hin projeyan e.
Hevpeyvîna me ya bi Prof. Hamît Bozarslan re wiha ye:
Piştî civîna meha Sibatê ya li Dohayê, serokê DYA’yê Joe Biden dabû xuyakirin ku ew ê hêzên xwe ji Efganistanê vekişîne. Piştre berdevkê Talîbanê diyar kir ku ew naxwazin ty hêzên biyanî li Efganistanê hebin. Li gel van rûdanan, vekişîna DYA’yê ji Efganistanê dikare çawa bê şîrovekirin? Piştî Vîetnamê ev ji bo DYA’yê têkçûn e yan tevgereke stratejîk a nû ye?
Zehmet e ku mirov bersiva vê pirsê bide; lê li gorî min du mijar hene; yek ji wan li Tirkiyê zêde nehatiye nîqaşkirin, ji ber vê yekê ji bo ku em fehm bikin bê ka li Efganistanê çi diqewime, divê pirsa rûdanên sala 2012'an ên li Maliyê û rûdanên sala 2014'an ên li Iraqê bipirsin. Di sala 2012'an de Malî bêyî ku li ber xwe bide, ket. Di sala 2014’an de bajarekî mîna Mûsilê ku nifûsa xwe 1,6 milyon e û 500 milyon di qaseya wê de bû, her wiha 100 hezar leşker û polîs lê hebûn, ket. Û îro Efganistan ket.
Bi ya min pirsa pêşî ya ku divê were pirsîn ev e; “Çima civak nikarin li ber xwe bidin?, Çima berxwedana civakî çênabe?” Bi ya min heta ku em vê pirsê nepirsin, em nikarin xwe ji bo karesatên pêşerojê amade bikin. Ev pirs di heman demê de diyardeya berpirsyariya demokratîk a li cîhana îslamê jî bi xwe re tîne. Êdî ne bi têkbirina DYA'yê ve eleqedar e, bi têkbirina civaka Efganistanê re eleqedar e. Divê em ji bîr nekin ku mijara herî girîng a ku di civakên îslamî de bê nîqaşkirin "çima civak ji nav diçin" e.
Meseleya din jî ev e; DYA têk çû yan têk neçû? Zehmet e ku mirov bersivê bide vê. Ji ber ku em niha bi tabloyeke nû re mijûl dibin. Vekişîna DYA'yê ya ji vê maseyê de tê dîtin. Lê stratejiya vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê ji sala 2011’an ve di cih de ye. Bo nimûne, di sala 1917’an de Brîtanyayê li Îrlandayê şikestineke mezin xwar û neçar ma xwe vekişîne. Lê belê ev yek nebû sedem ku Brîtanya piştî sala 1918’an hem li Rojhilata Navîn hem jî li gelek deverên cîhanê serdest bibe. Brîtanyaya Mezin di salên 1945-46’an de li Malezyayê şerê gerîla têk bir. Lê belê vê serkeftina mezin pêşî li hilweşîna Împaratoriya Brîtanyaya Mezin negirt. Di vê çarçoveyê de ne pêkan e ku mirov bersivê bide pirsa bê ka helwesta siberojê ya DYA'yê hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê wê çi be. Ev yek ji bo piştî şerê Vîetnamê jî derbasdar e. DYA di sala 1975’an de li Vîetnamê şikestineke giran xwar; lê belê piştî sala 1979'an tevî şoreşa Îranê jî gelekî bi xurtî vegeriya û îro Vîetnam yek ji hevalbendên herî nêz ên DYA’yê ye. Em ne bawer in ku Efganistan sibe bibe hevalbendê DYA’yê. Daxuyaniya îro ya wezîrê parastinê yê DYA’yê ku dibêje em dikarin bi Talîbanê re li dijî DAIŞ'ê şer bikin, vê yekê nîşan dide. Carinan bi rastî jî şikestinek dikare bibe destpêka tevgereke nû.
Dema Talîbanê di sala 1996’an de Efganistan girt, ji aliyê Pakistan, Îmarat û Erebistana Siûdî ve hat naskirin. Di pêvajoya heyî de hin welatên wekî Almanya, Tirkiye û Çîn peyamê didin ku dikarin bi tevgerê re têkiliyan çêkin. Wekî din, dîrektorê CIA'yê ji bo hevdîtina bi lîderên Talîbanê re çû Efganistanê. Bandora van li ser hevsengiyên cîhanê, nemaze li welatên Asyaya Navîn çi ye?
Mijara naskirinê ne diyardeyeke dîplomatîk e. Her çend naskirin bi awayekî fermî nebe jî, naskirina defacto tê wateya naskirinê. Li gorî min her kes xeyalên mezin dike. Di nav wan de Tirkiye jî heye. Li Efganistanê Enver Paşa dixwest tevgereke îslamî ya antî-emperyalîst bi rê ve bibe, lê ev bi ser nexist. Bi gotineke din projeyên wekî xwesteka Tirkiyê ya birêvebirina cîhana îslamî hene û projeya Qeterê heye ku bi rêya hilanîna tolê ji Siûdî û Îmaratê û projeya Çînê ya ji bo serdestiya li herêmê bibe hêzeke mezin.
Li gorî min diyardeya herî girîng a li ser vê mijarê ew e ku Rûsya ye û Rûsya bi tirs tev digere. Bila mudaxeleya Rûsyayê ya di dawiya sala 1979'an de ji bîr nekin, dîroka wê vedigere serdema cîhadîzekirina tevgera îslamîst. Û niha em dibînin ku ev geşedan dikare bandoreke pir girîng li Tacikistan û Ozbekistanê jî bike. Di nava sedemên vê de ne tenê Talîban dixwaze şoreşa xwe pêk bîne, di heman demê de etnîsîteya Efganistanê jî heye. Di nava vê etnîsîteyê de hem nerazîbûna li hemberî Talîbanê heye, hem jî sûdmendiya ji Talîbanê heye. Bi ya min, Kremlîn dema ku dibêje tişta diqewime geşedaneke pir cidî ye, rastiyê dibîne. Ji ber vê yekê sînor, etnîsîte, îslam û Talîban di nava xwe de koalîsyonek in û dema ku hûn koalîsyoneke leşkerî ava bikin, dibe ku rêvebirina wê koalîsyona leşkerî gelekî zehmet be. Ji ber ku ev hêz di heman demê de hêzên xweser in. Dema mirov li pêvajoya 11'ê Adarê binêre, Pakistan bi DYA ve girêdayî ye, Talîban bi Pakistanê ve, El-Qaîde bi Talîbanê ve girêdayî ye. Lê bi her awayî diyardeyeke xweseriyê heye. El-Qaîde li ser Talîbanê xwedî bandor e. Di vê çarçoveyê de ev pêvajoyên xweserbûnê wê bi rengekî bê guman ji nû ve dest pê bikin.
Hin derdor hewl didin feraseteke bi vî rengî têkildarî Talîbanê çêkin. Daxuyanî û nirxandinan rê li ber şîroveyên vekir ku Talîban dixwaze bê rewakirin? Hewldanên ji bo rewakirina Talîbanê li qada navneteweyî, dê di dema pêş de bandoreke çawa li gefên komên cîhadîst û selefî bike?
Dema mirov li pêvajoya piştî sala 1979’an dinêre, dibîne ku nîv-koçeriyeke çekdar ava bûye. Şerê Efganistanê yê piştî sala 1979’an bi destwerdana van hêzên çekdar ên nîv-koçer dest pê kir. Li welatên Ereban; Kurd, Tirk û Boşnak jî di nav de, herî kêm 30 heta 40 hezar kes çûn û li Efganistanê şer kirin an jî li wir perwerdeya çekdarî dît. Dema em îro li tevgera cîhadîst dinêrin; El-Zewahirî, El-Berxawî, Bîn Ladîn, El-Lîbî û El-Sûrî hemûyan di şerê Efganistanê de perwerdeya çekdarî dît. Em dibînin ku ev nîv-koçeriya çekdar di sala 1994’an de jî dewam kiriye. Piştî Sûdanê, li Efganistanê û di salên 2010'an de vê tevgera nîv-koçer 200 hezar mirov girtin nava xwe. Dema ku em îro li Malî û Nîjeryayê dinihêrin, li gel mijara Iraq, Îran û Sûriyê, dibe ku nîv-koçeriya çekdar nesekine û ji bo Talîban vê bide sekinandin, divê bikevin nava şerê çekdarî. Ew dê bikeve şerekî çekan? Ew ê heta çi radeyê bikevinê? Û ji bo pevçûn bi ser bikevin, bi rastî jî divê xwe nêzî Amerîka û Rûsyayê bikin. Lê aşkera ye ku Talîban bixwaze jî nikare her tiştî kontrol bike. Ji ber ku ev dînamîkên çekdar ên radîkal êdî li beşeke gelekî girîng a cîhana îslamî belav bûne. Talîban ji marjînalên cîhana îslamî tê. El-Qaîde û DAIŞ encama entegrasyona van marjînal in. Potansiyela wan marjînalan heye ku xwe û cîhana îslamî tune bikin. Ez texmîn nakim bê ka ev potansiyel dê çawa bi pêş bikeve û Talîban çawa dikare pêşî lê bigire.
Di destê Talîbanê de ji her demê zêdetir cebilxane heye. Biden diyar kir ku razemeniyên li şerê li Efganistanê kirin, bi qasî trilyon dolaran in. Niha balafir û helîkopterên Talîbanê hene. Ev hêz dê çawa were birêvebirin?
Ev hêzek e ku nayê bikaranîn. Ji ber ku dema mirov li van koman dinêre, ne pêwîst e tank û topên wan hebin. El-Qaîde ne xwedî balafirên şer bû. DAIŞ'ê tankên DYA’yê girtin, lê belê nekarî wan tankan bi kar bîne. Dema em îro li herêma bejahî binêrin, bi taybetî Afrîkaya navendî (reş) û Malî dikarin bibin Efganistaneke nû. Li Maliyê motorsîkletan bi kar tînin. Di şerên bi vî rengî de ne alavên leşkerî yên cidî ne. Ji ber ku heke em qala cîhadiyên nîv-koçer bikin, dê li navenda bajaran bi pêşengiya Talîbanê jiyanek ku ji aliyê melayên pêşengên Talîbanê ve tê ferzkirin, çêbe. Dê tepisandineke giran li ser bedena jinan û ya bedena zarokan çêbe. Cezayên şerî dê bi giranî bên bicihanîn. Ji ber vê yekê li çiyayan tank an jî top dê neyên bikaranîn.
Hema piştî ku Talîbanê desthilatdarî bi dest xist, Tifaqa Bakur ragihand ku ew ê li Pencşîrê li dijî Talîbanê şer bike. DAIŞ'ê berpirsyariya êrişa li dijî balafirgeha Kabulê jî girt ser xwe û daxuyaniyên DYA'yê nîşan didin ku rûdanên wiha dibe ku biqewimin ku DAIŞ-Xorasanê ji niha ve dest bi gefan kiriye. Li gorî van geşedanan mirov dikare bibêje Efganistan ber bi nakokiyeke nû ya navxweyî ve diçe?
Hêzên Ehmed Mesûd teqez dê li ber xwe bidin û bi îhtimaleke mezin dê di vê berxwedanê de destekê ji derve bigirin. An jî Talîban ku di rojên dawîn de li geliyê Pencşîrê şikestin xwari, dibe ku nexwaze herêmê kontrol bike. Pirsgirêka DAIŞ'ê pir girantir e. Ji ber ku DAIŞ ne bi xakekê ve girêdayî ye. Dema mijar DAIŞ be, mijara bingehîn nîv-koçerî ye. Binavkirina ‘Xorasanê’ vê yekê gelekî zelal dike. Lê di heman demê ev nîv-koçerî dê li bajaran mayînde nebe. Xetereya duyemîn a li ser DAIŞ'ê ew e ku li vê derê têkiliya xwe bi xakê re heye. Talîban koalîsyon e. Ev koalisyon, koalîsyona mîrên şer e û çekdarên wê jî li ser erdê xwedî bandor in. Yên ku herêmê kontrol dikin, ev mîrên şer ên herêmî ne. Xweserbûna van şervanên herêmî dê potansiyeleke gelekî cidî ya şîdetê çêke. Zehmet e ku pêşî lê bê girtin.
Dewleta Tirk got ku ew dikare bi rêya parastina balafirgeha Kabulê li herêmê bimîne û piştre jî li ser daxwaza Talîbanê desteka teknîk pêşkêş bike. Ev daxuyanî çi nîşan didin? Di navbera dewleta Tirk û Talîbanê de lihevkirineke nepen heye? Dewleta Tirk dixwaze li Efganistanê bi roleke çawa rabe?
Ne pêkan e ku Erdoganîzm ji Talîban an jî îslama radîkal a salên 1980'yî bê veqetandin. Li wir tu berdewamiyên organîk nîn in, lê berdewamiyên îdeolojîk in. Lê belê ji vê wêdetir, ewlekariya Tirkiyê ya li Efganistanê ye ku li ber xetereyê ye. Ev ewlehî dê çawa pêk were? Talîban dikare balafirgehê bide Tirkiyê yan jî Qeterê, lê dikare çi qasî ewle be. Talîban dê çawa DAIŞ'ê kontrol bike? Çawa dikare pêşî li êrişên xwekujî bigire? Texmînkirina van mijaran ne mimkun e. Ji ber vê yekê, ji aliyê teknîk ve kontrolkirina balafirgehê jî xetereyeke gelekî cidî ye. Ji ber ku aktorên ku tu pê re mijûl dibî, nizanî û Talîban bi xwe jî nas nake. Êrişa dawîn ev yek gelekî zelal kir. Tevî 6 hezar leşkerên DYA’yê û çend hezar endamên Talîbanê jî nekarîn pêşî li vê êrişê bigirin. Ne mimkun e ku mirov texmîn bike bê ka sibe êrişeke wiha çawa dikare were astengkirin. Pêdivîya vê bi îstîxbaratê heye û zehmet e ku Talîban xwedî îstîxbarateke bi vî rengî be. Ji ber vê yekê, ji bo balafirgeha Kabulê kontrol bikin, divê hemû hevsengî li ber çavan bên girtin.
Herî dawî te got meseleya DAIŞ'ê girantir e. Niha jî DAIŞ hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriye û Iraqê xwe vejîne. Têkildarî hewldanên DAIŞ û xetereya vejîna wê mirov dikare çi bibêje?
Heke tevgera Kurd nebe, diyar e ku DAIŞ wê ji nû ve zindî bibe. Ji bo pêşî li gaveke bi vî rengî were girtin, divê feraseteke bi vî rengî ya fedakar û xwedî doz hebe. Ji ber vê yekê bêyî Kurdan aşkera ye ku DAIŞ hem li Iraqê hem jî li Sûriyê dikare ji nû ve zindî bibe. Bila ji bîr nekin ku DAIŞ di sala 2017'an de hilweşiya, lê hema piştî ku hilweşiya, got serdemeke nû ya bi navê "sebir" dest pê kiriye û ev têgeha "sebir" pir girîng e. Ev têgeh ji ayeteke Quranê ye ku dibêje "Xwedê dikare serkeftinê jî bike para we, lê dikare têkçûnê jî bike para we. Têkçûn ceribandinek e, divê hûn wê derbas bikin. Dilsoziya we ya ji Xwedê re dê li pêşberî ceribandina têkçûnê girêdayî çalakiyên we be." Ji ber vê yekê DAIŞ nafikire ku qediyaye, tenê bi têkçûnekê re ku Xwedê daye, rû bi rû ye. Ji ber vê yekê dibêje ew di serdemeke îsbatê re derbas bûye û di demeke nêz de dê sebir biqede. Bo nimûne, îro li Afrîkaya navendî û bakurê Afrîkayê DAIŞ gelekî xurt e, şaneyên xwe li Asyaya Navîn hene, li Efganistanê xwedî hêzeke cidî ye. Zindîbûna li Sûriye û Iraqê, bi taybetî dema em li êrişên li Iraqê binêrin, em dikarin vê yekê bi zelalî bibînin. Lewma tevgera cîhadî ya radîkal neqediyaye. Niha di cîhana îslamî de 40 sal e şer heye. Ev şer ji sala 1979'an û vir ve dewam dike û îhtimal heye ku veguhere şerekî 50 salî. Çawa ku mirov ji vê pêvajoyê derkeve, anku ji bo ku tevgera cîhadîst bi dawî bibe, dê neçar bimîne ku ji diyardeyên wekî otorîtalîzm, tundî, westiyana civakî, bêberpirsyariya girseyî û berxwedana civakî derkeve.