Di sêgoşeya mafya-dewlet-medyayê de têkiliya dewleta Tirk bi Gladyoyê re

Reportaj Summay

Di sêgoşeya mafya-dewlet-medyayê de têkiliya dewleta Tirk bi Gladyoyê re
29 gulan 2021   06:24

Nivîskar Halîl Cemal diyar kir ku desthilata AKP/MHP'ê dikare bi îtîrafên Sedat Peker biheje û diyar kir ku wekî di salên 1990'î de, di pêvajoya operasyona 'Destên Paqij' a li Îtalyayê de ku piştî îtîrafeke bi heman rengî pêk hat, piştî aşkerabûna sûcên giran ên dewleta Tirk, dixwazin bi heman awayî bên lêpirsînkirin.Vîdeoyên ku serokê rêxistina mafyayê ya girêdayî dewleta Tirk Sedat Peker ji 6'ê Gulanê ve li Tirkiyê di rojevê de ne.

Di 7 vîdeoyan de ku heta niha di kanala xwe ya YouTube de hatine weşandin;  têkiliyên qirêjî yên wezîrê harên hundir Suleyman Soylu û wezîrê karên hundir ê berê Mehmet Agar, kuştina rojnamevan Yeldana Kaharman ji aliye kurê Mehmet Agar, Tolga Agar ve piştî ku tecawiz lê kir, bazirganiya kokaînê ya Erkan Yildirim kurê serokwezîrê berê Bînalî Yildirim, kuştina Ugur Mumcu, Savaş Buldan, Kutlu Adali û gelek sûcên din ên dewleta kûr îtîraf kirin.

BÊDENGIYA ERDOGAN

Bêdengiya demdirêj a Erdogan li hemberî wan îtîrafan balkêş bû. Ev bêdengî ji aliyê hin siyasetmedaran ve wek plana parastina desthilata Erdogan hate şîrovekirin, hinekan jî got piştî vîdeoyên Peker ên nû dê bêdengî bişikê.

Nivîskar Halîl Cemal bêdengiya demdirêj wek pêvajoyeke li benda reaksiyona Gladyo û NATO'yê bi nav kir.

HDP'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe dê têkiliyên qirêjî yên li Tirkiyê dewam bikin û hat gotin: "Dewlet ku civak û welat di navbera rêxistinên mafya û çeteyan de difetisîne, ev yek nayê qebûlkirin."

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, hevsera karsaz Savaş Buldan ku di 3'yê Hezîrana 1994'an de hat revandin û kuştin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "Bi salan e em dibêjin, niha jî careke din dibêjin. Savaş Buldan û hevalên wî ji aliyê serdestên dewletê ve hatin kuştin. Faîlan beraat kir. Niha em vedigerin destpêkê û em ê hewl bidin wan darizînin.”

Hevsera Ugur Mumcu, Guldal Mumcu jî li ser Twitterê got: "Bi salan e em dibêjin, ronîkirina kuştina Ugur Mumcu naçe xweşa kê jî bila neçe. Em wê nêrînê didomînin. Bila kerpîçekê ji dîwar bikişînin û kî di bin de dimîne jî bila bimîme."

Raya giştî li bendê ye ku bi vîdeoyên nû yên Peker re sûcên nû bên îtîrafkirin û her wiha pêşeroja  desthilata AKP-MHP’ê jî aloz e.

Me li ser îtîrafên Sedat Peker ku serekekî mafyayê yê dewleta Tirk e û bandora wan li ser pirsgirêka Kurd û li ser rewşa heyî, bi nivîskar Halîl Cemal re nîqaş kirin.

Serokê mafyayê yê bi navê Sedat Peker ku bi vîdeoyên xwe têkiliyên dewletê-mafya-medyayê aşkera dike. Ev yek piştî berxwedana Garê û êrişên dagirker ên domdar û piştî Biden dest bi kar kir, derket holê. Wateya vê yekê çi ye?

Vîdeoyên Sedat Peker têkiliya hêzên global û herêmî û her wiha rastiya dewleta Tirk ronî dikin. Sedat Peker niha derfetê wê heye ku van vîdeoyan bi serbestî biweşîne.  Sedat Peker ku di bin parastina dewlet an jî hin dewletan de ye, di vîdeoyan de ne tenê wek serokekî mafyayê, di çarçoveya dewleta kûr a dewleta Tirk de diaxive. Wekî din, qebûl dike ku di pratîkê de wek endamê Daîreya Şerê Taybet çi kar kirine. Di aşkerakirina kiryarên li hemberî hevjîna xwe de aşkera dike ku dewleta Tikr ji 'edaletê' dûr ketiye. Lewma vîdeoyên Sedat Peker îtirafeke dewleta Tirk a birêxistinbûna şerê taybet e.

Berê jî hin kesan îtîraf kirine, her çendî ne di heman astê de bin jî. Ev îtîraf bi kurtasî ji raya giştî re hatin aşkerakirin û piştre ji bîr kirin. Lê bandora îtirafên Sedat Peker gelekî cuda ye û hê jî dewam dike. Ev îtiraf dê bandoreke mezin li ser desthilata AKP/MHP'ê bikin.

BÛYERA REZA ZARRAB

Çima Sedat Peker ê serokê mafyayê û endamê Gladyoyê ku heta duh bi gefxwarina li derdorên şoreşger-demokratîk dengê wî derdiket, niha jî dixwaze êrişî hevkarên xwe bike? Ma ev îtîraf dikarin ji aliyê zordestekî ve wek dijberiyeke takekesî bên dîtin? Bêguman mesele bi vî rengî nabe. Piştre çima destpêkê Sedat Peker birin derveyî welat û niha jî van îtîrafan diweşîne? Di rastiyê de di doza Reza Zarrab de jî rewşeke bi heman rengî hate dîtin ku karê qirêjî yê vê hikumetê kir. Reza Zarrab çû DYA'yê û piştre îtîraf kir. Têkiliyên dewleta Tirk-Îranê û xebatên mafyayê yên dewleta Tirk li dadgehên Amerîkayê ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye, aşkera kirin. Bi gotineke din Reza Zarrab têkiliyên dewleta Tirk ên bi hêzên global re di konjonktura heyî ya cîhanê de ragihandin, destpêkirina qonaxeke nû ya pêvajoya tengezariyê di navbera dewleta Tirk û hêzên rojavayî, dîplomasî, siyasî û hwd e.

Niha jî pêwîst e bi pirsekê bê pirsîn ka Sedat Peker û AKP/MHP ji bo desthilata xwe ya faşîst dest bi pêvajoyek nû dikin?

DEMA ÎTÎRAFAN

Di derketina Sedat Peker re dewleta Tirk a faşîst ji bo tasfiyekirina tevgera Apocî bi giştî li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke dijwar kir û bi taybetî jî li dijî gerîla. Dixwest bi lez û bez encamê bigire, hewldanên xwe yên herî baş li ser xetê bi kar anîn. Wî hêzên cîhanî yên wekî Amerîka, Almanya, Fransa, Brîtanya, Îsraîl û NY anîn ku dostê qedîm bûn. Peymana Şengalê bi vî awayî pêk hat. Ji ber berxwedana gelê êzidî û dostên wan senaryoya Şengalê bi qasî ku dewleta Tirk dixwest, pêk nehat. Weke pirsgirêka Şengalê, di gelek mijaran de dewleta Tirk a faşîst dixwaze di nava tevgera Apocî de hêzên ku li ser hemû Kurdan zext an jî muzakereyan dike, bixe nava tevgerê. Lê belê dema ku nekarî vê bike, mîna ku di êrişa Garê de kir, gav avêt û bi berxwedana dijwar a gerîla re têk çû. Şikestin ji bo desthilata AKP/MHP'ê xaleke veguhertinê nîşan da. Ji ber ku ev demeke dirêj e vê desthilatê şikestineke ew çend zelal nexwaribû.  Vê yekê siyaseta dewleta Tirk têk bir.

PIŞTÎ TÊKÇÛNÊ SEDAT PEKER HAT ROJEVÊ

Desthilata faşîst a AKP/MHP'ê bi êrişa Zap/Avaşînê re ji bo pêşî li vê nelirêtiyê bigire û pirsgirêkên xwe di bin pêla neteweperestiyê de kamûfle bike, ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest bi pêvajoyeke nû kir û dixwest di nava demê de encamê bigire. Her ku berxwedan mezin bû û windahî hatin, nakokîyên derve û hundir kûrtir bûn.

Bikaranîna nakokîya di navbera Amerîka û Rûsya/Îranê di siyaseta derve de, hikumetê ji dema çûyîna Trump û bi vir ve gelek winda kir. Di vê merheleyê de ne hêzên civakî yên herêmî, cîhanî û navxweyî karîbûn bi vê hêzê bimeşin. Di vê derê de îtirafên Gladyo-mafyayê yên Sedat Peker derketin pêş . Di şexsê hikumeta heyî û pêşiyên wê yên mîna Mehmet Agar de dewleta Tirk pirsgirêkên dewleta şerê taybet ku li ser bêexlaqiyê ava bûne, dest bi nîqaşê kirin.

Piştî van îtîrafan hejmara kesên ku dixwazin Suleyman Soylu îstîfa bike roj bi roj zêde dibe. AKP/MHP'ê bertekek cidî bi pêş nexist. Bi taybetî bêdengiya demdirêj a Erdogan a li hemberî vê rewşê xuya ye. Lewma pirsa gelo tiştên ku bûne di encama planekê de pêk tên,derdikeve holê. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Mehmet Agar û Suleyman Soylu navên sembolîk ên Gladyoaya Tirk in ku ne tenê li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan û derdorên demokratîk şoreşger ên li her devera cîhanê ku hemû parçeyên Kurdistanê û Kurd lê hene sûcên li dijî mirovahiyê kirine. Sedat Peker yek ji tetikkêşên heman rêxistina sûc e. Ji ber vê yekê, li pêşberî îtîrafkaran faşîstên AKP/MHP'ê dizanin ku ev ne tenê xema wan e. Û li pêşberî vê pêşketinê Gladyo û NATO li benda bersiva xwe ne. Ji bo wî bertekên bi sînor in. Mesele ne tenê Suleyman Soylu ye. Di vîdeoyên ku heta niha hatine aşkerakirin de mijarên ji ber tîcareta hişbirê, dozên neçareserkirî, gendelî û dan û standinên neqanûnî hene. Lewma ne tenê ev pêvajoya desthilatê, sûcên li dijî mirovahiyê yên salên 1990'î bi girîngî tên aşkerakirin. Bêguman, li hemberî aşkerakirina pêvajoyeke bi vî rengî ya domdar û berfireh, li ser esasê reaksiyonên hikumeta heyî nirxandina rewşê kêm xuya dike. Piştî îtirafeke bi heman rengî ya li Îtalyayê, ji bo formekê bide Gladyoya Îtalyayê ku ji faşîzma Mussolonî maye, operasyoneke 'Destên Paqij' hat destpêkirin. Niha nayê zanîn ka dê li Tirkiyê pêvajoyek wiha biqewime yan na. Mînak herî dawî beraeta Mehmet Agar a di doza Susurlukê de ji aliyê dadgeheke din ve hate betalkirin.

‘DIŞIBE OPERASYONEKE NAVNETEWEYÎ’

Tevî vê mînakê jî, Tirkiye xwedî pirsgirêkeke gelekî zehmet e û dewletê dixe nava her cûre qirêjiyê. Serlêdaneke ku vê pirsgirêkê çareser neke, tenê dikare daxwaza berdewamiya kevn bike. Ji ber ku Gladyoya Tirk hemû qirêjiya xwe bi dijminatî û qirkirina Kurdan dewam dike. Faşîzma Tirk bi tevahî hewl dide bi dijminahiya Kurdan hebûna xwe biparêze. Ji ber vê yekê, ev vîdeoyên ku bi tena serê xwe weke îtîrafa Sedat Peker nayê dîtin, dişibin operasyoneke berfirehtir û navneteweyî. Nayê zanîn ku ev operasyon wê li ku derê bi pêş bikeve, lê eger tê gotin ku divê serketinek bi xêra Kurdan û hêzên demokrasiyê bê kirin, wê demê divê hem Kurd hem jî hêzên demokrasiyê li eniya hevpar pêvajoyek hîn bi rêxistinkirî û bi çalakî derbas bikin. Ji ber ku hêzên ku li pişt Sedat Peker in hê jî êriş û konsepta îmhayê ya ku faşîzma heyî li dijî tevgera Apocî û hêzên azadiyê pêş xistî, erê dikin. Îro lîstika wî ya bi demografiya Rojava û herêmên dagirkirî û destdirêjiya wî ya bi her cure sûcên şer û bi taybet bikaranîna çekên kîmyewî li ber çavên cîhanê ne tenê li dijî gerîla û li dijî gelê sivîl ê başûrê Kurdistanê ku tê armanckirin were dagirkirin, nîşan dide ku dewleta Tirk ya faşîst teşwîq dike ku li ser qirkirian Kurdan ji hêzên cîhanî û herêmî piştgiriyê werdigire heta ku van sûcan pêk tîne.

Têkiliya dewletê - mafya - medyayê çawa bandor li pirsgirêka Kurd dike?

Dewleta Tirk ji destpêka avabûna xwe ve têkiliyên xwe bi çeteyan û her ku diçe bi rêxistinên mafyayê re heye. Mînak Topal Osman ê ku di destpêka salên 1920 'î de qetilkirina Mustafa Suphî û 15 hevalên wî pêk anî, ji bo çavnebarkirina Çerkesên ku wê demê beşeke herî demokratîk a Tirkiyê ava kirin û di têkbirina îsyanên Koçgirî de ji bo kuştina hin muxalîfên demokratîk, hatin bikaranîn. Topal Osman her wiha fermandarê yekîneya parastiyê ya Mustafa Kemal bû. Ev serçete dema ji bo dewletê xetere bû, bi fermana Mustafa Kemal bi xwe ji holê hat rakirin.  Bi gotineke din têkiliya mafyaya dewletê di bingeha Komarê de heye. Îro têkiliya bi DAIŞ'ê û çeteyên mîna wê re û endazyariya civakî ya ku tê xwestin bi rêya wan were geşkirin, nasnameya rast a dewleta Tirk nîşan dide.

‘ÇAPEMENIYA TIRK HEWL DIDE SÛCÊN FAŞÎZMÊ VEŞÊRE’

Têkiliya dewlet-medyayê di heman çarçoveyê de dikare bê dîtin. Ne tenê dewleta Tirk hemû dewlet bi rêya çapemeniyê dijminahiya gel rewa dikin. Bi operasyonên guherandina rojevê yên bi rêya çapemeniyê tên afirandin re, rastî tên berevajîkirin. Çawa ku dewleta dewleta Tirk li ser bingeha hevkariya bi çeteyan re ava bû, ji destpêkê ve medya di bin kontrola xwe de girt. Êrişên qirkirinê û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê hatin kirin, li dora yekitiya vê yekê pêk hatin. Dewleta mafyayê her ku diçe zêde dibe, Kurd û şervanên azadiyê bi rêya çapemeniyê wekî civaka sûcdarên ku divê bêne tunekirin, bi nav kirine. Kes an jî derdorên ku hinekî bi hikumetê re li hev nakin, ji aliyê medyayê ve hatin lînçkirin û kirin hedef û piştre hatin qetilkirin. Ne tenê ev, medyayê hewl da sûcên dewletê li komunîstan, sosyalîstan û hemû hêzên demokrasî û azadiyê bi taybetî jî PKK'ê bar bike. Herî dawî Sedat Peker li ser vê mijarê daxuyaniyên balkêş dan. Her wiha bal kişande ser stûnên mafya û medyayê yên vê desthilata faşîst. Rastiya tê zanîn ku çapemeniya Tirk ku hewl dide sûcên faşîzmê veşêre. Îro çapemeniya Tirk tu sînoran li ser dijminahiya Kurdan weke amîrên şerê taybet nizane. Hin dezgehên çapemeniyê ku dibêjin ew li dijî hikumetê ne jî li dijî nasnameya faşîzan a dewletê ya li dijî Kurdan berdewam dikin. Ji ber vê yekê dema ku mijar dibe Kurd çapemeniya desthilatdar/muxalîf hemû bi hev re tev digerin.

Piştî van îtirafan çi li ber dewleta Tirk û bi taybetî hikumeta AKP/MHP'ê heye?

Di serdema pêş de têkçûneke cidî ya desthilata AKP/MHP'ê dibe ku çêbe. Ev pêvajoya têkçûnê bi berxwedana gerîlayên azadiyê û dilsoziya bi Rêbertî û têkoşîn gelê Kurd re kûrtir bû. Lê helbet eger berxwedana ku van îtîrafan derdixe holê kûrtir bibe û tifaq çêbin, wê demê dê encamek derkeve holê. Nexwe dê bibe mewziyeke gelekî xetere û dibe ku desthilata AKP/MHP'ê bê xistin an jî hêzên global wê biguherînin. Îro gerîlayên ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê li ber xwe didin, erka xwe pêk tînin û nebûna berxwedanê wek gel pirsgirêkeke cidî ye. Li pêşiya mafên herêmê û bi taybet gelê Kurd ên ku bi şehîdên xwe bawer in û li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî bi xurtkirina parastina xwe ya cewherî çalakî li dar xistin û li ser esasê pêngavê ji bo bidawîkirina dagirkerî, faşîzm û bidestveanîna azadiyê, divê hêj gelek xebat bên kirin. Faşîzma AKP/MHP'ê dê bi bicihanîna pêwîstiyên vê erkê re têk biçe. Geşedanên herêmî û cîhanî ji her demê zêdetir ji bo hilweşîna faşîzmê guncaw in. Lê kesên ku li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û tev bigerin, dê encamê diyar bikin.

Lewma em tev li berxwedana şoreşgerî ya gerîla bibin ku vê berxwedanê Sedat Peker mecbûrî îtirafan kir. Berxwedana giştî ya li dijî serdestiya faşîst ku dê ji Efrînê heta Xakûrkê û ji wir jî li tevahiya Kurdistanê belav bibe, bingeha serketinê ye. Dema ku her kes li ser vê bingehê pêwîstiyên têkoşînê bi cih bîne, dê dema azadiyê jî bê.

ANHA