'Gelê Iraqê wê bibe qurbanê derengxistina hilbijartin û rageşiya Îran û DYA`yê'

Reportaj Summay

'Gelê Iraqê wê bibe qurbanê derengxistina hilbijartin û rageşiya Îran û DYA`yê'
26 tîrmeh 2021   07:09

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê iraqî Nezîr El-Kendorî da zanîn ku heke hilbijartinên bê nehatin derengxistin, dê bi xwe re tu guhartinên cidî di sazûmaniya rejîma heyî ya li ser kota mezheb, neteweyî û partiyê de, neyîne.

Dema hilbijartinên Iraqê yên pêşwext ku dê di 10’ê Cotmeha bê de were lidarxistin, nêz dibe. Lê vekişîna hin aliyan ji van hilbijartinan zû dest pê kirin.

Serokê Şepêla El-Sedrî ya Iraqê Muqteda El-Sedir û Partiya Komunîst ragihand ku ji hilbijartinên parlamentoyê vedikişin. Bi vekişîne, dibe ku hilbijartinên Iraqê were derengxistin.

Di gel van rewşên siyasî û civakî yên girêk de, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çû Washingtonê, bi armanca ku sozeke fermî ji bo vekişandina Amerîka ji Iraqê, wergire.

Li aliyekî din jî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên ku beriya çend rojan gihaşt Washingtonê, da zanîn ku dê di nîqaşê de dema vekişandina Amerîka were diyarkirin. Lê dezgehên çapemeniyê yên amerîkî ragihandin ku dê vekişîna hêzên Amerîka di dawiya îsal de be.

Têkildarî mijarê, ajansa me hevpeyvînek bi nivîskar û lêkolînerê siyasî yê iraqî Nezîr El-Kendorî re çêkir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

*Bi nêzbûna hilbijartinên Iraqê re, gelo çi guhartin di nexşeya sıyasî ya Iraqê de heye?

Nexşeya siyasî ya niha ya ku ji hêla bloka siyasî ya Iraqê kontrol dike ve li ser hatiye lihevkirin. Divê bê guhartin bimîne ger ku rejîma nayê guhartin û bi hilbijartinan an jî bêyî wê bandor nabe. Lê heke hilbijartin di dema wê de pêk hatin dê rageşiya aliyên siyasî li hember milîsan di parlamentoyê de zêde bibin.

*Gelo dê ev hilbijartin bi xwe re tiştekî nû bîne yan xwe dispêre kota mezhebî û neteweyî ya mîna berê?

Hilbijartinên bê tu guhartinên cidî di sazûmaniya rejîma heyî ya li ser kota mezhebî, neteweyî û partî hatiye avakirin de, bi xwe re nayîne. Ji ber tevahî blokên siyasî yên niha tevî nakokiya di navbera wan de, li ser mayîna kota partiyên Şîa, Kurd û sunî li hev dikin ku wek xwe bimîne û nehêlin tu partiyek neteweyî ya iraqî di hevrikiya hilbijartinê de bi pêş bikeve. Da ku hevrikî di navbera partiyên her pêkhateyekê de bimînin, ku partiyên Şîa di navbera xwe de pêşbirk bin, partiyên Kurd di navbera xwe de pêşbirk bin, her wiha partiyên Sunî jî di navbera xwe de pêşbirk bin.

Heke tu guhartin di binyada rejîma heyî de çênebin û ji kokê de çareser nebin, weke ku gelê Iraqê dixwaze, dê têgeha hemwelatîbûnê di Iraqê de winda be.

*Şepêla El-Sedrî û aliyên din, ragıhand ku ew ji hilbijartinan vedikişin, gelo sedemên vekişandinê çi ne û dê bandorê li rêveçûna hilbijartinan û rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî bikin?

Girêdayî vekişîna Şepêla El-Sedrî ji xebata siyasî, bi texmîna min hewldaneke ku zexma êrişa niha ya ji dijberên wê yên partî û milîsên Şîa yên dîtir kêm bike. Ji ber ew partî hemleyek li dijî wê pêk anîne ku hilweşînin, da ku xwesteka El-Sedrî ya bi destxistina  serokwezîriyê têk bibin. Li aliyekî din jî ji ber helwesta Şepêla El-Sedrî ji Şoreşa Cotmehê ya Ciwanan, giraniya xwe di nava gel de winda kir. Ji ber vê yekê jî hişt ku bi awayekî demkî ji xebata siyasî bi dûr keve, da ku beşa ji destdayî vegerîne, an jî xwe ji bo hevrikiyê amade dike. Dibe ku li kolanan de rageşî çêbibe û çek werin bikaranîn, da ku pirsgirêkên xwe yên siyasî çareser bikin.

Têkildarî blokên dîtir ên ku ji hilbijartinan vekişîna, fena partiyên biçûk ên li ser Şoreşa Cotmehê tên hesibandin, ji wê zêdetir vekişîna Partiya Komunîst a Iraqê ji hilbijartinan, ez texmîn dikim ku partiyan êdî bawer kirin ku tu derfetê li pêş milîs û partiyên alîgirê Îranê di hilbijartinên bê de venekin û encam dê li gorî berjewendiyên partiyên din be. Ji ber vê yekê  jî van partiyan ev helwest girtin da ku gel bi aliyê xwe ve bînin û zextê li partî û milîsên alîgirên bikin da ku helwesta xwe biguherînin.

Bê guman rêzevekişînin ji hilbijartinên bê, dê bandoreke tund li rewabûna wê bike û heta lidarketina wê bike. Ne dûr e ku parlamentoya Iraqê hilbijartinan heta saleke din dereng bixe. Lê dê bi xwe re hêrseke mezin di navbera aliyên hevrik de çêke û tevliheviya ewlehî zêde bike ku welatiyên iraqî bibin qurbana wê.

*Beriya hilbijartinan xwepêşandanên ji encamên şoreşa Cotmeha Iraqê li dar ketin, gelo dê bandora vê yekê li hilbijartin û xebata siyasî ya Iraqê bike?

Encamên xwepêşandanên Cotmehê ku veguhirî şoreşê bandoreke mezin li rejîma siyasî ya li Iraqê kir, her wiha bandor li asta fikirandina gelê Iraqê bi çîn û ciwanên xwe yên tolhildêr kir. Vê şoreşê rejîm hejand û hişt ku di biryarên xwe de tev li hev bibe û li pêş cîhanê ew rejîm tazî kir. Her wiha ji cîhanê re eşkere kir ku ew rejîmeke çewsîner e û di mayîna li ser desthilatê de xwe dispêre milîsên çekdar ku muxalifên xwe tesfiye bike. Lê li ser asta guhartina fikirî, cara yekemîn piştî dagirkirina 2003’yan Şoreşa Cotmehê bi ser ket, da ku mezhebiyê rake û nasnameya Iraqê vegerîne. Lewra asta fikirî û zanabûnê yê gel bû kevirek li pêş tevahî projeyên Îranê, projeyên partî û milîsên alîgirên wê.

*Beriya wan bûyerên ewlehî, sîuqastkırın û rageşıya di navbera amerîka û îranê de çêbûn, gelo ev girêdayî amadekirina hilbijartinan e? Heke ne girêdayî wê be, gelo pêkan e ev hilbijartin di gel van rewşên binakok de lidar bikevin?

Bûyerên ji binpêkirinên ewlehî û sîuqastkirina li dijî çalakgeran, teqîn û şewitandinan ên li dijî iraqiyan çêdibin, ji ber hevrikiya di navbera bloka siyasî de heye ku dikeve çarçoveya ber hevrikiya hilbijartinan. Ev yek jî berovajî tiştê li cîhanê dibe. Ji ber partî di bernameya xwe ya hilbijartinê de hevrik in û heke bi ser ketin soz didin gel ku çareserî û projeyan ava bikin.

Li ser asta leşkerî ya di navbera Amerîka û Îranê de, têkiliya xwe bi hilbijartinan re tune ye, lê bi danûstandinên niha li Cinêvê di navbera her du aliyan de dibin û girêdayî hewldana her aliyekî ku helwesta xwe ya danûstandinê geş bike. Lê belê ev yek li ser hesabê xwîna Iraqê di navbera her du aliyan de pêk tê. Her wiha ev aloziya ewlehî, nahêle hilbijartin li dar kevin.

DYA’yê û Iraq gereke nû ji diyaloga stratejî li dar dixe, gelo çi encamên nû ji vê gerê hene? Gelo Washingotin amadekariya vekişîna ji Iraqê dike?Di vê çarçoveyê de, Iraq ber bi ku ve diçe?

Tê texmînkirin ku mijara hebûna leşkerî li Iraqê ji dosyayên herî girîng be ku di diyaloga stratejî ya niha li Washingotinê de were nîqaşkirin. Tevî ku nêzî 3 hezar û 500 leşkerên biyanî li ser xaka Iraqê hene, jê jî 2 hezar û 500 leşkerên amerîkî ne, lê bawer im ku xebata vekişînê bi salan li ber xwe bide.

Li aliyekî din jî rojnameyên amerîkî li ser zimanê Pantagon û Koşka Spî piştrast kir ku dibe DYA’yê hin leşkerên xwe li Iraqê di dema niha de bihêle. Di heman demê de jî çavkaniyekî ji şandeya Iraqê ya danûstandinan ji Rûsya Today re ragihand kheta niha şandeyê li ser vekişandina giştî ya hêzên Amerîkayê ji welat li hev nekiriye.

Li gorî nêrîna min, DYA’yê hejmareke kêm ji hêzên xwe yên li Iraqê venakişîne, lê belê dê hêzên xwe li Iraqê bihêle û sozên vekişandinê bide heke rêxistina DAIŞ’ê li dewleta Iraqê xeteriyê çêneke.

Li gorî van danayan, ligel derengxistina Amerîkayê ya vekişîna hêzên xwe ji Iraqê dibe ku rewşa Iraqê ber bi rageşiya di navbera milîsên alîgirê Îranê û hêzên Amerîkayê û berjewendiyên wan li Iraqê de biçe û dê xwîna Iraqê bibe qurbana encama rageşiya ku navbera Tehran û Washingtonê de li dar bikeve.

(fr)

ANHA