Rojnamevan Çîvîroglu: Di hevdîtinan de pirsgirêkên bi Tirkiyê re nehatin rojevê

Reportaj Summay

Rojnamevan Çîvîroglu: Di hevdîtinan de pirsgirêkên bi Tirkiyê re nehatin rojevê
17 hezîran 2021   05:29

Rojnamevan Mutlu Çîvîroglu anî ziman ku di lûtkeya 31’emîn a NATO' yê de peyama zindîbûna NATO’yê û vegera Amerîkayê hat dayîn û got “Rûsya û Çîn wekî neyar hatin dîtin, li Tirkiyê jî pirsgirêkên sereke nehatin rojevê.”

31’emîn lûtkeya NATO'yê bi tevlêbûna 30 dewletan 14’ê vê mehê li Brukselê hat lidarxistin. Rojnamevan Mutlu Çîvîroglu têkildarî lûtkeyê destnîşan kir ku NATO’yê ya ku serokkomarê Fransayê Emanuel Macron jê re digot “NATO di mêjî de mir” hîn zindî ye ku ji lûtkeyê peyama Amerîkayê li gel NATO û NY’ê derket. Çîvîroglu got: “Di hevdîtina Biden û Erdogan de tiştek derneket. Pirgirêkên S-400, Yewnanistan û Sûriyê nehatin rojevê.”

Der barê lûtkeyê de rojnamevanê Dengê Amerîkayê Mutlu Çîvîroglu ku siyaseta Amerîkayê ji nêz ve dişopîne, ji ANHA'yê re axivî.

Çîvîroglu pozîsyona Tirkiyê di nav NATO’yê de diyar kir û got ger Ukrayna û Gurcistan bibin endam, ew rewşa bêhempa ya Tirkiyê ji holê radibe û got: “Ew jî rûpeleke nû di şexsiyeta NATO’yê de vedike.”

Rojnamevan Çîvîroglu destnîşan kir ku ragihandina Amerîkayê û raya giştî ya Amerîkayê bi çavekî erênî li Kurdan dinêrin û got sempeytiyeke mezin ji bo Kurdan heye. Vê nêzîkatiyê wekî “lobiya xwezayî ya Kurdan” pênase dike.

14’ê vê mehê 31. lûtkeya NATO’yê bi tevlêbûna 30 dewletan hat lidarxistin. Di encama lûtkeyê de stratejiya 10 salan hat derxistin. Di serî de hûn vê stratejiyê çawa dinirxînin?

Di stratejiya NATO’yê ya nû de Rûsya êdî wek neyar tê binavkirin. 10 sal berê Rûsya wekî şirîk û hevkarekî erênî dihat navkirin lê bi pêşengiya Amerîkayê careke din NATO Rûsyayê dixe navenda siyaseta xwe. Helwesteke li diijî Rûsyayê wê were nîşandan. Biden bi xwe jî peyama xwe li ser Rûsya û Çînê da. Xala girîng a duyem jî Çîn bû. Tevî ku Johnson gotibû ku Çîn ne dijminê wan e lê diyar dibe ku niha NATO êdî aşkere dibeje ku Çîn hêzêke neyar e û divê NATO çareseriyekê jê re bibîne, helwesteke tund li dijî wê nîşan bide. Biden têkoşîna li dijî Çînê ya aborî, leşkerî, teknolojî, dîplomatîk, siyasî wekî erkekî girîng dibîne. Di stratejiya nû de ev her du hêz dibin navenda siyaset NATO’yê. Ji berê de nerazîbûn ji bo Çînê heye. Çîn gelek caran mal û milkên kompaniya Amerîkayê didize û wekî korsan derdixe. Yek ji sedema vekişandina Amerîkayê ji Efganistanê ew e ku Amerîka dixwaze zêdetir hêza xwe bide têkoşîna li dijî Çînê. Ji ber vê jî dixwaze ji Efganistanê derbikeve. Bi van tiştan re Biden dixwest bibeje ‘êdî Amerîka ziviriye, di G7, NATO û YE’yê de bibeje Amerîka her li kelêka dostên xwe disekine.’ Zererên ku di serdema Trump de hatiye kirin sererast bike. Ji ber ku siyaseta Trump siyaseteke neteweyî bû, Amerîka dikşinand qalika xwe û ji cîhanê dûr dixist. Siyaseta serdema Trump de digotin ‘Em polîstiya cîhanê dikin, bes em pere xerç bikin. Mesrefê NATO, NY em didin ku gelek pere didin xelkê. Leşkerê me çi dikin li Sûriyê, Efganistan, Almanya ez ê hemûyan bikişînim.’ Li dij vê Biden dibeje Amerîka beşek ji cîhana rojava û pêşketî ye. Bêyî Amerîkayê nabe.’

Lûtke bi pênaseya ‘vegera Amerîkayê’ hat kirin û li dijî Çîn û Rûsyayê peyama yekitiyê hat dayîn. Ev peyam dê bandoreke çawa li têkiliyên dewleta Tirk ên bi Rûsya û Çînê re bike?

Girîngbûna Rûsya û Çînê di heman demê de rola Rojhilata Navîn jî kêmtir dike. Ev rêveberiyê zelal ragihandiye ku naxwaze serê xwe bi Rojhilata Navîn re biêşîne. Di mijara Îsraîl û Filîstinê de Amerîka zêde naxwaze tev lê bibe. Dixwaze giraniya xwe bide Rûsya û Çînê. Lewra jî wekî rêvberiyên berê naxwaze li Rojhilata Navîn hebûna leşkerî, dîplomatîk, siyasî hebe. Lê ji ber ku li Rojhilata Navîn mirov nikare pêşbîn bike hinek caran Amerîka neçar dibe ku xwe din av agir de bibîne. Wekî bijare bê ew naxwazin girîngî bidin Rojhilata Navîn e. Bê guman li aliyekî de jî rola Tirkiyê û hevalbendên Amerîkayê li Rojhilata Navîn sivik dike.   

Piştî lûtkeyê hevdîtin di navbera Erdogan û Biden de pêk hat. Erdogan der barê hevdîtinê de got hevdîtineke kêrhatî bû. Biden jî tene got ‘Ez bibawer im ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pêşdeçûneke rastîn pêk bînin’. Ji vê hevdîtinê çi derket?

Di komcivîna di navbera Biden û Erdogan de tiştek nû derneket. Hinek jêder dibêjin dema her du bi tenê axivîn, Biden nerazîbûna xwe gotiye. Lê di raya giştî ya Tirkiyê de bendewariyên mezin hebûn ku hevdîtina bi Biden re pir tiştan çareser bike.

Pirsgirêkên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de pir kûr in û di xeta xwe de israr e. Tirkiyê jî dibêje ez jî rast im. Divê yek ji wan aliyan siyaseta xwe biguherîne û hinek tawîzan bide. Biden dibêje ‘Erdogan ji gelek kiryarên li Rojahilata Navîn berpirs e wekî kiryarên xirab divê hesabên wê bide.’ Dibe ku di hevdîtinên di pêşiya me de hinek tişt zelaltir bibin.

Du mijarên girîng hene; peywendiyên bi Kurdên Rojava, YPG û QSD’ê re û moşekên S-400 li cihê xwe sekinîne. Ji xwe gotine Erdogan ‘Di nava teroristan de cûdahî dikin terorîstên baş û terorîstên xerab’ bê guman hûn jî dibînin mijara YPG û QSD’e bû. Lê Amerîka beriya çend hefteyan eşkere kiribû ku wê şandeya xwe ji Rojava re neşandibû ku siyaseta bi Kurdên Rojava re wê bidome. Amerîka der barê S-400 dibeje ‘ xeta sor e nabe, divê tu S-400’an ji destê xwe derxe, aktîf nekî.’ Tirkiyê jî israr dibêje ‘em ê bihêlin.’ Her du pirsgirêkên herî mezin in û nehatine gotûbêjkirin jî. Lewma jî tu qezenc ji Tirkan re tune ne.

Piştî ku Biden hat ser desthilatdariya Amerîkayê  û vê lûtkeya NATO’yê dê tekiliyên Tirkiyê bi Amerîka û NATO’yê re ber bi ku ve biçin?

Tevî ku nerazîbûn û hêrsbûna Biden li dijî Erdogan heye, tê zanîn girîngiya Amerîka vejandina NATO ye. Lewra pirsgirêkên heyî nehatin rojevê. Rojev zêdekirina endam û zindîkirina NATO’yê bû. Di salên dawî de hebûn û tunebûna NATO gelek caran dihat nîqaşkirin. Di hevdîtina Biden û Erdogan de pirsgirêkên heyî di cihê xwe de disekinin. Amerîka naxwaze ku pirsgirêk di navbera endamên NATO’yê de çêbibin. Biden di hevdîtinan de nerazîbûna xwe ji dewleta Tirk re der barê azadiya raman, ragahandinê, girtina siyasetmedaran, neberdana wan li dijî biryara dadgeha Ewrupa de diyar kiriye. Ev pirsgirêk li pêş kamerayan hatin behskirin ku ya girîng yekitiya NATO’yê bû.

Bê guman dewleta Tirk bi têkiliyên Amerîka yên xirab re ji xwe re hin derfetan çêbike. Divê çarçovê de girîngbûna Rûsya ji bo NATO hinek derfetan ji Tirkiyê re çêdike. Ji ber Tirkiyê endama herî dawî ya NATO’yê  ya cîhana Rûsya ye. Tirkiyê ji xwe demeke kurt e di kêşeya Ukranya de li dijî Rûsya roleke bilîze û ji NATO’yê re dibejê ‘ez heme, hûn dikarin li ser min hinek siyaset bikin.’ Firotina dronan ji Ukranya re li dijî Rûsya ku bûbû nerazîbûna Rûsyayê yek ji wan xalan e ku Tirkiyê dixwaze wekî kartekê bikar bîne. Cihê xwe di nava NATO’yê de xurt bike, xwe li pêş çavê Biden jî hinek şêrîn bike. Xala din jî Efganistan e ku Amerîka ji wî welatî derdikevin. Îhtîmalek heye ku Tirkiyê wekî welatekî endamê NATO’yê dixwaze roleke bilîze. Tirkiyê li ser Efganistanê careke din xwe bi cîhana rojava re û ji NATO’yê re xweştir bike.

Di demên dawî de tiştên ku bi Avrasya, mijara 5 welatên Şanghay, Rusya, Çîn hwd jiyan kiriye li ser Afganistan û Ukrayna derbas bike ku careke din xwe di xeta NATO’yê de welatên rojava de bi cih bike. Ev jî wekî peyama ji Amerîkayê re ku bibeje ‘Ez girîng im, divê hûn girîngiyê bidin min, pirsgirêkên heyî zêde nekin mijar, ger ez nebim wê NATO’yê jî nebe’ dide.

Dê Ukrayna û Gurcistan bibin endamên NATO’yê. Rola dewleta Tirk anku girîngiya wê di NATO’yê de dê çawa be?

Dîrokeke nehatiye dayîn ku kengî Ukranya û Gurcistan bibin endam. Lê wiha ye ku endambûna wan were pejirandin. Bê guman ger her du dewletên Sovyet yên berê bibin endam, rola Tirkiyê ewqas girîng namîne. Tirkiyê dewleteke xwedî pirsgirêk e. Di aliyekî de sînorên wê bi Îran re, berê Saddam-Iraq û niha jî Sûriyê heye. Ya herî girîng jî niha bi Rûsya re jî heye. Tirkiyê wekî qereqola dawî tê binavkirin. Dema  Gurcistan û Ukranya bibin endam ev girîngiya Tirkiyê kêmtir dike. Dibe ku yek ji wan sedeman ew be ku 30 endam nagihêjin encama qebûlkirina wan dewletan. Biden dibêje ‘divê em piştrast bikin ku ew dewletên ku dixwazin bibin endam divê amade bin, binesaziyên wan amade be.’ Dizî, bertîl û perexwarin nemîne. Bi taybet di mînaka Ukranya de dibêje divê hûn bertîlgirtin dizî û perexwarin ji holê rakin, nabin ku komên olîgarşîk dewletê bi rê ve bibin, sîstemek wiha divê zelal bin. Li Ukrayna zêde mesafe bi dest nexistin. Bi vî awayî nêrîna xwe nîşan dide ku Ukranya ne amade ye. Tevî ku pirsgirêkên Ukranya bi Rûsyayê re hene û ew li dijî Rûsyayê bê şert û merc piştevaniya Ukranya dikin, lê ji bo endambûnê hîn diyar e Amerîka û hinek welatên din şert û mercên heyî hîn amade nabînin. Ger Ukranya û Gurcistan bibin endam, ew rewşa bêhempa ya Tirkiyê ji holê radibe. Ew jî rûpeleke nû di şexsiyeta NATO’yê vedibe. Ji ber ku hîn hevsînorên Rûsyayê dibin 3 dewlet. Tirkiyê jî wê rewşa xwe ya taybet ji dest berde.

Ragihandina Amerîkayê ya encamnameya NATO’yê, bandora wê, daxuyaniyên Çîn û Rûsya yên li dijî NATO’yê divê çawa bên dîtin?

Medyaya giştî ya Amerîka agahdar e ku Biden û rêveberiya wî Rûsya û Çînê kirine mijara herî girîng li Washingtonê. Ji ber ku ji pir kesan re tiştekî nû ye ku wan li Bruksêle jî Biden û rêveberiya payebilind dibîhîsin lê li Washington û Amerîka piştî ku Biden hatiye Koşka Spî tê zanîn ku di siyasetên wî yên derve de giranî wê Rûsya û Çîn be. Ji ber vê tiştek çavvekirî ye. Biden wek siyasetmedarekî ku nêzîkî 40 salan senatortî kiriye û 8 sal cîgirê serok bû. Hem siyaseta dewletên cîhanê hem jî serokên dewletan baş nas dike. Biden bi zanebûn siyaset dike. Berovajî wê Trump wekî karsaz bû. Ev daxuyaniyên Biden ji ber wê ne surprîz bû. Dema NATO jî Fransa, Almanya, Îngiltere tunebûna Amerîkayê gelek baş dîtin. Di dizayna cîhanî de Amerîka tune be pirsgirêk derdikevin, dizayn diheje. Biden dixwaze wan careke din misoger bike ku Amerîka têkbirin derbas kiriye.      لاجn endam, lê wiha ye ku endam  ku endam beş ya şermezarkirinê derkeve n dixwazin dubare bikin ji ber ku

Ragihandina Amerîkayê û raya wê ya giştî ya têkiliyên dewleta Tirk û Amerîka taybet di mijara pirsgrêka Kurd de, siyaseta dewleta Tirk çawa dinirxînin?

Ragihandina Amerîkayê û raya giştî ya Amerîkayê bi çavekî erênî li Kurdan dinêrin. Sempatiyeke mezin ji Kurdan re heye bi taybet ji Kobanê re heye. Berê Kurd bi Helebçeyê dihatin nasîn, niha bi Kobanê tên nasîn, hezkirinek û rêzek ji Kurdan re heye. Lewma argumanên Tirkiyê li vir piştevan nabînin, her kes dizane ku Kurd civakeke nimûne ye. Ez vî tiştî wek lobiya xwezayî bi nav dikim, lobiya Kurdan a xwezayî.

Di medyaya amerîkî de ev nêzîkî 10 roj e gelek nivîs derketin ku divê Biden derfet nede Erdogan ku di siyaseta hundirîn a Tirkiyê de bi kar neyne, dive Biden dîqet bike. Biden soz dabû ku ew ê hesab bipirse, ew civîn derfeteke ji bo Biden e ku divê bi ser Erdogan de here.

Dixwazin Biden helwesteke tund ji Erdogan re nîşan bide. Jixwe Kongreya Amerîkayê jî hem Partiya Komarparêz û hem Partiya Demokrat gelek caran bi name û bangan ji Biden xwestibû ku di warê mafên mirovan, demoraksî û pirsgirêka kurdî, azadiya ragihandinê de nebicihanîna biryarên dadgehên Ewropayê, êrişkariya Tirkiyê li Sûriyê, li Yûnanistanê, Ermenistanê û Lîbyayê bersiv û bertek nîşan bide. Dema mirov van hemûyan dixe cihekî, dibîne ku bayekî neyînî li dijî Tirkiyê heye û berovajî vê yekê sempatiyek ji Kurdan re 4-5 salên dawîn didome.

ANHA