​​​​​​​‘Dewleta Tirk li ser ewlehiya Ereban gef e û hewl dide herêman li gorî Mîsaqa Millî dagir bike’

Reportaj Summay

​​​​​​​‘Dewleta Tirk li ser ewlehiya Ereban gef e û hewl dide herêman li gorî Mîsaqa Millî dagir bike’
23 gulan 2021   00:47

Nivîskar û analîzvanê siyasî Ehmed Şêxo got dewleta Tirk avê wek çekekê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û êrişî çiyayên Kurdistanê dike ku armanca xwe ya sereke dagirkirina herêman e ku wek beşeke Mîsaqa Millî dibîne.

Dewleta Tirk li her derê li dijî Kurdan şerekî bêsînor dimeşîne, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji zêdetirî 3 mehan ve ava çemê Firatê li ser gelên herêmê dibire. Her wiha êrişî çiyayên Başûrê Kurdistanê jî dike û niyeta xwe ya dagirkirina herêmê bi awayekî zelal eşkere kir. Li rex wê jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye şerekî siyasî li dijî Kurdan dimeşîne.

Di vê çarçoveyê de nivîskar û analîzvanê siyasî Ehmed Şêxo bersiva pirsên ANHA`yê da. Hevpeyvîn wiha ye:

Ji zêdetirî 3 mehan ve dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kiriye, ev tê çi wateyê?

Dewleta Tirk lihevkirinên navneteweyî yên derbarê avê de bin pê dike jê lihevkirina 1987`an ku li gorî wê para Sûriyê ji ava Firatê bi 500 metrekab di her saniyekê de diyar dibe. Lê di çend mehên dawîn de dewleta Tirk ev rêje heta kêmtirî 150 metrekab di her saniyekê de daxist. Bi vê yekê avê û tîbûnê wek çekekê li dijî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne ku hejmara wan zêdetirî 5 milyon kes e. Her wiha wê li dijî Rêveberiya Xweser û ji bo têkbirina ewlehiyê û derxistina tevliheviyê di navbera şêniyên de bi kar tîne. Ya rast em bêjin ku delweta Tirk bi rêya qutkirina avê, kehrebe, çandiniyê, derxistina nexweşiyan bi taybet li gel belavbûna Koronayê û pêwîstiya şêniyan bi ava paqij heye, siyaseta qirkirinê li dijî gelên Kurd, Ereb û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) biryarek da û tê de got divê nexweşxane, dibistan û av li herêmên nakok ên li cîhanê neyên hedefgirtin. Gelo li hemberî qutkirina ava Firatê divê NY çi bike?

Bêguman divê civaka navneteweyî zextê li Tirkiye bike da ku avê nebire û hesab ji ber kiryara wê ya dijminane ya li dijî gelên Sûriye jê bixwaze. Her wiha berpirsyartiya Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku ji bo berdana avê bixebitin û rê nedin Tirkiye ku bi rêya qutkirina avê û bi taybet li gel aloziya Koronayê û li gel hewcedariya herêmê bi ava çemê Firatê heye qirkirinê li dijî gelên herêmê pêk bîne. Heta Komkara Erebî û dewletên Ereban divê alîkariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da ku dewleta Tirk a dagirker ji stasyonên avê yên wekî Elokê derxin û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê bi dawî bikin ku piştgiriya çeteyan û terorê dike da ku demografiya herêmê biguhêrin.

Heta niha hikumeta Şamê vê mijarê paşguh dike, wek endameke NY`yê gelo çi ji hikumeta Şamê tê xwestin?

Hikumeta Şamê heta niha hewldanên pir nekiriye da ku fişarê li dewleta Tirk bike û mijarê bibe qadên navneteweyî wekî kêşeyeke mirovahî, exlaqî û serwer a Sûriyê. Tenê carinan hin daxuyaniyên ku tiştekî nakin derdixe. Divê hikumeta Şamê ji bo parastina serweriya avê ya Sûriye hewldaneke mezintir bide û bi Rêveberiya Xweser re ji bo dîtina çareseriyan ji vê aloziyê re hevkar be, wek mijarekê nexe nava bazarên siyasî û li dijî Rêveberiya Xweser bi kar neyine. Her wiha mîna delweta Tirk neke û vîna civakê lawaz neke.

Dewleta Tirk ava çemên Firat û Dîcleyê qut dike û ji aliyekî din ve tev li avakirina bendava El-Nehda ya li ser çemê Nîl dibe. Gelo dewleta Tirk çawa avê di şerên xwe yên li dijî gelan de bi kar tîne û armancên wê çi ne?

Rast e ku agahî û nûçeyên li ser beşdariya gelek welatan a di projeya Bendava El-Nehdayê de hene ku Tirkiye jî di nav de ye, ev yek jî polîtîkaya Tirkiye ya dorpêçkirina dewletên Ereban eşkere dike ku bi rêya mudaxelekirina Iraq, Sûriyê, Qeter, Somliya, Yemen, Lîbya, Sûdan û heta Tunisê û piştgiriya hinek tevgeran li Cezayir û Morîtanyayê dike, şert û mercan amade dike da ku hegemonya xwe û şertên xwe li welatên Ereban ên sereke ferz bike. Ev dagirkerkirin, baregeh û beşdariyên ji bo projeyên avê hemû li ser ewlehiya avê ya Ereban gef e bi taybet ku dewleta Tirk wê wek kaxizên zextê di dan û standinên xwe de yên bi dewletên Ereban û dewletên mezin ên li cîhanê re bi kar tîne.  Jê dixwaze siyasetên xwe bimeşîne û berjewendiyên xwe pêk bîne û bêdengiya cîhanê li hember qirkirina gelê Kurd li Sûriyê, Iraqê û Tirkiye misoger bike.

Li rex tîkirina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk bi awayekî domdar êrişî çiyayên Kurdistanê dike, gelo xetereya van êrişan çi ye?

Êrişên Tirkiye yên li ser herêmên Metîna, Zab, Avaşînê û Heftanînê gelek armancên wê yên li ser çend qonaxan hene: Ya yekemîn tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, bidawîkirina hebûna Hêzên Parastina Gel (HPG), dorpêçkirina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parçekirina wan ji Başûrê Kurdistanê. Ya duyem jî dagirkirina deverên stratejîk ên li çiyayên Başûrê Kurdistanê, zêdekirina hegemonya xwe ya li ser Başûr, dagirkirina Hewlêr û Silêmaniyê. Ya sêyem jî; pêşve biçe da ku Kerkûk û Musilê kontrol bike. Ya çarem; Bi vî awayî dagrkirina deverên ku jê re dibêjin “Mîsaqî Millî” li Iraqê temam bike. Bê guman heke bi serkeve ev êriş wê li vir ranewestin. Êriş beşek ji rêzedestwerdan û dagirkeriyên li dijî gelên herêmê ye. Di serî de gelê Kurd û Ereb, ji ber ku Tirkiye xwedî projeyekê ye ku pêşiyên wan ên Osmaniyan ji wan re hiştine û divê vejînin.  Şert û mercên 10 salên dawîn, lawazbûna welatên ereban û valahiya desthilatê li hinek welatên Ereban derfet ji dewleta Tirk re vekir ku armanca xwe pêk bîne. Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di heman demê de êrişên li ser hemû gelên herêmê ne û ne li ser partiyekê yan jî gelekî yan jî heremekê ye lê belê hemû herêmê dike hedef.

Divê Komkara Erebî li hemberî mudaxeleyên dewleta Tirk çi bike?

Komkara Erebî nûnertiya îradeya gelê Ereb û heta hemû pêkhateyên welatên Ereban dike. Daxuyanî û helwestên wan hene ku destwerdanên herêmî di welatên Erebî de red dikin, nemaze li hemberî destwerdanên Tirkiye û Îranê. Biryar û daxuyaniyên redkirina destwerdanên Tirkiye li ser Sûriyê, Iraq, Lîbya, Qeter û cihên din hene. Dema dewleta Tirk  Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, beriya ku Komara Erebî civîna xwe li dar bixe Wezareta Karên Derve ya Misrê şandeyeke Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) pêşwazî kir. Pê re her dewletek li gorî xwe daxuyaniyên redkirina dagirkeriya Tirk û girtina tedbîran dan. Guman tune ye ku Iraq û Sûriyê ji dewletên damezirîner ên Komkara Erebî ne, destwerdanên Tirkiye yên di Iraq û Sûriyê de, bi taybet êrîşên niha li ser herêmên Metîna, Zab û Avaşînê metirsiyeke mezin li ser aramî û ewlehiya dewletên Ereban û giştî herêmê çêdike. Ji bo vê yekê jî guncaw e û heta pêwîst e ku Komkara Erebî helwesteke yekgirtî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk nîşan bide ku welatekî damezrînerê komkarê dagir dike.

Li ser asta gel gelek bertek derketin. Gelê Erabistana Siûdî kel û pelên Tirkiyê boykot kirin ku dixwazin her bûyerekê bi kar bînin da ku wêneya rêveberiyên erebî yên xwedî pîvan mîna rêveberiya Erabistana Siûdî reş bikin.

Dewleta Tirk di salvegera komkujiyên xwe yên li dijî Ermenan de êrişî çiyayên Kurdistanê kir, ev tê çi wateyê?

Dewleta Tirk her dem roj û dîroka ku bi rêya wê peyaman bide hildibijêre. Dewleta Tirk di 24 'ê Tebaxê de anku salvegera şerê Merc Dabiq a di navbera Osmaniyan û Memlûkan de ku di encama wê de Osmaniyan piraniya welatên Ereban dagir kir, êrişî Sûriyê kir û Cerbalus dagir kir. Di 9 'ê Cotmehê de dest bi êrîşên xwe yên dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir, ev dîrok heman roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî ronakbîr Abdullah Ocalan e. Gelek mînakên din jî hene. Bê guman ne tesadûf dewleta Tirk di salvegera 106'emîn a qirkirina ermenan de êrişî çiyayên Kurdistanê kir. Ew dixwaze vê peyamê bide; çawa me ermen kuştin em ê we bikujin û bila cîhan piştî 106 salan pê îtîraf bike. Lê ya girîng ew e ku divê cîhan bizane ku zihniyet û fikirê faşîst ê dewleta Tirk a ku ermen qir kir, hîna li Tirkiyê zindî ye. Niha gelên herêmê yên Kurd û Ereb û yên din dike hedef.

Dewleta Tirk bi awayekî eşkere niyeta xwe ya avakirina baregehan li herêmên ku êrişî wan dike ragihand. Armancên wê yên veşartî çi ne?

Dewleta Tirk bi artêş û baregehên xwe ku hejmara wan derdora 50 baregehî ne li Başûrê Kurdistanê û Iraqê heye. Her wiha gelek navendên istixbaratê Tirk hene, bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî û serdestiya Iraqê bin pê kir. Girîng e ku em armanca bingehîn a dewleta Tirk bizanibin çi ye, ji ber ku Erdogan ragihand ku armanca wî tasfiyekirina PKK'ê ye, lê di rastiyê de hemleyek ji bo qirkirina gelê Kurd û têkbirina hêza wî ya sereke Hêzên Parastina Gel (HPG) ye. Heta dewleta Tirk çeteyên ku berê li Sûriyê, Iraqê, Lîbyayê û Qere bi kar anîne niha li dijî gelê Kurd li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne. Mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye. Armanc jî pêkanîna projeya Osmaniyan ya nû ye ku hemû gelên herêmê dike hedef, herêmên Kurdan kontrol bike, jenosayd pêk bîne, demografiya herêman biguhere û çeteyan li herêmên kurdî yên dîrokî bi cih bike.

Bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê der barê êrişên dewleta Tirk de, çi wateyê dide?

Di piraniya êrişên berê yên Tirkiyê de, hikumeta Iraqê gazî balyozê Tirk dikir ku û muzekeriya protestoyî radestî wî dikir, lê hikumeta başûrê Kurdistanê bêdeng bû, di encama bombebarana balafirên Tirk de şehîdên sivîl ên Kurd çêbûn, her wiha der barê operasyonên dewleta Tirk bi daxuyaniyên xwe yên ne rast belav kirin. Her wiha PDK'ê qebûl nedikir ku sivîl nerazîbûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk diyar bikin.

Wiha tê diyarkirin ku di êrişên ku dewleta Tirk di 23'ê Nîsanê de dest pê kiriye, hikumeta Iraqê muzekereya protestoyê kir heya deh rojan şûn ve pêşkêş nekir. Serokê hikumeta başûrê Kurdistanê bi rêya qanalekê daxuya kirin ku pirsgirêka dewleta Tirk bi kurdan re nîne lê pirsgirêka wê bi partiyek taybet re ye.

Divê hikumetên Iraqê û başûrê kurdistanê dewleta Tirk a dagirker qebûl nekin û banga derxistina baragehên Tirkiyê ji axa Iraq û Başûrê kurdistanê bikin.

Têkiliya di navbera hewldanên hikumeta navendî ya Bexdayê ya êrişkirina Şengalê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Başûrê Kurdistanê de çi ye?

Peymana Şengalê di navbera hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Bexdayê de bêyî ku nêrîna civaka êzidî ber çavan bigirin hate îmzekirin û bi rêya PDK'ê, hate girêdan. Ev yek bi armanca bidawîkirina hêzên êzidî yên ku Şengal rizgar kirine û di parastina gelê êzidî ji tunekirinê de xwedî rolek bingehîn û bibandor bû. Ev hêz tevî Hêzên Parastina Gel parastina Şengalê kir, ji mafê gelê êzidî ye ku vê peymanê red bikin. Daxwazên gelê êzidî xwe bi xwe rêve bibin, em dikarin bêjin destûra Iraqê ya federal dikare daxwazên civaka êzidî pêk bîne. Divê hikumata Bexda û Başûrê Kurdistanê kesên ku Şengal bê parastin di destê DAIŞ'ê de hiştine hesab ji wan bixweze. Civaka êzidî xwe bi xwe rêxistin kir û hêzên xwe wekî hêzên parastina Şengalê û hêzên Asayîşê Êzîdxanê ava kirine.

Çima civaka navneteweyî rê ji dewleta Tirk re vedike da ku êrişî herêma Kurdistanê û Kurdan bi awayekî giştî li Sûriye û Tirkiyê bike?

Doza Kurd xwedî hêmanên navneteweyî ye, her wiha parçekirina Kurdistanê di peymanên Lozan, Sayks Pîcot, Qahîra, Enqere û Mûsil ji sala 1916'an heta 1923'an de armanc jê ew bû ku Kurdan tune bikin û ji mafên wê bi par bihêlin û erka tunekirin û qirkirina wan bide dewleta Tirk. Pergala navneteweyî bi çavê dewleta Tirk û berjewendiyê wê bi dewleta Tirk re li doza Kurdan dinêre û heta îro helwesta neynî ya navneteweyî ji doza Kurdan diyar e û hê jî berjewendiyên xwe li ser rastiya qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne digire, wekî dagikirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî  û êrişên li dijî Heftanîn, Zap, Avaşîn û Metîna vê yekê piştrast dikin. Lê belê bêdengiya navneteweyî û erêkirina wê di hin tiştan de bi dewleta Tirk re bû sedem ku desthildariya Tirk a îslamî bixwaze ku ji nû ve Impratoriya Osmaniyan vejîne û tevahî gel û dewletên herêmê dagir bike.

Girîng e ku gelên Ereb rola neyînî ya desthildariya Tirk a niha ya ku ji AKP û MHP`ê pêk tê, li dijî herêm, gel û dewletên erebî, komkujiyên li dijî gelê Kurd zanibe. Bê guman têkoşîna gelê Kurd a pêkanîna azadiyê û parastina hebûn û xwe birêvebirinê, temamiya têkoşîna û xebat gelên erebî û dewletên wan a parastina ewlehî, istîqrar û şerê li dijî terorê ye ya ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike û derbasî dewletên erebî dike. Her wiha dewleta Tirk şerê gelê kurd û ereb bi heman çeteyan û heman xîtaba terorê dike.

Ji ber vê yekê, hevgirtina gelên herêmê, vegerin rêûresmên lihevkirinên demokratîk ên dîrokî di navber hev de û li gorî çarçoveya demokratiya wekhev, yekbûyî û li ser bingehê çanda herêmê, dibe ku rêyek rast be ku li hember Osmaniya nû ya ku tevahî gelên herêmê û bi taybet Kurd û ereban dike armanc, bisekinin.

Beriya ku dewleta Tirk êrişî çiyayên Başûrê Kurdistanê bike, Amerîkayê xelatek ji bo agahdariyên der barê 3 fermandarên PKK’ê de careke din diyar kir. Her wiha Biden bi rêya telefonê bi Erdogan re axivî. Gelo ev tê wateya ku Amerîka qirkirina Kurdan a bi destê dewleta Tirk erê kiriye?

Rêveberiya Trump biryarek li dijî 3 fermandarên Tevgera Azadiya Kurdistanê derxistbû, mixabin rêveberiya Biden jî careke din heman biryar da. Bi vê yekê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bêdeng dimîne û qirkirina Kurdan paşguh dike. Ji wê zêdetirî rola PKK`ê ya ji bo tunekirina DAIŞ`ê li Başûrê Kurdistanê û Sûriyê jî paşguh kir.

Ev biryar berdewama jenosayd û komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û gelên herêmê di şexsê ronakbîr rêber Abdullah Ocalan de ye. Ew nêrîna dewleta Tirk a li hemberî têkoşîna gelê Kurd û fermandarên wê nîşan dide. Ruxmî ku tê zanîn ku têkoşîna rêber û têkoşerên PKK'ê têkoşîna gelekî ye ku dixwaze azadiya xwe pêk bîne, ji dagirkeriya li ser axa xwe xelas bibe û pirsgirêka Kurd li gorî çareseriyên demokratîk di nava sînorên heyî de çareser bike, lê dewleta Tirk ji çareserkirina pirsgirêka Kurd direve. Ji wê zêdetir dixwaze gelê Kurd ji holê rake û piştre jî qirkirinê û dagirkeriya li ser gelê Ereb û gelên din temam bike. Bi giştî ev biryar îradeya gelê Amerîkayê nîşan nade ku dema dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir piştgiriya têkoşîn û berxwedana gelê Kurd kir. Ji bo aştî, aramî û ewlehiya herêmê divê bi lez doza Kurd çareser bibe û dev ji mîna van biryaran were berdan ku tenê DAIŞ û desthilatên Tirk ên faşîst sûdê jê digirin.

(şx-dm)

ANHA