Derar: Alîkarî ji bo tevahiya gelê Sûriyê ye

Reportaj Summay

Derar: Alîkarî ji bo tevahiya gelê Sûriyê ye
28 hezîran 2021   02:56

Riyad Derar diyar kir ku di civînên Romayê de dê misogeriya gihandina alîkariyan ji tevahî gelê Sûriyê re, vekirina dergehan an jî dîtina alternatîfan werin nîqaşkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser civîna taybet a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, di 28`ê Hezîranê de li paytexta Îtalyayê Romayê, bi beşdariya dewletên mezin ên têkildarî dosyaya Sûriyê civînekê li dar dixe.

Washington dê di navbera civînê de civînekê der barê Sûriyê de li dar bixe û wezareta karên derve "7 wezîrên payebilind" û "Koma Biçûk", dewleta Tirk û Qeter ên ku bi rola xwe ya neyînî li Sûriyê û tevahî herêmê tên nasîn, dê di civînê de amade bin.

Der barê vê mijarê de hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ANHA’yê re axivî.

Têkildarî Sûriyê Koma Navneteweyî ya Biçûk dê civînekê li dar bixe, li aliyekî din jî bizaveke navneteweyî heye, gelo hûn çawa  vê yekê dinirxînin û dê çi encam ji van civînan derkevin?

Koma Biçûk, ji wezîrên karên derve yên Misir, Almanya, Fransa, Urdun, Erebistana Siûdî, Brîtanya û DYA`yê pêk tê ku girîngtirîn dewletên rojava û erebî ne, her wiha hêvî pê heye ku çareseriya siyasî ya têkildarî Sûriyê dabîn bike û piştgiriyê bide ji nû ve avakirinê. Li aliyekî din jî li hemberî çalakiyên Sûriyê û çareseriyên heyî jî xwedî helwesteka adilane ye. Vê Komê di dawiya ragihandineke xwe de sûcên li Sûriyê şermezar kirin ku ji ber wê bi hezaran mirov bûn qurbanî, bi milyonan mirov koçber bûn û ji ber hedefgirtina dibistan, nexweşxane û avahiyên sivîl rewşa mirovî xerabtir bû.

Nûnerên Koma Biçûk mixabiniya xwe ya têkildarî binketina Konseya Ewlehiyê ya banga ji bo parastina sivîlan, pabendiya bi qanûnên mirovî ya navneteweyî, rê bidin ku xizmetên mirovî werin bidestxistin û çavên xwe li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li Sûriyê negirin, nîşan da. Li aliyekî din jî her tim piştgiriya xwe ji têkoşîna li dijî terorê û hewldanên xwe yên ji bo peydakirina çareseriya siyasî ya girêdayî rewşa Sûriyê nîşan didin.

Li gorî texmîna min, ev kongreya berfireh ji bo misogeriya gihandina alîkariyên mirovî ji hemû gelê Sûriyê re ye, bêyî astengiyan, vekirina dergehan an jî dîtina alternatîfan, li gel wê divê tu hewldana guhartina demografî neyê qebûlkirin.

Ev helwest armanca vê kongreyê diyar dikin û hewldana ji bo afirandina hevsengiyekê bi destê dewletan lê zêde bûn ku li hember terorê bisekinin. Li aliyekî din jî li hember çareya Rûsyayê ya bi rêya Astanayê ku xaka Sûriyê dabeşî gelek herêman kiriye ku hikumeta Şamê careke din lê serwer be, disekine.

Di demekê de ku Qeter û Tirkiye di aloziya Sûriyê de û aloziyên herêmê bi giştî de bi rolên xwe yên neyînî tên naskirin, behsa vexwendina her du dewletan tê kirin. Wateya vê yekê çi ye?

Armanc ji vexwendina dewleta Tirk û Qeterê ew e ku rê li pêşiya Moskovê were girtin ku beriya niha hewl da peymanekê li dar bixe, da ku hikumeta Şamê bi rêya Tirkiye û Qeterê vegerîne Komkara Erebî. Ji ber beşdariya wan di çareserkirina derveyî çarçoveya Astanayê de ku êdî tu berjewendiyan ji dewleta Tirk re pêşkêş nake, ji bo dewleta Tirk girîngiyek e. Her wiha da ku baweriya di navbera Moskov û Enqereyê de jî têk bibe. Armanca vexwendinê kişandina dewleta Tirk e ku hewl dide têkiliyên xwe bi DYA’yê û NATO’yê re ji nû ve baş bike, li aliyekî din jî dewleta Tirk dixwaze rûpeleke nû bi Misir û Erebistana Siûdî re veke ku bi sedema dergehan li hember rageşiya Rûsyayê rû bi rû dimîne.

Ev rageşiya ku bi rêya siyaseta tund pêk tê, li herêmên Idlib û derdora wê ji destpêka Hezîranê ve topbaraneke dijwar û sewqiyatên leşkerî hene, heta Rûsya balafirên nû anîn Himêmîmê ku ew jî şêweyekî rageşiyê ye.

Qeter û dewleta Tirk di rewşa Sûriyê de xwedî bandor in û tevlêkirina wan ji Koma Biçûk û dewletên ji bo civîna Romayê hatine vexwendin re, ji bo sekna li hember çareya Rûsyayê li Sûriyê ye. Ji ber ku Rûsya hewl dide hikumeta Şamê bêyî vegera li biryara navneteweyî ya 2254’an bi hêz bike.

Der barê rewşa Sûriyê de gelek civîn li dar ketin, ji wan Cinêv, Koma Biçûk û Astana. Gelo  xalên hevbeş ên di navbera van civînan de çi ne, ji bo sûriyan tiştek hat bidestxistin?

Cudahî di navbera rêgeha Astana û Koma Biçûk de heye, koma biçûk banga ji nû ve destpêkirina rêgeha Cinêvê û pêkanîna biryarên navneteweyî dike, bi awayekî ku beşdariya sûriyan aktîf bike û zextê li rejîma Esed bike ku bi cidiyet tev li çareseriya siyasî bibe. Her wiha sûcên ku li Sûriyê pêk tîne jî şermezar dike, ji ber ku bi sed hezaran sivîl hatin qetilkirin, bi milyonan jî koçber bûn. Koma Biçûk hewl dide xizmetên mirovî bike, têkoşîna li dijî terorê dike û çareseriya siyasî li Sûriyê mijareke bingehîn dibîne.

Ji ber vê yekê em dibînin ku ev kom piştgiriya nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY`yê yê Sûriyê dike da ku li gorî biryara Komseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ya 2254`an bigihêje çareseriyeke siyasî. Bê guman ew jî banga beşdariya tevahî sûriyan di xebata siyasî de bi awayekî aktîf dike, piştevaniya kedên bi armanca serbestberdana girtiyên siyasî, pêkanîna rewşeke ewle ku ev pêngav li ser werin avakirin dike; ji dayîna destûrê, lidarxistina hilbijartinên adilane û zelal di bin çavdêriya NY’yê de.

Di heman demê de ew jî girîngiyê didin lêpirsînê bi armanca gihandina çareyeke mayînde û giştî û aştiyane ji nakokiyê re, piştgiriya hewldanên têkildarî kesên sûcên derqanûnî, dermirovî kirine, dikin ku werin cezakirin. Ya herî girîng jî; ew sedemeke ji sedemên banga niha ye ku misogeriya gihandina alîkariyên mirovî bi awayekî ewle û bêyî astengiyan ji tevahî sûriyan re dike û tu hewldanên guhartina demografiyê qebûl nakin.

Ev rêgeh ne wekî rêgeha Astanayê ye ku welat parçe kir. Ji ber Astanayê demografiya herêmê guhart, herêm di navbera dewletên Astanayê de belav kirin, her wiha hewl dide dewlemendiyê serwer bike û yê mayî jî bi rêya gef û êrişên li dijî herêmên dixwaze kontrol bike. Armanca wê ji vê yekê, van herêman bixe bin serweriya rejîma Esed û tu armancên sûriyan ên edalet, wekhevî û demokrasiyê pêk neyne.

Hûn hewldanên navneteweyî û hevdîtinên der barê dosyaya Sûriyê de çawa dibînin?

Lûtkeyên ku demên dawîn di navbera Biden û serokên dewletên NATO`yê de, hevdîtinên Biden û Pûtîn, Biden û Erdogan li dar ketin, zêde girîngî nedan aloziya Sûriyê û ew wek welatekî serbixwe nexistin rojevên kar û dan û standinên xwe, sedema vê yekê jî dibe ku Sûriyê niha li gel DYA’yê ne girîng e.

Ev helwesta neyênî bi salan dirêj kir û tu destwerdanên cidî ji bo çareserkirina krîza trajedî nebûn, dibe ku dosyaya Sûriyê weke kaxizeke lihevkirin û bazariyê pêk were, da ku hin tawîzan ji aliyên beşdar wergirin, anku tawîzan ji Îranê di dosyaya nukleerê de wergirin. Ji dewleta Tirk re jî di mijara Kurd de wergirin û ji Rûsyayê jî di aliyê helwesta wê ya girêdayî dosyaya mirovî û alîkariyên navneteweyî ji hewcedaran re di vekirina dergehan de wergire. Bi wê re jî gelek bazar bi Rûsyayê re li gelek herêman hene, di sekna li hember Çînê de, li Ukrayna, di têkiliyên dibe ku di navbera Rûsya û Amerîkayê de nû bibin, hene ku bi wê re jî rûyê nakokiya heyî were guhartin.

Têkildarî dewletan ew li gorî berjewnediyên xwe dixebitin, em vê yek di her helwestên hevpeyvîn û kongreyan de dibînin, heta em sûriyan di van kongreyan de nabînin, tevahî hewl didin pirsgirêkên xwe li ser hesabê xaka Sûriyê û krîza Sûriyê çareser bikin.

Gelo sûrî xwe dispêrin vê bizavê û ji bo çareseriyê ji wan çi tê xwestin?

Divê sûrî ji bo parastina berjewendiyên xwe helwestekê nîşan bidin, ji ber tunebûna wan dihêle  kesên din çarenûsa wan diyar bikin û parçebûna wan jî dihêle kesên din wan bixin xefka xwe, derveyî peymana bi hêzên muxalif re tu  çareserî tune ye. Divê em hêza mezintir a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bîr nekin, her wiha divê MSD’ê piştî guhartinên ku çêbûne û binketina kongre, panel û civînên nûneran, stratejiyekê deyne.

Divê sûrî beriya ku biryara vegera hikumeta Şamê li ser biryara navneteweyî serwer be û şoreşê hilweşîne, rêgehê rast bikin, da ku keda wan, keda şêniyan û xwîna wan vala neçe.

Piştî vê civînê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê civînekê li dar dixe, nameya wê ya ji vê civînê çi ye û çi ji wan tê xwestin?

Li gel min diruşma Koma Biçûk a girêdayî Koalîsyona Cîhanê ya li hember DAIŞ’ê heye ku dibêje hevgirtina me û armanca me ya hevbeş DAIŞ’ê têk dibe û em ê xwe bispêrin tevahî rêbazên guncaw da ku bi hemû hêz, yekitî û israra xwe di têkçûna DAIŞ’ê de pêk bînin û rêbazên bersivdana xwe li gorî pêdiviyan biguherin.

Lê guhartina rêbazên bersivdayînê, pêdiviya xwe bi tedbîrên li hember çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser girtî heye, ji ber bêyî çareserkirina vê mijarê, metirsî ji destdayîna helwestê û vegera DAIŞ’ê ku hîna hewl dide xwe zindî bike, hene.

Rewşa mirovî ya li kampa Holê divê were çareserkirin, malbat û zarok li bendê ne ku ji nû ve werin perwerdekirin, ger lezbûnek ji bo girîngiya cidî ya çarenûsa wan tune be, dibe ku nifşekî nû derkeve ku kontrolkirina wê ne pêkan be.

Ev yek lezgîn e û bi tevahiya dewletên peywendîdar re hate nîqaşkirin, divê NY`yê têkildarî vê yekê biryarekê bide û nûnerekî navneteweyî erkdar bike ku dosyaya DAIŞ’ê tev li dosyayên xwe bike da ku rewşa Sûriyê çareser bike û li ser erda Sûriyê dadgeheke adilane were avakirin û bi vê yekê hinek ji çareseriya doza ku  ev rêxistina terorîst careke din venegere, tê misogerkirin.

(eh)

ANHA