Rojnamevan Evran: Ev êrişên dawîn in, têşikîna wan ber dêrî ye

Reportaj Summay

Rojnamevan Evran: Ev êrişên dawîn in, têşikîna wan ber dêrî ye
16 gulan 2021   03:00

Rojnameger Seyît Evran êrişên dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê wek destpêka pêvajoyeke nû bi nav kir û got "Kurd dê bibin xwedî destkeftiyên mezin. Ev şerê dawîn yê Erdogan e.”

Piştî têkçûna Garê encama şerê 4 rojan, dewleta Tirk a dagirker 23'yê Nîsanê di salvegera 106'an a Komkujiya Ermenan de, li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên nû dan destpêkirin.

Yekemîn operasyona dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi navê `Operasyona Şopandina Germ` 25 Gûlana sala 1983`an pek hat. Piştî wê operasyonên gelek operasyonên dervîsînor wekî `Operasyona Melkes`, `Operasyona Pol`, `Operasyona Başok`, `Operasyona Teb`, `Operasyona Çakûç`, `Operayona Berbang`,  `Operasyona Mûrat`, `Operasyona Roj`, `Operayona Bîryardarî`,  `Operasyona nabrok` pêk hatin.

Ev 38 sal e ev hemû operasyonên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên cîhanî pêk tên. Êrişa dawîn jî piştî hevdîtina Erdogan a bi Biden re pêk hat.

Êrişa dagirkeriyê tevî ku bi hemû teknîka xwe ya pêşketî bi kar tînin jî bi ser neket û artêşa Tirk windahiyên mezin dide. Li gorî bîlançoya şer a 10 rojan (23 Nîsan-3 Gulan) di 116 çalakiyên hêzên gerîla de 147 leşker hatine kuştin, 6 helîkopter û 2 dron hatin derbkirin û bi dehan mewzî hatin rûxandin. Daxuyaniyên HPG'ê yên li ser berxwedana gerîla eşkere dikin ku ev bîlanço her roj girantir dibe.

Derbarî êrişan ku di roja xwe ya 24`an de ye gelek aliyan jî daxûyanî hatin dayîn. Serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişan de ev rewş wek "pirsgirêkek di navbera PKK û Tirkiyê de" bi nav kir û tevî êrişên dagirkeriyê Berzanî anî ziman ku dixwazin bi dewleta Tirk re têkiliyên bazirganî û aborî hîn bi pêş bixin.

Me li ser konsepta êrişan, pêşketinên gengaz, daxuyaniyên rayedarên Tirk û rewşa dawî ya herêmê bi rojnamevan Seyît Evran re ku herêmê ji nêz ve dişopîne, hevpeyvînek kir.

Di 23’yê Nîsanê de piştî têkçûna li Garê, dewleta Tirk dest bi hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir. Tu armanca van êrişan û rewşa dawî li herêmê bi kurtasî çawa dinirxînê?

Niha her kes têkçûna dewleta Tirk a dagirker li Garê tînê ser ziman. Bendewariyên AKP/MHP'ê hebû ku vê têkçûnê veguherîne serkeftineke derewîn. AKP/MHP ger vê binkeftin ango têşikînê  qebûl bikira ev dihat wateya qebûlkirina hilweşandina wan. Ji ber wê êrişî hin cihan kirin ku serî de hewl dan tola xwe ji HDP'ê hildin.  Xwestin fikrekî ku yên dîktaroya AKP/MHP binxistin ne gerîla bûn siyasetmenderên legal bûn biafirênin. Ji xwe ew rewş wê wiha sînordar neba ku 23 Nîsanê desp operayona dagirkirinê kirin.

 

Armanca vê operasyona dagirkirinê ew e ku têkçûna xwe bi serkeftineke derewîn berevajî bikin. Gelo wê şikestineke duyemîn rû bide? Ji xwe hesabê wê jî kiribûn. Daxuyaniya Hulusî Akar ya ku bi girî dikir tê wê wateyê.  Hulusî Akar ku digot `Herêm cihekî asê ye, leşker nikarin lê bimeşin, teker li hewa dimînin. Di destê wan de fuze, fuzeyên ji dûr ve tên kontrolkirin û hwd hene` û gotinên bi vî rengî nîşan didin ku dixwazin têkçûna xwe ya li dijî gerîlayan bi van tiştên pêkenok re girêbidin. Ev operayona afirandina ferasetekê û amadekirina bingehê ji binkeftînê re ye.

Dewleta Tirk bi rastî jî dixwaze şerê xwe li çar parçeyên Kurdistanê belav bike. Di dawiya sala 2017’an de dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser herêma Biradostê kir û navber da ye. Pişt re êrişî Efrînê kir. Piştî dagirkirina Efrînê dîsa êrişî herêma Biradostê kir û piştî demekê di Tebaxa 2019’an de berê xwe da Heftanînê. Piştî navberdayîna êrişên li Heftanîn ê, bere xwe dan Girê Spî û Serêkaniyê. Piştî ku dagirkirina van herêman, careke din dest bi êrişên li ser Heftanînê kir. Encama planên dagirkerî û qirkirinê de van parçe bi parçe pêk tînin.

Çima bi taybet Başûrê Kurdistanê dikin hedef? 

Herêmên Parastinê yên Medyayê qadên azad ên gerîla ne. Armanca wan derbekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Taybet hedefgiritina herêma Zagrosê wiha ne jirêzê ye.  Dergûşa mirovahî û herêma hîlala zerîn tê nîşandan. Ji bo Tevgera Azadiyê jî wateya wê wiha ye; gerîla li Botanê dest pê kir, lê li Zagrosan geş bû û belav bû. Ev qadên pêşketina gerîlayên azadiya Kurdistanê ne. Li ser xeta ku Îskender jî nekarî tê re derbas bibe, êriş hene. Dixwazin derbê li cihekî wisa bidin ku di tevahiya dîrokê û têkoşîna azadiya Kurd de girîng e. Ev der bi armanca tunekirina Kurdên azad tê hilbijartin. Çima Başûr? Li ser piştgirî girtin û hevkariyê ji hin aliyên li Başûr ev der tn hedefgirtin.

Êriş li ser Garê, Metîna, Avaşîn û Heftanîn zêde dibin. Girîngiya staratejîk a van deveran çi ye?

Bakur û Başûr li van herêman digihîjin hev. Li vir sînorên ku ji aliyê dagirkeran ve hatine xêzkirin, bê fonksiyon in. Wek mînak herêma ku niha êriş lê tên kirin; ger Mam Reşo ku serweriya wê li tevahî Zagrosan heye bê dagirkirin, wê xetênAvaşîn, Basya jî têkevin bin qontrola dagirkeran. Çîroka Mam Reşo heye. Di serdema Enfalê de gundê wan gelek caran hate şewitandin ku wan koçberî bajêr kirin. Ew pîremêrek ku tevlî Enfalê nebûye û li gundê xwe xaniyek çêkiriye. Ji roja destpêkê heta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, di xizmeta gerîla de bû. Di sala 1995’an de dewleta Tirk mala Mam Reşo şewitand, wî ji helîkopterê avêt, qetilkirin. Li wir jî welatparêzî û berxwedan heye. Bi van êrişan re dixwazin vê berxwedaniyê jî bikûjin. Girîngiya van herêman ji aliyê dîrokî, strateji, siyasî heye.

Di daxuyaniyên HPG'ê û li gorî agahiyên ji herêmê ku di êrişên dagirkeran de çeteyên ji Sûriyê jî cih digrin. Di her êrişeke dagirkeriyê de hebûna çeteyan divê çawa bê şîrovekirin?

Dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê çeteyan di niqênê ku her kes vê dibîne û qebûl dike. Gelek hêzên navneteweyî ev çete xistin lîsteya terorê. Lê belê Erdogan van çeteyan bi kar tîne. Dewleta Tirk dema ku van çeteyan rêkirin Lîbya û Qerebaxê qiyamet rakirin. Lê dema ku Kurdistanê ev pêk tê herkes dibe ker û lal.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê û saziyên din, çima îzaheke wan tune ye? Em ji televîzyonên Başûr mînakekê bidin; dema çete birin Qerebaxê, hin berpirsyarên wan tevlî televizyona xwe kirin û li wan dan qebûl kirin ku çete li wir hene. Lê dema ku dor tê Başûrê Kurdistanê ew jî ker dibin, yanî ew jî parçeyekî vê planê ne. 450 çete ji Lîbya û Qerebaxê anîn û li wan giran hatin bicihkirin. Çete ye, ger bimire jî pereyê wan ji talanan, ew pere cezayên qedexêkirina korona ji gel dibirîn tê dayîn. Heke ew werin kuştin, dê ji malbatên wan re bibêjin ku ew li Lîbyayê yan jî Qerebaxê hatine kuştin. Mîna di salên 1960'î de rejîma Baas a Sûriyê li Sûriyê Kembera Ereban çê kir, niha jî Erdogan dixwaze bi çeteyan re di navbera Bakur û Başûr de kemberekê çêke. Ji bo vê jî divê destpêkê herêmê ji Kurdan paqij bikin. Bi vê armancê gundê Kêste vala kirin. Yên ku valakirin jî mixabin li ser navê Tirkiyê hêza herêmî ya Başûr e. Ew ê kê bixin wir? Hewl didin kembera çeteyan ava bikin ku ew çete li ser Erdoxan ma ne û ji wan re li cihekî digerin.

Di êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê de gelek caran çekên kîmyawî hatiye bikaranîn. KCK'ê diyar kir ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çek û gazên kîmyewî hatine bikaranîn. Lê belê heta niha tu bertekeke navneteweyî tune ye. Hûn vê çawa dibînin?

Gerîla wek taktîkeke nû ya şer rêbazên şer qenal avakirine. Ev qenal li dijî sûcên ku dewleta Tirk pêk tînê tedbirêk e. Dewleta Tirk bi 10 rojan nikarîbû têkevê van qenalan. Cara yekê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî hêzên gerîla li çiyayê Cûdî dest pê kir. Hat gotin ku ev yek li gelek herêman hatiye kirin, lê heta niha tu saziyeke navneteweyî tiştek nekirine. Tevî ku daneyên gelekî zelal hene jî, heya sedema neçûne xwe nabejin. Ji ber ku Kurd ji bo wan tune ne. Divê bê gotin ku şirîkê vî sûcî ne tenê hikumeta Erdogan-Bahçelî ye, hêzên navneteweyî jî hevkarên wan in. Heman sûc li Helepçe jî hatiye kirin. Bikaranîna çekên kîmyewî li Helepçeyê heta niha nehatiye aşkerakirin û li gorî hiqûqa navneteweyî qirkirna Kurdan nehatiye dîtin. Sûcê kul i Helepçê hatiye kirin re heman e. Bikaranîna çekên kîmyewî dema ku mesele Kurd be ji bo hêzên navneteweyî ne pirsgirêk e.

Li dijî êrişan helwesta gel çawa bû?  Di êrişan de rola hikumeta Başûr çi ye?

Gelê Başûr dît ku ev êriş hemû destkeftiyên Kurdistanê dikin armanc û li gorî vê yekê helwesta xwe digire. Ji ber vê yekê li Başûr li dijî dagirkeriyê helwest heye. Gelê Başûr bi hev re li dijî van êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin û dixwazin destkeftiyan biparêzin. Hin hêz ji van bangewaziyan gûhê xwe girtine. Ji ber ku ew tenê pêşeroja xwe di van êrişên dagirkirinê de dibînin. Ya ku ji bo wan girîng e ne destkeftiyên Kurdan in, berjewendiyên wan in. Dewleta Tirk aşkere dibêje `Bi sparta wan li li Başîka me, wan min bir wir.` Hikûmeta Iraq`ê ev kir pirsgirêk. Wê jê derbiketa lê gotin k udi navbera aliyan de peyman çê bû ye. Niha jî gelo peymanek wiha he ye?  Ne giştî bê jî bi hineka re heye. Di aliyê rêvebirinê de ev demên dawîn AKP taqlît dikin.

Erdogan car caran li Amerîkayê rehet xuya dike, lê li pişt perdeyan ew jî xulam e û bi rêya wê hewl dide siyasetekê bi pêş ve bibe. Hikumeta Başûr jî niha hewl dide ku bi hêzên navneteweyî re şerê devkî bike û siyasetekê bide meşandin. Li Behdînanê hin rojnameger û aktîvîst girtin ku wan wek ajanên Alman sûcdar dikin. Sefaretxaneya Bilind a Almanyayê, Yekitiya Ewropayê li dijî vê yekê daxuyanî dan. Bi temamî wekî AKP dibin. Gelê Kurdistanê wê destûrê nede.  Eger dewleta Tirk li Başûr bi ser bikeve, wê tiştekî bi navê statuya Başûr nemîne. KDP ew cihên ku beriya 30 salan Iraq jê hatibû derxistin hewildide Iraqê dîsa lê vegerînê. Ji vir jî di navbera Iraq û Tirkiyê de lihevkirin derdikevê. Ev tiştên wiha nakevê xizmeta deskeftiyên gelê Kurd.

Ewropî dibêjin Mesrûr Barzanî hikumet veguherandiye îdareya polîsan. Van demên dawîn li dijî Mesrûr Barzanî bertekeke cidî heye. Bi rastî jî dişibe Erdogan. Xuya ye dê rêveberiya heyî gelekî dirêj neke. Li Iraqê jî yekpareryek tine ye. Serokwezîrê iraq`ê  Şîî ye, beşên Şîî yên Iraqê van êrişên dagirkeriyê qebûl nakin. Ji bilî nakokiyên xwe yên dîrokî yên bi dewleta Tirk re, têkilî û peymanên xwe hene. Erdogan bê ku hiqûqa navneteweyî, hevsengiyên li gorî xwe çekiriyê dixwazê wekî firsendek bikarbînê. Bi qûtkirina avê re gefan dixwe, tawîzan digre, Iraq jî hewildiden wê vebiguherê tawizek din.

Beriya êrişan Amerîka bi hikumeta Başûr û dewleta Tirk a dagirker re dan û standin kirin. Kontrola qada hewayî di destê Amerîka de ye. Di van êrişan de mîsyona Amerîka û Pentagon tu çawa dinirxînê?

Êrişên dagirkeriyê di 23'yê Nîsanê de piştî peywendiya bi telefonê ya bi Biden û Erdogan pêk hat ku Erdogan bi mehan li bendê bû destpê kir. Erdogan fêm kiribû ku wê Biden Komkujiya Ermenan nas bike. Beramberî wê pey erêkirina operasyonê ket. Di pêvajoyeke wiha de şandeyek taybet çû Hewlêrê û bi Mesrûr, Mesûd û Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin, naveroka hevdîtinê nehate eşkerekirin.

Tirkiye xwe di nava Koalîsyona Navneteweyî de dibîne. Tirkiye li hemû Kurdistanê li ser navê koalîsyonê qada xwe ya hewayî bi kar tîne, êrişan pêk tîne û ev jî bi erêkirina Amerîkayê ye. Êrişên li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd hemû di bin vê sîwanê de ne. Çûkek jî bêyî erêkirina DYA'yê li qada hewayî nafire. Piştî ku biryara perêdayîna serê 3 pêşengên PKK hat nûkirin, ev êriş destpê kir.

Gelek nirxandin hene ku êrişên dagirkeriyê berhema konsepteke berfireh e ku ne tenê bi Başûrê Kurdistanê re sînordar e. Planên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ne?

Planên dagirkeriyê, bi armanca veqetandina herêman ji hev in. Dema ku Girê Spî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin, dewleta Tirk zêdetir dijminahiya Rojava kir. Bi rizgariyê re korîdor hat girtin. Ya ku dixwazin li Başûr bikin jî, ev e. Dema tu ji Rojava derdikevî, heya Zagrosan ji herêma çiyayî diçî û dema Zagros diqedin jî Rojhilat tê. Ev xet bi hev ve girêdayî ye û dema bê qutkirin, dê bandorê li Rojava jî bike. Di Şengalê de rewş bi heman awayî ye. Dema Rojava di bin dorpêçê de tê girtin, Şengal jî dorpêçkirî dibe. Planeke ku di pêşerojê de pêk bê, dê bandorê li Iraqê jî bike. Di dema pêş de dê bixwaze van êrişên dagirkeriyê bi rêya Mûsilê heta Şengalê dirêj bike. Bi awayekî fermî xwestin li Telafer û Mûsilê baregehan ava bikin da ku destwerdana Şengalê bikin. Hulusî Akar di hevdîtinên xwe yên Iraqê de ev daxwaz kiribû û  Iraqê jî ev yek red nekir. Ji ber dewleta Tirk dema mayîndebûne aşkere nekiribû li hev nekirin. Beşîka wekî navendekî destdigrin û li derdora wê rexistin dikin. Ev planên demdirêj in û perçe perçe pêk tînin.

Dema ku serkeftina li Garê vê carê jî pêk were, dê bandoreke çawa çêke?

Têşikîna wan li ber dêrî ye. Bi vê têkçûnê re tu deshiladarî bi navê Erdogan-Bahçelî namîne. Kurd dê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Ev şerê dawîn ê dewleta Tirk e. Li cem Yahûdîyan şerê dawîn Armegeddon e. Vî şerî wekî şerê dawîn yê serdestî ya cîhanê pênase dikin.  

Ev jî şerê dawîn ê Erdogan e. Dervê vê tiştek tine ye. Heke di vî şerî de têk biçin, ku têkçûna wan a li Garê li ber çavan e, dê têkçûna wan zûtir bibe. Di salên pêş de dê tenê bêjin yekî wiha hebû û wiha jî têkçû. Li gorî min wê ev bibe bibe destpêka pêvajoyeke din.

ANHA