‘Dewleta Tirk hewl dide Mîsaqa Millî ji nû ve vejîne`

Reportaj Summay

‘Dewleta Tirk hewl dide Mîsaqa Millî ji nû ve vejîne`
20 gulan 2021   00:43

Pisporê kar û barên Tirkiyê Dr. Mihemed Nûredîn got armanca stratejîk a dewleta Tirk ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê vejandina “sînorên Mîsaqa Millî” ye û diyar kir ku armanca mezin tevlêkirina wan herêman ji Tirkiyê re ye.

Dewleta Tirk ji 23`yê Nîsana borî ve êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin. Di êrişan de çekên kîmyewî yên qedexekirî hatin bikaranîn. Li hemberî artêşa Tirk a dagirker hêzên gerîla berxwendaneke lehengane raber dikin.

Têkildarî mijarê ANHA`yê bi pirsporê kar û barên Tirkiyê Dr. Mihemed Nûredîn re hevpeyvîneke taybet çêkir.

Dewleta Tirk hemwextî salvegera 100`emîn a Komkujiya Ermenan êrişeke berfireh li dijî çiyayên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Pêkanîna êrişan hemwextî vê salvegerê tê çi wateyê?

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî bakurê Iraqê vedigerin beriya zêdetirî 30 salan. Ev êriş li gorî pêşketinên ewlehiyê li bakurê Iraqê û têkiliyên di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û dewleta Tirk de, dem bi dem nû dibin. Ji lew re, girêdana van êrişên nû bi taybet bi Komkujiya Ermenan re tune ye.

Dewleta Tirk ragihand ku ew niyet dike wekî Sûriyê li herêmên ku êrişan lê dike jî baregehên xwe ava bike. Haya her kesî ji koçberkirin û guhertina demografiya herêmên Sûriyê heye. Armancên dewleta Tirk ên eşkere nake, çi ne?

Êdî her kes armancên dewleta Tirk ên li bakurê Iraqê dizane. Armanceke dîrokî ya pêwîst heye, ew jî derbekirina PKK`ê ye. Tirk dibêjin ku divê çavkaniyên “terora kurdî” li dijî wê û beriya ku bigihêje sînorên Tirkiyê, bên ziwakirin. Ev yek ji êrişên hewayî û operasyonên bejahî yên li dijî bargehên PKK`ê li wê derê xuya dibe. Lê belê, armanca stratejîk ew e ku dewleta Tirk ji beriya çend salan ve eşkere dibêje ku ew dixwaze “sînorên Mîsaqa Millî” vejîne, ku bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê jî di nav de ne. Bi wê yekê, gavên ku dewleta Tirk li Sûriyê avêtine û yên li bakurê Iraqê, dikare wekî stasyonên li ser rêya armanca mezin, giştî û dawîn bên hesibandin ku ew jî tevlêkirina wan herêman ji Tirkiyê re ye û vegerandina sînorê ku sala 1920`an diyar kirine.

Hikumeta navendî ya Bexdayê û hikumeta Başûrê Kurdistanê hîna li hemberî van êrişan bê deng in. Gelo bêdengiya wan tê wateya ku êrişan erê dikin?

Em dikarin bibêjin ku helwesta hikumeta navendî ya Bexdayê helwesteke tevlihev û dudil e. Ew ji aliyekî ve naxwaze ku hêzên derve wekî PKK`ê li hundir xaka Iraqê hebin ku ji bo Tirkiyê dibe behane ku êrişî bakurê Iraqê bike. Di heman demê de ew nikare bikeve şerên herêmî bi PKK`ê re, ji ber ku bi giştî hikumet lawaz e. Her wiha ew ji hebûna PKK`ê li wê herêmê pir ne aciz e, ji ber ku kaxizeke zextê li ser dewleta Tirk çêdike. Di nava van faktoran de pirsgirêk hîna li cihê xwe dimîne; PKK li wir dimîne, dewleta Tirk rojane êrişî wê herêmê dike, hikumeta navendî hewl dide li mesafeyeke nêz li hember PKK`ê û dewleta Tirk bisekine. Ya girîng ku hin herêmên ku dewleta Tirk wekî “jêder” dijberiya xwe dihesibîne wekî Şengalê bi rewşeke cuda lê neyê temaşekirin û bi wê yekê ji bo êrişkirina Şengalê dê Enqere û Bexda hevkariyê bikin. Lê ev îhtimal herî kêm di demeke nêz de ne pêkan e.

Çima civaka navneteweyî rê dide dewleta Tirk ku êrişî Başûrê Kurdistanê û Kurdan bi giştî li Sûriye û Tirkiyê bike?

Di rastiyê de, dema em behsa civaka navneteweyî dikin em qala DYA û Ewropayê dikin. Lê heke em Rûsya û Çînê li wan zêde bikin, wê dîmen temam bibe. Ev hêz, nexasim Ewropa û Amerîka dewleta Tirk li ser binpêkirinên mafên mirovan li hundirê Tirkiyê rexne dikin. Lê belê li bakurê Iraqê çavên xwe li wê yekê digirin. Ew bi wê yekê hewl didin hem têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re dewam bikin û hem jî naxwazin kaxiza PKK`ê ji dest bidin, ruxmî ku PKK`ê li dijî siyaseta mêtingeriyê ya ewropî û biyanî disekine. Welatên rojavayî naxwazin di kêliyekê de vê kaxizê li dijî dewleta Tirk ji dest bidin. Ji lew re, em dibînin ku êrişên dewleta Tirk li dijî bakurê Iraqê wekî tê xwestin nayê şermezarkirin û tu hewldanên rawestandina wî şerê li dijî PKK`ê nîn in.

Beriya ku dewleta Tirk êrişî çiyayên Başûrê Kurdistanê bike, Amerîkayê xelata pereyan ji bo kesên ku agahiyan li ser 3 pêşengên PKK`ê bidin, nû kirin. Her wiha Biden peywendî bi Erdogan re danî. Gelo ev nayê wateya ku erêkirina qirkirina Kurdan dane dewleta Tirk?

Rêveberiya Amerîkayê û welatiyên Amerîkayê bi giştî tu rojê nebûn alîgirên doza kurdî. Ew ji destpêka sala 1980`yî û heta roja me ya îro piştevanên herî mezin ên dewleta Tirk in ji aliyê çekan û pereyan ve ji bo çewisandina şoreşa Kurdan. Mînaka wê yekê Amerîkayê ragihand ku kî agahiyan li ser hin fermandarên PKK`ê bide, wê bên xelatkirin. Helbet ev yek li xweşiya Enqereyê tê. Ruxmî ku DYA dizane ku gelek zehmet e yan jî ne pêkan e ku wan fermandaran bigire.

Ji bo telefona Biden û Erdogan jî ew li gorî pêwîstiyê bû. Di dawiyê de dewleta Tirk welatekî asyayî ye, Biden jî nikare bi temamî dijberiya Tirkiyê bike. Lê tevê wê yekê jî telefona Biden û Erdogan nayê wateya erêkirina Amerîkayê li ser qirkirina PKK`ê yan berdewamkirina êrişên li dijî Kurdan. Di heman demê de nayê wê wateyê ku Amerîka parastina doza kurdî dike. Her wiha ew sedema yekser a li pişt dîlgirtina Abdullah Ocalan di 1999`an de bû.

(cx)

ANHA