​​​​​​​Hiqûqnasekî saziya “Mait”: Tirkiyê mafên mirovan û qanûnên navneteweyî binpê dike

Reportaj Summay

​​​​​​​Hiqûqnasekî saziya “Mait”: Tirkiyê mafên mirovan û qanûnên navneteweyî binpê dike
8 gulan 2021   01:34

Hiqûqnasê Saziya “Mait” a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan Mihemed Mixtar Mihemed têkildarî êriş û sûcên domdarê ên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û Iraqê got: "Aliyê navneteweyî bi awayekî cidî hesab ji dewleta Tirk naxwazin, hiştina dewleta Tirk bê hesab dihêle ku binpêkirinên xwe yê ên li dijî sivîlan û li dijî peymanên navneteweyî bidomîne."

Hiqûqnasê Saziya “Mait” a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan û pisporê kar û barên Sûriyê û Tirkiyê  Mihemed Mixtar Mihemed di hevpeyvîneke taybet de bi ANHA`yê re, mijarên wekî sûcên dewleta Tirk ên di warê mafên mirovan de, qirkirina etnîkî, guhertina demografîk li Sûriyê û Iraqê û qutkirina avê li ser welatiyên Sûriyê û Iraqê nirxandin.

Mihemed Mixtar Mihemed got:" Dewleta Tirk qanûna navneteweyî û peymanên navneteweyî binpê dike, ku li gorî wan nabe dest li kar û barên hundirîn ên welatn bê kirin, her wiha biryara Komeleya Neteweyên Yekbûyî ya hejmar 36/103 binpê dike ku li gorî wê nabe ku destwerdanên derve bi hemû regên wê li kar û barên hundirîn ên dewletekê bê kirin, her wiha madeya duyemîn a rêgeza NY`yê ku hemû rengên destwerdana li kar û barên hundirîn ên dewletekê qedexe dike."

NAVAROKA HEVPEVYÎNÊ WIHA YE:

Dewleta Tirk ji 24`ê Nîsana borî ve êriş herêma Başûrê Kurdistanê dike, xeteriya van êrişan çi ye?

Hikumeta Tirkiyê û komên çekdar ên hevkarên wê li gelek herêmên cuda yên Rojhilata Navîn êrişên li dijî sivîlên leşkerî pêk tînin. Hedefgirtina sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li herêma Başûrê Kurdistanê ku xwedî rêveberiyeke xweser e , dewam dike. Her wiha binpêkirinên dewleta Tirk di operasyonên leşkerî yên dawîn li xaka Iraqê de bi awayekî eşkere û bi lez zêde dibin. Dewleta Tirk di 23`yê Nîsana 2021`an de du operasyonên hemwext li herêmên Metîna û Avaşînê Basiyan a bakurê Iraqê da dsetpêkirin, bi wê yekê qanûna navneteweyî û peymanên navneteweyî binpê kirin, ku li gorî wan nabe dest li kar û barên hundirîn ên welatn bê kirin, her wiha biryara Komeleya Neteweyên Yekbûyî ya hejmar 36/103 binpê dike ku li gorî wê nabe ku destwerdanên derve bi hemû regên wê li kar û barên hundirîn ên dewletekê bê kirin, her wiha madeya duyemîn a rêgeza NY`yê ku hemû rengên destwerdana li kar û barên hundirîn ên dewletekê qedexe dike.

Li ser wê yekê ji ber operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li xaka Iraqê bi dehan sivîlên gundên sînorî yên Iraqê hatin qetilkirin û birîndar bûn û zirar giha milkên taybet û giştî û binesaziyê wekî nexweşxane, dibistan, avahiyên perwerdeyê. Ev yek peymanên Cinêvê (1949) û protokolên wê yên din binpê dike.

Tevî bangawaziyên rêxistinên hiqûqî û desteyên navneteweyî ji hikumeta Tirkiyê re ku cihên jîngehê yên sivîlên li Iraqê neke armanc û rêzê li serweriya Iraqê bigire jî, lê belê hikumeta Tirkiyê hîna operasyonên leşkerî pêk tîne, ji ber ku di aliyê navneteweyî de bi awayekî cidî hesab jê nayê xwestin. Wê yekê hişt ku atmosferekî filitandina ji cezayê bi awayekî berfireh derkeve holê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Saziya Mait a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan binpêkirina qaûnan navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve li derveyî erdên wê, belge dike.

Êrişan hemwextî salvegera komkujiyên li dijî Ermenan dest pê kir, ev yek tê çi wate yê?

Ev yek tê wateya ku hikumeta Tirkiyê guh nade mafên mirovan, gelek binpêkirinên hiqûqî û sûcên şer ên cuda pêk tîne da ku armancên siyasî û berjewendiyên xwe pêk bîne û mafên welatiyan paşguh dike. Hedefkirina cihên sivîlan bi balafir û tankan di operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de ne kêmî pêkanîna komkujiyên li dijî Ermenan e. Hikumeta Tirkiyê xwedî dijminahiyeke sîstematîk li dijî Kurd û Ermenan e, ev rêbaz di gelek boneyên cuda de derdikeve. Ne tenê wiha, lê belê filitandina dewleta Tirk ji ceza yan hesabxwestinê dihêle ku binpêkirinên din li dijî sivîlan yan ku li dijî madeyên peymana navneteweyî ya mafên siyasî, sivîl û Peymana Cîhanî ya Mafên pêk bîne.

Dewleta Tirk ragihand ku ew niyet dike ku wekî Sûriyê baregeheke xwe li herêmên ku êrişê dike, ava bike. Her kes koçberkirin û guhertina demografîk a li Sûriyê pêk tîne dizane. Armancên dewleta Tirk ên ku eşkere nake çi ne?

Hikumeta Tirkiyê hewl dide têkoşîna li dijî terorê wekî bihaneyekê ji bo pêkanîna operasyonên berfireh ên tirkkirin û guhertina demografîk li parêzgehên Iraqê bi kar bîne. Dê sûkan bi kelûpelên din ên Tirkiyê dagire, zimanê tirkî li dibistanan dide fêrkirin û navên cihan bi navên tirkî dinivîse. Lê belê tiştê herî xeter ew e ku şêniyên li herêmên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin, bi komên çeteyên alîgirên xwe diguherîne. Metirsiyên li ser guhertina demografîk ên muhtemel ku di encama koçberkirina ji ber kiryarên hikumeta Tirkiyê li Iraqê pêk tên de, zêde dibin. Welatiyên ku hatine koçberkirin li şûna wan komên din tên bicihkirin. Ev yek li gorî îdeolojiya AKP`ê pêk tê, ku hewl dide erdên welatên cîran xwe jî bixe bin serweriya xwe û kêmneteweyên olî û etnîkî yên li dijî meylên wan, tesfiye bike.

Hikumeta Navendî ya Bexdayê û hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrişan bêdeng in. Gelo bêdengiya wan tê wateya ku van êrişan erê dikin?

Her du alî binpêkirina serdestiya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar dikin, lê nexwedî tu amûrên hiqûqî û siyasî ne ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku binpêkirina mafên mirovan rawestîne ku bi taybet di operasyonên leşkerî de pêk tên. Ev yek dihêle ku sûcên li dijî sivîlan zêde bibe, bêyî ku werin parastin û hesab ji aliyên têkildar were xwestin.

Rola ku divê Komkara Erebî pê rabe çi ye?

Sekreteriya Giştî ya Komkara Erebî her tim êrişên dewleta Tirk ên li Sûriyê û Iraqê û herêmên bi nakok ên li Rojhilata Navîn şermezar dike. Komkara Erebî mudaxeleyên Tirkiyê di kar û barên Erebî de çi li Sûriyê yan jî Iraqê yan jî Lîbyayê wek jêdereke metirsiyê dibîne û dewletên erebî wê red dikin. Ruxmî wê jî lê helwesta ku tê xwestin nîşan nade. Divê helwesteke erebî ya hevgirtî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî serdestiya Iraqê û Sûriyê were girtin ku bi rêya wê fişarê li Tirkiyê bikin, wê neçar bikin ku dev ji zêdegaviyên xwe yên dijminane berde. Her wiha lêpirsînan der barê derbeyên neqanûnî yên muhtemel de vekin ku di encamê de sivîl hatin kuştin. Her wiha hesabê ji kesên sûcdar bixwazin û tawîzan bide malbatên qurbaniyan.

Çima civaka navneteweyî rê dide Tirkiyê ku asta êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê, Iraqê û Kurdan bi giştî li Sûriyê û heta li Tirkiyê jî zêde bike?

Ruxmî hewldanên civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ku vê islûba wê ya dijminane ya li hemberî dewletên cîran ên li herêma Rojhilata Navîn berde, lê hikumeta Tirkiyê hemû cureyên sûcên navneteweyî pêk tîne.  Lê helwdanên fişarê têrê nakin, ji ber ku dewleta Tirk xwe ji berpirsyariya navneteweyî dide alî. Şerê li dijî terorê bi kar tîne da ku sûcên dîtir pêk bîne. Hikumeta Tirkiyê raya giştî dixapîne û ev yek jê re derfetê çêdike ku sûcên din bê hesabxwesteke rastîn pêk bîne.

Ji zêdetirî 3 mehan ve dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike û jiyana mirovan li Sûriyê bi giştî dixe tehlukeyê, gelo qutkirina ava çemekê li ser welatekî bi giştî tê çi wateyê?

Kêmkirina miqdarên avê bandorê li mafên avê, xwarin, hawîrdorê yên şêniyan dike. Ji vê bingehê, Saziya Aştiyê û Geşepêdanê û Mafên Mirovan Mait di 30`yê Nîsana 2021`an de gelek hişyarî da û kesên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi encamên neyînî yên kiryarên Tirkiyê li ser çemê Firatê yên der barê qutkirina avê li ser şêniyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parêzgehên başûrê Iraqê de agahdar kirin. Mait di hişyariyên xwe de teqez kir ku heke para Sûriyê û Iraqê ya avê kêm bibe, dê keraseteke mirovî û hawîrdorê rû bide. Her wiha dê bandor li ewlehiya xwarinê jî bike ku dê ji ber kêmbûna muhtemel a hilberînên çandiniyê mîna genim çêbibe ku bi rêya ava çemê tên avdan. Kêmbûna avê û qirêjbûna wê derfetên belavbûna nexweşiyan zêde dike ku ji ber tunebûna ava pêwîst a paqijkirinê bi taybet bi hatina havînê re derkevin.

Mait teqez kir ku kiryarên Tirkiyê yên têkildarî kêmkirina asta çemê Firatê, bandor li armanca şeşan ji armancên geşepêdana domdar ên girêdayî peydakirina ava pak ji hemû welatiyan re li ser asta cîhanê, dike. Her wiha Mait li ser astaeke din hişyar dide ku ji ber kirinên delweta Tirk, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi keraseteke mirovî re rû bi rû dimîne. Ji ber wê bang li NY, kesên têkildar, rêxistinên mirovî û aliyên navneteweyî yên çalak kir ku mudaxele bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin da ku vegere lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî para Sûriyê û Iraqê ji ava çemê Firatê.

Gelo xetereya berdewamkirina qutkirina avê li gel qutkirina ava vexwarinê li ser zêdetirî milyonek kesî li Hesekê û gundewarê wê û belavbûna vîrusa koronayê çi ye?

Komên çekdar ên hikumeta Tirkiyê ava stasyon Elokê li ser parêzgeha Hesekê ya li bakurê Sûriyê heta 16 rojan di dema navbera 10`ê heta 26`ê Nîsanê de birî. Ev yek mafên avê yên zêdetirî milyonek sûrî binpê dike ku ava vexwarinê ji stasyonê bi dest dixin. Her wiha mafên wan ji bo parastina paqijiya xwe ya giştî û kesayetî li gel belavbûna Covid-19`ê binpê dike.  Stasyona Elok li rojhilatê Serêkaniyê ye. Ew jêdera sereke ya avê ye ku zêdetirî 600 hezar kes ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava xwe jê digirin, nemaze Hesekê, Til Temir û gundewarên her duyan, di nav de kampên Hol, Erîşe û gelek kampên din hene. Qutkirina avê mafê şêniyan ê bidestxistina ava pak binpê dike. Ev yek jî metirsiyên belavbûna vîrusa koronayê di nava şêniyan de zêde dike, ji ber nebaşbûna paqijiya kesayetî ku encameke xwezayî ya qutkirin avê ye. Li rex wê jî ji ber qutkirina ava stasyonê, ewlehiya xwarinê di xetereyê de ye bi taybet ku hilberîn bi rêya wê tên avdan.

NY`ê beriya çend rojan biryar derxist û tê bang kir ku li herêmên bi nakok li tevahiya cîhanê di nav de Sûriyê nabe nexweşxane, dibistan û av werin hedefgirtin. Gelo helwesta NY`ê çi ye li gel ku dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike û çi jê tê xwestin? 

Divê NY`ê zextê li hikumeta Tirkiyê bike da ku qutkirina ava çemê Firatê bi rêya bendavan rawestîne. Ev kiryara Tirkiyê bi awayekî yekser bandor li mafê avê û jiyana welatiyan dike û bi awayekî neyekser bandorê li ewlehiya xwarinê dike. Dema hikumeta Tirkiyê projeyekê li ser çemê Firatê çêke, li gorî lihevkirinên navneteweyî yên di navbera dewletên li ser çemê de divê bi hikumetên Sûriyê û Iraqê re bişêwire. Ew lihevkirin teqez dikin ku divê dewleta Tirk rêzê ji mafên avê yên Sûriyê û Iraqê bigire.

Dewleta Tirk ava çemên Firat û Dîcleyê li ser Sûriyê û Iraqê qut dike û li aliyekî din tev li avakirina bendava El-Nehdayê ya li ser çemê Nîl dibe. Gelo çawa dewleta Tirk avê di şerên xwe de yên li dijî gelên herêmê bi kar tîne û armancên wê ji vê yekê çi ne?

Hikumeta Tirkiyê her tim avê wek çekeke siyasî li dijî gelên herêma Ereb bi kar tîne. Bi rêya kontrolkirina jêderên avê hewl dide hegemonya xwe li ser dewletan ferz bike. Ev yek jî li dijî hemû lihevkirinên navneteweyî û hiqûqî ye ku bikaranîna avê wek çekekê li dijî sivîlan di şerên siyasî de qedexe dike. Em vê rêbaza dijminane red dikin.

(şx)

ANHA