​​​​​​​Salih Bozan: Nikarin PKK`ê tune bikin, armanc parçekirina tevgerên kurdî ye

Reportaj Summay

​​​​​​​Salih Bozan: Nikarin PKK`ê tune bikin, armanc parçekirina tevgerên kurdî ye
29 hezîran 2021   03:00

 

Salih Bozan got:“Hikumeta Tirk ne bi tena xwe û ne jî bi PDK`ê re, nikare PKK`ê tune bike. Bi êrişa xwe ya li dijî PKK`ê ya li Başûr, AKP dixwaze xwe di aliyê siyasî de li ser asta hundirîn rizgar bike, her wiha parçebûnê di nava tevgerên kurdî de çêke û mixabin niha ev em vê parçebûnê jî dibînin."

Ji 23`yê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh daye destpêkirin. Êriş bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê û parçekirina hêzên kurdî pêk tê. Li hemberî van êrişan gerîlayên azadiya Kurdistanê, li ber xwe didin û nahêlin ev planên dagirkeran û hevkarên wan bigihêjin serî.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK`ê, her wiha berxwedana gerîla ya li dijî hêzên dagirker, nivîskar Salih Bozan ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku hikumeta Tirk êdî gihîştiye wê baweriyê ku nikare PKK`ê tune bike, lewra berê xwe da rêbazên parçekirina tevgerên kurdî.

Bozan da zanîn ku ji ber ku gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê hevpeymana di navbera PDK û hikumeta Tirk de qebûl nake, PDK`ê hewl dide bi rêya propogandeyeke mezin, bibêje ku hikumeta Tirk ne li dijî Kurdan e.

Berfirehiya hevpeyvîna bi nivîskar û lêkolînerê Kurd Salih Bozan re wiha ye:

Hûn wek kesayetekî rewşenbîr ê Kurdan, destpêkê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Başûrê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Êdî pêşeroja AKP û Bahçelî girêdayî van êrişan e. Erdogan di aliyê siyasî de li ser asta hundirîn û derve îflas kiriye. Eger di destpêkê de, li ser asta siyasî ya Tirkiyê wekî xelaskarê aboriya Tirkiyê derket holê û hewl da bi cîranan re pirsgirêkan bi dawî bike, lê îro tiştê ku ava kiriye, wêran dike. Erdogan texmîn dike ku tiştê wî û partiya wî rizgar bike, dijwarkirina êrişan li dijî PKK`ê ye û girtina endamên HDP`ê ye. 

Erdogan rêveberiya hikumeta Tirk e û dê êrişan li dijî PKK`ê dewam bike û girtina endamên HDP`ê zêde bike. Êdî mayîna hebûna Erdogan di aliyê siyasî de, girêdayî vê metodê ye.

Bandora van êrişan li ser tevahiya Kurdan çi ye?

Dibe ku van êrişan bandoreke xwe ya mezin li ser doza kurdî bi giştî tune be, lê mijareke din heye. Hikumeta Tirkiyê êdî gihîştiye wê baweriyê ku nikare PKK`ê tune bike, ne di aliyê siyasî û ne jî di aliyê leşkerî de. Lewra berê xwe da rêbazê parçekirina tevgerên kurdî yên nîştimanî li hemû parçeyên Kurdistanê û nahêle lihevkirineke stratejîk di navbera wan de li ser asta Kurdistanê çêbe. Mixabin Erdogan di vê xalê de, hin serekftin bi dest xistin û ev yek jî bi rêya alîkariya hin aliyên kurdî yên ku pê re hevkariyê dike, pêk hat.

Gelek aliyên herêmî û kurdî, her wiha hin partiyên siyasî yên Başûr vê êrişa dewleta Tirk ya li dijî Başûr, wek pêkanîna Mîsaqa Mîllî bi nav dikin, lê tenê PDK van êrişan wekî li dijî PKK`ê bi nav dike. Hûn ji bo vê helwesta PDK`ê çi dibêjin?

Dibe ku hin xewnên Tirkiyê yên zindîkirina Mîsaqa Mîllî hebin, lê navendên hêzên cîhanî li gorî xwesteka hin aliyan, destûr nadin ku ev nexşerê were guhartin.  Niha du armancên hikumeta Tirkiyê di êrişên li dijî PKK`ê yên li Başûrê Kurdistanê de hene. A yekê û sereke; rizgarkirina AKP`ê di aliyê siyasî de li ser asta hundirîn. Erdogan bi van êrişan dixwaze helwestên gelê Tirkiyê li hemberî dozên aborî, siyasî û macereyên derve ku bandoreke neyînî li gelê Tirkiyê kir, penc bike anku gelê Tirkiyê bê helwest bike. Armanca duyemîn; parçekirina tevgera kurdî di aliyê hundirîn de. Di vê mijarê de em dibînin ku parçebûn çêbûye. PDK`ê hevalbendên xwe di hikumetê de ji bo têkiliyên eşkere û veşartî yên bi dewleta Tirk re, paşguh dike. Bi gotineke din, êdî baweriya di navbera PDK û AKP`ê de ji ya di navbera PDK û YNK`ê de xurttir e.

Bi rastî jî haya PDK`ê ji rastiya van êrişan tune ye, lê an ji ber zextên dewleta Tirk nikare helwesta xwe ya li dijî êrişan eşkere bike?

PDK`ê xwe xiste tunela siyasî ya dewleta Tirk û êdî nikare jê derkeve. Ew dixwaze PKK`ê ji tevahiya herêmê derxe, lê dizane bi tena xwe nikare. Eger şerekî leşkerî li dijî gerîla dest pê bike, dê ne tenê ji bo doza kurdî wêraniyek be, lê belê ji bo wê bi xwe (PDK) jî wêraniyeke mezin e. Gelê Kurd li herêma Başûrê Kurdistanê êşa şerê birakujî yê di navbera her du partiyên sereke de di sedsala berê de, kişandiye. Di encama wî şerî de, helwestên siyasî yên lîderên herdu partiyan ku gelekî kirêt bûn di dîroka tevgera kurdî ya nûjen de derketin. Celal Talebanî li ser tangên Îranê derbasî Hewlêrê bûn û PDK`ê jê avêt. Her wiha birêz Mesûd Barzanî li tankên Sedamê kujer siwar bû û YNK`ê derbasî çiyayên Kurdistanê yê aliyê Îranê kir.

Di aliyê siyasî de, partiyên kurdî yên ku beşdarî hikumeta herêma Kurdistanê bûne, bi helwesta PDK`ê ya vekirina şerekî leşkerî yê li dijî gerîla, ne heman fikir in. Li ser vî esasî, PDK`ê bi hikumeta Tirkiyê re li hev kir, da ku PKK`ê li Başûr tune bike. Lê ji ber ku ev hevpeyman ji aliyê gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê nayê qebûlkirin, PDK`ê hewl dide bi rêya propagandeyeke mezin, bibêje ku hikumeta Tirkiyê ne li dijî Kurdan e û artêş nehatiye ku herêmê dagir bike yan jî Mîsaqa Mîllî vejîne, lê tenê hatiye ku şerê PKK`ê bike. Lê ev propagandeyeke pir seranser e ku piraniya partiyên li herêmê û derve jî napejirînin.

Heta niha gelek hevpeymanên veşartî di navbera PDK û dewleta Tirk de çêbûne, wekî anîna baregehên dewleta Tirk li Başûr û hwd, çima PDK van hevpeymanên veşartî eşkere nake?Her wiha têkiliya xwe bi bêdengiya PDK`ê ya li hemberî êrişên niha heye?

Heta niha tu belgeyên ku lihevkirina PDK û hikumeta Tirkiyê piştrast bikin, derneketine holê. Lê karê pratîkî nîşan dide ku lihevkirinên veşartî hene. Ez texmîn dikim ku destûra herêma Kurdistanê û destûra Iraqê ya federal, destûr nadin ku hikumeta herêma Kurdistanê li ser lihevkirinên veşartî îmze bike. Li gorî daneyan diyar dibe ku partiyên hikumeta herêma Kurdistanê û parlamentoya wê, haya wan ji van lihevkirinên veşartî tune ye. Eger peyman di navbera PDK û hikumeta Tirkiyê de hebin, ev tê wateya ku binpêkirina destûra herêma Kurdistanê, destûra hikumeta Iraqê ya federal û erkên parlamentoya herêma Kurdistanê ye û paşguhkirina hemû  hevalbendên hikumetê ye. 

Çima Iraq li hemberî van êrişên dewleta Tirk bê deng e yan jî gelo lihevkirinên veşartî di navbera Iraq û Tirkiyê de hene da ku destkeftiyên Kurdan tune bikin?

Hikumeta Tirkiyê federaliya Kurdan a li Iraqê qebûl nake. Ne mumkine jî hikumeta Tirkiyê bi hebûna federaliya Kurdan heta hetayê qebûl bike. Eger niha Amerîkayê parastina xwe li ser Herêma Kurdistanê rabike, wê Enqere bi Bexdayê û Tehranê re lihev bike, da ku vê federaliyê tune bike. Lê ji ber ku heta niha parastina Amerîkayê heye, hikumeta Tirkiyê bi rêbazên din hewl dide federaliya Kurdan lawaz bike û tune bike, bi rengekî ku hêrsa Amerîkayê neyê. Ji ber vê yekê jî yek ji armancên êrişên dewleta Tirk ên li dijî PKK`ê li Başûrê Kurdistanê, zêdekirina parçekirina di navbera YNK û PDK`ê ye. Mixabin em niha vê parçebûnê di navber herdu partiyên sereke li herêma Kurdistanê dibînin.

Ez dûr nabînim ku hikumeta Bexdayê di vê çarçoveyê de bi hikumeta Tirkiyê re lihev kiriye. Isbata vê yekê jî bêdengiya Bexdayê li hemberî destwerdana dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha ez dûr nabînim ku Tehran jî li ser destwerdana dewleta Tirk li dijî fedraliya Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê û Iraqê re ye.

Hûn berxwedana gerîlayan a li çiyayên Kurdistanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker  çawa dinirxînin?

Hikumeta Tirkiyê bi tena xwe jî yan jî bi PDK`ê re, nikare gerîla tune bike. Em dizanin gerîla jî nikare serkeftina dawî li dijî artêşa Tirk pêk bîne. Lê bersivdayîna gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk heta niha û operasyonên wê yên domdar di hundirê Tirkiyê de, hikumeta Tirkiyê di aliyê siyasî û û manewî de hejand. Di ragihandina partiyên Tirkiyê de, her wiha ji kesên ku ji AKP`ê vegetiyane û di çapemeniya aliyên serbixwe de, derdikeve holê ku şerê artêşa Tirk ê li dijî gerîla şerekî tewş e. Dawiya dawî, divê doza Kurd li Bakurê Kurdistanê were vekirin. Gelek lêkolîn û rapor ji navendên cîhanî yên stratejîk derketin ku balê dikişînin ser vê heqîqetê.

ANHA