​​​​​​​Çiya Kurd: Dewleta Tirk bi NATO’yê re dixwaze mîsyoneke nû wergire

Reportaj Summay

​​​​​​​Çiya Kurd: Dewleta Tirk bi NATO’yê re dixwaze mîsyoneke nû wergire
19 hezîran 2021   05:46

Bedran Çiya Kurd der barê encamên lûtkeya NATO’yê de diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Amerîka û Tirkiyê de dê di çarçoveya konsepteke nû de bên nirxandin û anî ziman ku di vê çarçoveyê de dê erk û mîsyoneke nû bidin Tirkiyê û got “Başkirina tekiliyan dê li ser hesabê tekiliyên Rûsya û têkoşîna gelê Kurd bê. Mimkûn e di demên pêş de gelek bazar bên kirin.”

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku Erdogan xwest ji bo ku di lûtkeya NATO’yê de îmaja QSD`ê xirab bike beriya wê li herêmê hin provokasyon li dar xistin. Çiya Kurd destnîşan kir ku di têkiliyên Amerîka - Tirkiye, Tirkiye – Rûsya û Tirkiye-NATO de dê di pêvajoya pêş de guhertinên mezin çêbin.

Der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, planên dewletaTirk ên beriya lûtkeya NATO’yê û encamên 31`mîn lûtkeya NATO’yê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bersiv da pirsên me.

Di serî de 10’ê vê mehê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD li Hewlêrê hatin destgîrkirin. Heya niha tu agahî li ser wan nehatine dayîn. Hûn vê bûyerê çawa dinirxînin?

Ev cihê mixabiniyê ye. Me çawa rewş bihîst yekser em bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re ketin tekiliyê. Lê heya niha tu agahi der barê wan de tune ye. Em vê bûyerê wek helwesteke li dijî Rojavayê Kurdistanê dibînin. Ev xizmetî berjwendiyên gelê Kurd nake, dikeve xizmeta siyaseta dagirkeriya dewleta Tirk. Ji bo wê jî divê yekser rayedarên PDK`ê girtiyan berdin. Kesên ku hatine girtin tu helwest û tevgera wan li dijî rêveberiya herêmê û PDK nebû. Ji bo pêşwazîkirina hin mêvanên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwest nîşan bidin, hatin girtin. Ev jî tê wateya parastina siyaseta dewleta Tirk a dagirkeriyê ku nahêlin kes li dijî wê helwestê nîşan bidin.

Ji 23`yê Nîsanê ve êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê didomin. Di dema hevdîtina Erdogan û Biden bi rêya telefonê û naskirina komkujiya Ermenan de van êrişan dest pê kir. PDK jî di êrişan de cih digire. Êrişên dewleta Tirk ên beriya lûtkeya NATO’yê çawa dinirxînin?

Li ser konsepta qirkirin û tunekirina Kurdan û gelan êriş li ser Bakurê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê pêk tên. Piştî hevdîtinên Biden û Erdogan destpêkirina êrişan tê wateya ku Erdogan şewqa kesk ji NATO û rêveberiya Amerîkayê girtiye. Îspata vê jî heya niha tu helwest ne ji aliyê welatên NATO’yê ne jî Amerîka tune ne. Dewleta Tirk cesaret ji vê bêhelwestiya NATO û welatên Ewropayê digire. Ev êrişeke gelekî xeternak e.

Di sedsala 21`mîn de dewleta Tirk naxwazê Kurd ji guhertinên ku çêdibin sûdê wergirin, mafê xwe mîsoger bikin û vîna xwe biparêzin. Li ser vê aramancê dixwaze piştgiriya NATO, Ewropa, Amerîka heya hin aliyên Kurd bigire. Bi rengekî dixwaze di nav Kurdan de şerê navxweyî çêke û bi konsepteke giştî deskeftiyên Kurdistanê têk bibe. Dewleta Tirk xwe di pêvajoyeke firehbûnê de dibîne. Girîng e ku hemû gelê Kurdistanê li dijî siyaseta dewleta Tirk hişyar be û kes nekeve xefika siyaseta dewleta Tirk. Divê kes wekî dewleta Tirk nefikire ku dibêjin êrişên me li ser PKK`ê ne. Ev lîstokek e. Li dijî siyaseta qirkirin û tunekirina Kurdan helwesta me zelal e. Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên tevahî Kurdistanê eleqedar dikin.

‘DEWLETA TIRK NATO’YÊ BI KAR TÎNE’

Dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên li ser gelê Kurd dixwaze wek her car piştgiriyê ji NATO’yê wergire.  Ya ku li dijî têkoşîna gelê Kurd şer dikir, ne dewleta Tirk bi tenê, hêza NATO’yê bû jî. NATO dixwaze xwe di pêvajoya guhertinê re derbas bike. Ji ber wê jî divê NATO nekeve nav helwest û siyaseteke ku piştgiriyê bide siyaseta dewleta Tirk. Divê bê zanîn ku wê ev piştgiri nekeve xizmeta çareseriya di hindurê herêmê û wê bi xwe re aramiyê neyne. Ji salên 50’yî heya niha dewleta Tirk piştgirî ji NATO’yê girt ku xwe di nav herêmê de bi hêz bike. Bi derbeya 12’ê Îlonê de ku bi destê NATO’yê çêbû, ji wê demê heya niha li dijî têkoşîna tevgera gelê Kurd NATO piştgiriyê dide dewleta Tirk. Şopandina vê siyasetê wê tu encamê ji NATO’yê re neyne. Dewleta Tirk NATO ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî yên teng bi kar anî. Her wiha îro bû sedem ku komên çete DAIŞ, Cebhet El-Nusra, El-Qaîde perwerde kirin, bi çek kirin û nih bi kar tîne. Ev komên çete niha ji bo NATO’yê bûne xetere.

Beriya çend hefteyan li nexweşxaneya Efrînê êrişek pêk hat. Dewleta Tirk xwest vê êrişê biavejê ser QSD`ê. Beriya lûtkeya NATO’yê bi çi armancê êrişeke wiha pêk hat?

Çalakiyên terorî li herêmên di bin dagirkeriyê de ne tên kirin. Gelek caran xwestin bûyerên wiha biavêjin ser QSD`ê. Lê QSD`ê eşkere helwesta xwe anî ziman ku jê ne berpirsyar e. Bi van bûyeran dixwazin îmaja OSD’ê xirab bikin û sifatê terorê biavêjin ser. Bi vê şêwazê dewleta Tirk bibejê ku `ez li dijî rêxistinên terorîst şer dikim` wiha piştgiriya NATO’yê li dijî QSD û Rojavayê Kurdistanê bigire. Ev provokasyon bi plan bûn. Kurdên ku li Efrînê mane dixwazin bi van bûyeran re wan jî ji wir koç bikin û warên wan radestî kesên biyanî bikin ku tînin li wir bi cih dikin. NATO û Amerîka ji kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî berpirsyar in.

Bi tevlêbûna 30 dewletan 14’ê vê mehê lûtkeya NATO’yê hat lidarxistin. Stratejiya 10 salan a ku hat danîn dê rola dewleta Tirk tê de çawa be? 

Dewleta Tirk xwe difiroşe NATO’yê. Xwest di lûtkeya NATO’yê de ji bo xwe piştgiriyê bigire. Dewleta Tirk dîsa xizmeta xwe hem ji Amerîka re hem jî ji NATO’yê re pêşkêş kir. Gotin `Em ê li Sûriyê li dijî DAIŞ û girtiyên DAIŞ’ê li şûna YPG/QSD’ê têkoşînê bikin ku divê ew ji wir derkevin. Em ê li Efganistanê têkoşînê bidin û hikumeta Kabîlê biparêzin ku ne pewîst e Amerîka li wir be.` Fêm dibe ku Tirkiye dixwaze bi mîsyoneke nû bilîze, ji NATO’yê re xizmeteke nû bike. Ew pirsgirêkên heyî yên bi NATO’yê re dixwaze derbas bike û bê efûkirin. Bêguman ev bê berdel nabe. Daxwaza Tirkiyê ew ê ku piştgirî ji bo Kurdan û QSD`ê neyê kirin.  Dewleta Tirk di demên pêş de li ser hesabên têkoşîna gelê Kurd û lihevkirinên Rûsya û Îranê yên heyî dê bixwaze pirsgirêkên xwe bi NATO û Amerîkayê re çareser bike. Mimkûn e ku NATO û Amerîka bixwazin piştî pirsgirêkên ku bi Tirkiyê re çareser bikin, cardin rê bidin dewleta Tirk wekî ku dema şerê sar li dijî Sovyetê rol lîst. Wê bixwazin li dijî firehbûna Rûsyayê di herêmê de rol bidinê. Piştî ku NATO’yê ragihand ku Çîn û Rûsya wekî dijmin dibîne texmîn dikim ku rolek wiha bidin Tirkiyê. Ger rolek wiha bidin Tirkiyê, wê demê daxwaza wan a sereke jî dê ew be ku nehêlin têkoşîna azadiya Kurdistanê here encamekê û nehêle deskeftiyên gelê Kurd bimînin. Dewleta Tirk dixwaze pêvajoyeke wiha dest pê bike. Divê her kes li dijî vê siyaseta dewleta Tirk hişyar û baldar be.

Nêrînek hevpar li dijî terorê di lûtkeyê de derket holê. Di têkoşîna li dijî terorê de çawa PKK, gelê  Kurd û QSD rol lîst, divê NATO van li ber çavan bigire û li gorî wê stratejiya xwe diyar bike. Wekî din dê bikeve şaşiyên dîrokî dê nikaribe terorê bi dawî bike û ewlehiyê di hundirê welatên xwe de çêke.  

Ev stratejî dê bandorake çawa li ser herêmên di bin dagirkeriyê de bike?

Ger li herêmên dagirkirî têkoşîn bi pêş nekeve, dê dewleta Tirk van herêman bike herêmên parêzgehên xwe. Bi hemû şêwazan dê sîstema xwe li wan cihan ava bike û bi pêş bixe. Heya gelê derve jî tîne li wir bi cih dike. Dê vê yekê wekî rewabûnekê ji xwe re bikar bîne ku bibejê gelê herêmê li vir e. Di bin xala 6`mîn ya NATO’yê de dewleta Tirk di van herêmên dagirkirî de kiryaran dike. Hinceta dewleta Tirk ew e ku `sînorên xwe diparêzim, ji wan cihan xetere li ser min çêdibe û ji bo wê min dagir kiriye.` Lê rastî ne wiha ye. Ya rast ew e ku li herêmên dagirkirî jenosîd û guhertina demografîk pêk tê.  Divê komîteyên lêpirsîne, lêkolînê herin wan herêmê bibînin. Îro dewleta Tirk dixwaze di ser gelê ku anîne û li wir bi cih kirine re rewabûna dagirkiriya xwe çêke.

Hevdîtina Biden û Erdogan piştî lûtkeya NATO’yê pêk hat. Siyasetmedar dibêjin ku pirsgirêkên di navbera her du aliyan de nehatine nîqaşkirin. Hûn çawa şîrove dikin?

Diyar e ku ji vê hevdîtinê tu lihevkirin çênebûye. Lê ji bo Erdogan pêkanîna hevdîtinê girîng bû ku dîtina Biden ji bo wî serkeftinek e. Pirsgirêka di navbera Amerîka û Tirkiyê de dê Amerîka di çarçoveya konseptekê de bibîne û beş bi beş li ser bisekine. Bixwaze ku pirsgirêkê bi Tirkiyê re serêrast bike wê erk û mîsyoneke nû bide Tirkiyê. Daxwazeke mezin a Erdogan heye ku tekiliyên xwe bi Amerîkayê re baş bike. Lê ev başkirina tekiliyan dê yên li ser hesabê tekiliyên Rûsya û têkoşîna gelê Kurd be. Ev hevdîtin dê hemû pirsgirêkên di navbera Amerîka û Tirkiyê de çareser neke û wê dem bixwe. Ji bo wê jî wê demên pêş de der barê sererastikirina tekiliyên xwe nîqaşên berfireh çêkin. Mimkun e ku gelek bazar jî çêbin. Tê payîn di têkiliya Amerîka - Tirkiye, Tirkiyê – Rûsya û Tirkiyê-NATO’yê de di pêvajoya pêş me de guhertinên mezin çêbin û ji nû ve werin sererastkirin.

Gelo dê dewleta Tirk bikare wek berê tekiliyên xwe bi her du aliyan re berdewam bike?

Siyaseta dewleta Tirk a ku dixwaze hem ji Rûsya hem jî ji Amerîka sûd wergire wê nikare wiha  berdewam bike. Ji ber ku ji aliyê NATO û Amerîkayê de zext hene. Fûzeyên S-400 ji bo NATO pirsgirêkeke cidî ye. Ew qebûl nakin ku Tirkiye wiha berdewam bike. Ger Tirkiye bixwazê têkiliyên xwe li gel Amerîka û NATO serêrast bike şertê yekem ewe ku xwe ji aliyên din qût bike û dur bixîne. Di mijara Ukrayna, Kafkasya, Sûriyê de pirsgirêkên wê li gel Rûsya hene. Di pêvajoya pêş de wê têkiliyên Tirkiyê bi NATO û Amerîka re li beramberî hin tiştan de serêrastkirin bê kirin. Em ê jî bi hemû dewletên ku rewşa Sûriyê re têkildarin hewilbidin ku bandorên nakokiyên wan derbasî herêmên me nebin û bandora nakokiyên wan li ser herêmên me çênebin.

ANHA