Eren Keskîn: Qetilkirina Deniz Poyraz suîqasteke siyasî û plankirî ye

Reportaj Summay

Eren Keskîn: Qetilkirina Deniz Poyraz suîqasteke siyasî û plankirî ye
21 hezîran 2021   03:05

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku qetilkirina Denîz Poyraz suîqasteke siyasî û plankirî ye û got “Kujer jinekê ji bo kuştinê hildibijêre. Peyameke girîng e; hem jin e û hem Kurd e.”

Onur Gencer kujerê Deniz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmirê de hatibû qetilkirin, piştî 24 saetan bêyî ku pêdivî bi tu lêpirsînekê bê dîtin, tenê piştî îfadeya wî hate girtin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn pirsên ajansa me yên têkildarî êrişa li dijî HDP'ê, têkiliya êrişkar a bi dewletê re û armanca êrişê bersivandin.

Erdogan bi rojan beriya êrişê daxuyanî da û got “ev rojên xweş in, hûn ê yên xerabtir bibinin”. Li paş vê êrişê kî heye?

Hikumet ev demeke dirêj e zimanê tundiyê bi kar tîne. Her wiha ev ziman di nav civakê de heye û vedigere ser jin û zarokan û beşên cuda. Ji ber vê yekê em dibêjin tundî siyasî ye. Ji ber vê yekê me gelek caran diyar kir ku em van gotinên Erdogan pir xeternak dibînin.

Piştî êrişa li dijî Meral Akşener ev got. Mixabin ev zimanê tundîê yê rayederên dewletê, dikare hin kesan seferber bike. Bêguman ez difikirim ku retorîkê di van êrişên bi vî rengî de roleke mezin lîstiye. Ev zimanê tundiyê, ev zimanê cudakar, xwedî bandoreke zêde ye.

Kuştina Deniz Poyraz, tundîa li ser jinan a li Tirkiyê careke din raxist ber çavan. Sedema zêdebûna tundiya li ser jinan çi ye?

Mixabin li erdnîgariya me kêmasiya muxalefetê heye. Em hemû vê dizanin. Hêz û muxalefeta bi temamî ji heman çavkaniyê tê. Em tenê ji sedî 15 ne ku bi rastî jî li dij in. Rexnegirên îdeolojiya fermî ji sedî 15 ne ku li dijî helwesta dewletê ya li hemberî Kurd û Kurdistanê, pirsgirêka Qibrisê, Komkujiya Ermenan, tundiya li ser jinan, tundiya li ser LGBT’iyan bertekê nîşan didin. Pêşengiya wan ji sedî 15’an jî, jin dikin. Têkoşîna jinan a li erdnîgariya me hem jinên Kurd, hem jinên femînîst, hem jî jinên sosyalîst dest ji vê têkoşînê bernade. Her wiha ez difikirim ku li pişt vekişîna ji Peyamana Stenbolê tirsa ji têkoşîna jinan heye.

‘JI HER ALÎ VE ÊRIŞEKE PLANKIRÎ YE’

Ev êrişa li ser Deniz Poyraz sûîqasteke siyasî û plankirî ye. Êrişeke plankirî ye, kujer ji mêj ve lêkolînê dike. Li otêlekê dimîne. Li otêleke ku waliyê Îzmîrê şirîkê wê ye. Ev balkêş e. Kujer jinekê ji bo kuştinê hildibijêre. Mesajeke girîng e; hem jin û hem Kurd e. Divê ev bi giştî bê nîqaşkirin û li serê bifikirin. Têkoşîna jinan bi rastî jî pergalê ditirsîne û jinan dikin hedef. Ev nêzîkatî di hedefgirtina Deniz Poyraz de jî bi bandor e.

Kujer di nava polîsan re derbas dibe û dikeve hundirê avahiyê û piştre jî polîs wî digirin û wekî ku xwedî lê derkevin, tev digerin. Wateya vê yekê çi ye?

Kujer ne welatiyê ji asayî ye. Gelek parvekirinên wî yên medyaya civakî jî derketine holê. Li Sûriyê çûye şer. Wêneyên xwe yên taybet diweşîne. Ji bilî vê, hin parvekirinên wî yên tijî nefret hene. Ev kes tê parastin. Ji ber parvekirinên me yên aştiyane em wek “terorîst” tên darizandin, tenê bi tilîliyên ku me kirine, daxuyaniyên ku me dane, nivîsên ku me ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane nivîsandine, em tên darizandin. Vî kesî eşkere gotinên nefretê kirine. Daxuyaniyên ku ez ê wî bikujim, tundî û nefretê belav kirine. Li Sûriyê jî şer kiriye. Ji ber vê yekê li pişt wî jî rêxistinek heye. Ev pir zelal e.

‘KUJER BI TENÊ NEBÛ’

Ev zilam zilamê rêxistinekê ye û ne tenê ye. Bi rêxistinê re ev cînayet plan kiriye. Me bûyerên mîna wan gelek dîtibûn. Me ji nêz ve dît ku hemû cînayetên li Kurdistanê bi heman rengî ne. Pir dişibe cînayetên salên 90'î. Heta niha faîlek jî nehatiye cezakirin. Ew qas mirov hatine kuştin, delîl hatine reşkirin, kesekî bi tenê jî nehatiye cezakirin. Vê hikumetê bi serê xwe rapor amade kiriye. Di dema Mesut Yilmaz de rapora Susurlukê hat ragihandin. Di wê rapora Susurlukê de gelek tiştên ku ez niha îfade dikim, hatine nivîsandin. Di rapora Susurlukê de ev rêxistina di nava dewletê de hatiye nivîsandin lê dîsa jî tiştek nekirin.

Divê li pişt kiryarê kuştinê rêxistinek bê dîtin. Lê cîhan ne cîhana kevn e, agahî pir zû tên. Dozger lêkolîn nekir, lê derket holê ku otela lê dima ya waliyê Îzmîrê ye û heta endamê desteya rêveberiyê waliyê Îzmîrê bi xwe ye. Gel û rojnameger bêyî ku dozger lêpirsînê bike, têkiliya bi vê otelê re lêkolîn dikin. Mixabin muxalefetek heye ku pirsgirêka xwe bi îdeolojiya fermî re nîn e. Lê mirovek hat kuştin. Ev ji bo we hemûyan xetere ye û dibe ku sibe li yên din jî vegere. Ji ber ku ev rêxistin niha tenê ji tirsê têr dibe. Ew bi belavkirina neteweperestiyê têr dibe. Divê hûn li dijî vê helwestekê raber bikin. Her kes, ji kîjan nêrînên siyasî be bila bibe, divê li dijî vê rêxistina kûr helwestê nîşan bide.

Di rojên dawîn de gelek daxuyaniyên li ser têkiliyên dewlet-çeteyê hene. Ev êriş bi vê têkiliya çete-dewletê ve girêdayî ye?

Dema ku mirov qala têkiliya çete-dewletê ya bi vê êrişê re bike, me ev rêxistin di salên 90'î de dîtin. Me di sala 1938'yan de dît. Me di sala 1915'an de dît. Ev Îttîhat Terakkî xwedî komeke mîna Teşkîlatî Mahsûsa bû. Bi taybetî di qirkirinên li hemberî Ermen û gelên din ên xiristiyan de gelek endamên vê rêxistinê hatin bikaranî û ew sûcdar bûn ku ji girtîgehan hatibûn derxistin. Ji ber vê yekê, ez gotinên Sedat Peker ên îro gelekî girîng dibînim. Divê her kes guhdar bike. Sedat Peker bi zelalî dibêje ji 13 saliyê ve di nava dewletê de ye. Niha, dema em li ser gotinên wî difikirin, her tişt zelal dibe. Ev rêxsitina kûr a dewletê ya îro, bi ya min ev rêxistina bingehîn e.

Heman êrişan di salên 90'î de jî rû da. Şaş e ku vê yekê tenê bi AKP'ê re nîqaş bikin. Li Tirkiyê kevneşopeke bi vî rengî heye. Kevneşopeke teşwîqkirinê heye. Yê ku îro Deniz Poyraz kuşt, endamê Teşkîlatî Mahsûsa ye. Piştî vê cînayetê dibêjinev êriş li dijî Tirkiyê ye. Ez qet nafikirim ku rewş bi vî awayî ye. Pratîkeke dewletê ye û eger ev yek êrişeke li dijî Tirkiyê bûya, wê dadgeriyê hewl bida eşkere bikira. Kujerê ku Deniz Poyraz kuşt, heta 24 saetan jî girtî nema. Pêwendiyên wî nehatine lêkolînkirin. Di çalakiyên protestoyên li kolanan de girtî nêzî 10 rojan destgîrkirî dimînin. Cînayeta li dijî partiyeke siyasî tê nixumandin . Polîsê ku kujer girt, bi dilxweşî dipirse 'navê te çi ye bira?'.

'DADGERÎ WEK PARÇEYEKÎ PERGALÊ KAR DIKE'

Dadgerî, mixabin parçeyekî sîstemê ye. Ev parçeyekî polîtîkaya bêhiqûqiyê ye. Me di salên 90'î de jî heman tişt dît. Ez dikarim navê Vedat Aydin, Mûsa Anter, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe bidim. Em di otopsiya van kesan de bûn. Yek ji wan jî nehatiye eşkerekirin. Di salên 90'î de medyaya civakî tune bû. Gelek tişt veşartî bûn. Niha di medyaya civakî de tiştekî wisa heye. Her kes bi lez û bez xwe digihîne agahiyan. Ji ber vê yekê divê sûcdar bê girtin. Piştî ku te ew girtin, têkilî nayê eşkerekirin. Wateya vê yekê ew e ku bêhiqûqî dewam dike. Weke sûcdarekî normal dê bê darizandin. Çalakiyeke organîzekirî ye, rêxistina li pişt wê dernakeve holê.

Heke li Ewropayê cînayeteke bi vî rengî rû bidaya, heke li Almanyayê sûîqastek li dijî partiyeke siyasî hebûya, ma serokkomarê Alman nediaxivî? Lê li vê erdnîgariyê napeyivin. Heta niha ne serokkomar Tayyîp Erdogan ne jî wezîrê karên hundir têkildarî qetilkirina Deniz Poyraz daxuyaniyek nedaye. Ez vê yekê gelekî xeternak dibînim. Li pişt vê bêdengiyê tiştek heye. 

Wêneyên êrişkarê yên li Sûriyê hatine kişandin, di çapemeniyê de derketin. Gelek ên mîna wî, SADAT'ê birine herêmê. Sedat Peker gotibû SADAT'ê çek dibirin herêmê. Hûn têkiliya SADAT û hikumetê û têkiliya wan a bi vê êrişê re çawa şîrove dikin?

SADAT şîrketek e ku di bin navê şîrketeke ewlekariyê de tê organîzekirin û ji aliyê efserên berê ve tê birêvebirin, dibe ku efserên nêzî nêrînên îslamî yan jî nîjadperest bin. Di bin navê şîrketa ewlekariyê de karên qirêjî yên hikumetê tên kirin. Der barê çalakiyên SADAT'ê de gelek gotegot hene. Ji ber ku heta niha neçûye ber lêpirsîna edlî, tenê gotegot in û em ji wan gumanan dikin. Bi daxuyaniyên Sedat Peker re nîqaşeke din dest pê kir.  

‘KUJERÊN DENIZ POYRAZ Û YÊN KOMKUJIYA SÛRÊ HEMAN KES IN’

Nexasim di dema Sûrê de dema ku mirov dikuştin, dema ku bi tu awayî li van miriyan nedihate pirsîn; mirovên li wê derê digot ew kes ne leşker û polîsên normal bûn ku bi ser malên me de girtin, îşkence li me kirin, ew mirovên cuda bûn. Ew kesên cuda kî bûn? Ew kesên cuda ne ku îro jê re dibêjin qatilê Deniz Poyraz. Em tenê dikarin îtirazên xwe bînin ser ziman, lê belê dadgeriya Tirk hiqûqa xwe ya navxweyî jî bi cih nake. Mixabin bêtehemûliyeke mezin heye. Em ê hewl bidin ku wisa bibêjin. Bêguman em ê ji bo nîqaşkirina kiryarên SADAT’ê nesekinin. Em ê li ser wan biaxivin. Bêguman ez jî ji dadgeriyê gelekî bê hêvî me.

Gelek raporên têkildarî ji nû ve birêxistinkirina Îttîhat û Terakkiyê li Tirkiyê hene. Kesê ku ev êriş pêk anî, li Sûriyê perwerde kirin. Li pişt vê êrişê çeteyên Îttîhat û û Terakkiyê hene?

Îttîhat û Terakkî û dewlet tu carî ji hev qut nebûye. Îdeolojiya fermî ya li ser nasnameya misilmanên Tirk û sûnnî ku îdeolojiya bingehîn a Îttîhat û Terakkiyê ye, jixwe îdeolojiya avakar a vê dewletê ye. Li vê erdnîgariyê nasnameyên gelekî cuda dijîn. Ev nasname yan hatine texrîbkirin an jî paşguhkirin. Gelên xiristiyan, qirkirina Pontûsê ya Yewnanan, Qirkirina Ermenan, Komkujiya Seyfo ya li dijî Suryanan û ew qas qirkirin û komkujî pêk hatin ku hişt mirovên li vê herêmê koç bikin.

'SADAT BI ERKA TEŞKÎLATÎ MAHSÛSA RADIBE'

Yên ku niha têkoşînê dewam dikin, tenê Kurd in. Ji ber vê yekê, ew Îttîhat û Terakkî, polîtîkaya îslama Tirk herî zêde di vê demê de li ser gelê Kurd dimeşîne. Lê dîsa jî wekî min got îdeolojiya Îttîhat û Terakkî qet naqede û îdeolojiya damezirîner a dewleta Tirk e. Partiya Îttîhat û Terakkî îro bi navên din jî hebûna xwe berdewam dike. Niha SADAT û saziyên mîna wê wekî Teşkîlatî Mahsûsa kar dikin. Ev berdewama dewletê ye. Ji bo vê jî divê em vê rewşê wiha nîqaş bikim. Fikara me ya sereke ew e ku em pê re rû bi rû bibin. Ji bo vê jî em niha tenê ji sedî 15 ne ku dikarin vê daxwazê bi dengekî bilind bikin. Divê em xwe zêde bikin.

Li hemberî van êrişan saziyên mafên mirovan û komên muxalîf ên li Tirkiyê çawa bersiv dan?

Bêguman em ji fikirên gelekî cuda tên. Lê di vê astê de divê bi taybet li ser esasê mafê jiyanê li hev kom bibin û dengê xwe bilind bikin. Jineke Kurd hat qetilkirin. Divê tenê li ser esasê ewlehiyê jî li hev kom bibin. Mixabin yên ku dengan ji Kurdan dixwazin, yên ku dengan ji HDP'ê dixwazin, li hemberî HDP’ê nelirêtiyê dikin. Heta ku ev pêk bê, karê me zehmet e. Divê bi perspektîfeke ku xwe dispêre mirovahiyê, nêzî HDP'ê û gelê Kurd bibin.

Rojek piştî êrişê raportorê Dadgeha Destûrê li ser doza girtina HDP'ê lêkolîna xwe temam kir û biryar da ku îdianame were qebûlkirin. Armanca vê biryarê çi ye?

Dewleta Komara Tirkiyê ji siyaseta Kurdan a sivîl pir ditirse. Ji ber wê tirsê niha siyasetmedarên Kurd ên sivîl di girtîgehan de ne. Ez difikirim ku ne xema Kurdan e ku HDP bê girtin. Dê partiyeke nû vekin. Ji ber ku her tim wisa bû. Hemû partiyên wan girtî ne. Bi her girtinekê re xurt bûn û partiyeke nû ava kirin. Heke HDP'ê wêder bikin, ev pirsgirêka wan e, wê demê partiyeke xurttir ji nû ve derdikeve holê. Ev naqede. Ew vê yekê baş dizanin. Ji ber vê yekê avabûna partiyeke nû hêsan e.

ANHA