Dogan Çetîn: Şensê dewleta Tirk li hemberî gerîla tune ye

Reportaj Summay

Dogan Çetîn: Şensê dewleta Tirk li hemberî gerîla tune ye
7 gulan 2021   01:56

Rojnamevan Dogan Çetîn êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin û got “Dixwazin li Metînayê baregehekê çêkin û bi rêya wê dagirkirina Şengalê gengaz bikin.”Artêşa dewleta Tirk a dagirker 23’yê Nîsanê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Avaşîn, Mêtîna û Zapê dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Artêşa Tirk ku ji bejahiyê ve nikaribû bi pêş ve biçe, êrişên xwe yên hewayî zêde kirin, ji ber têkçûna xwe ya li pêşberî berxwedana gerîla jî çekên kîmyewî bi kar anîn. Berxwedana dîrokî ya gerîla nehişt artêşa Tirk xwe bilivîne.

HPG'ê di rapora xwe ya 4'ê Gulanê de diyar kir ku gerîlayan 116 çalakî pêk anîne û da zanîn ku 147 dagirker hatine kuştin û 6 helîkopter û 2 dron hatine derbkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 6 gerîla şehîd bûne.

Rojnamevan Dogan Çetîn ku herêmê baş nas dike, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi konsepteke ku dewama 'plana hilweşandinê' ye, êrişî qadên gerîla kiriye û got “Di van êrişên dewleta Tirk de planeke qirkirin û dagirkeriyê heye. Qirkirina Kurdan bûye yek ji hedefên herî sereke yên mezinkirin û gurkirina faşîzma li Tirkiyê. Ev yek bêguman koma neteweperest a li dora tifaqa AKP-MHP'ê li hev civiyane, motîve dike.”

Hevpeyvîna me ya bi rojnamevan Dogan Çetîn re wiha ye:

Êrişên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Gerîla li hemberî van êrişan xwedî berxwedaneke birûmet e. Dewleta Tirk bi van êrişan çi armanc dike?

Êriş berdewama plana hilweşandinê ye û hebûna civaka Kurd ji xwe re kiriye armanc, hewldana dagirkirina Kurdistanê ye. Biryarên ku di çarçoveya vê plana êrişê de hatine dayîn, gav bi gav bi cih dikin. Çiyayên ku yekane cihên azadiyê yên gerîla û gelê Kurd in ku îro bi plana qirkirinê re bûne hêviya gelê Kurd, niha li ber êrişan in.

Armanca vê operasyonê çi ye? Çima Metîna, Zap û Avaşîn? Herêmên Parastinê yên Medyayê deverek e ku ji ser sînorê Tirkiyê bi Heftanînê dest pê dike û ber bi qada Xakurkê ve dirêj dibe. Van salên dawîn li dijî Xakurkê operasyoneke dagirkerî pêk hat û hin girên wê hatine dagirkirin. Piştre êrişa Heftanînê pêk hat. Bi vê yekê re çi bû? Di rastiyê de di navbera rojhilat û rojavayê qadên gerîla de operasyonek pêk hat û di vê operasyonê de qadên nû yên dagirkirî çêbûn. Bi vê yekê artêşa Tirk destek ji PDK'ê stand. Ev yek bi rewşeke mîna qonaxa duyemîn an jî sêyemîn a beriya niha hatiye plankirin û hewldana dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.

Heke ev der di rewşeke gengaz de bê dagirkirin, em ê li ser nexşeyê herêma tampon a nû bibînin. Bi temamî ne ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin. Armanc kirin ku van herêman dagir bikin, lê li hember berxwedana gerîla, herêma ku gerîla û dewleta Tirk tê de ye, bi hev ve girêdayî bû. Ya ku em li ser nexşeyê dibînin ev e. Tenê herêmên wekî Garê û Qendîlê ku li başûrê van herêman in, dimînin. Ev yek merheleyeke girîng a wê wêneya mezin e.

'TC NIKARE LI HEMBERÎ GERÎLA BI SER BIKEVE'

Li Tirkiyê zexteke gelekî cidî heye. Tifaqa AKP-MHP'ê di pozîsyoneke gelekî zehmet de ye. Ev faşîzm dê ji hev bikeve. Jixwe ev blok bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ye. Ajandeyên navxweyî yên gelekî cidî jî hene. Her wiha hewldana nixumandina van rojevan dikin. Wekî din, di warê polîtîkaya derve de Tirkiyê windahiyên mezin dan. Bi ser de ya herî girîng jî, serkeftineke gelekî girîng a mîna serkeftina gerîla ya Garê hebû. Eşkere bû ku artêşa Tirk çawa ku di serkeftina Zapê de, di serkeftina Garê de jî bi vî şêwazê şer, nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve. A rast, serdestî bi temamî ji destê dewleta Tirk û artêşa Tirk hat girtin. Êrişên niha armanc dikin ku vê xerakirina wêneyan ji holê rakin. Ev dikarin wek hedefên talî bên binavkirin, lê dîsa hêjayî gotinê ye; tiştekî demdirêj e, plankirî ye. Bêguman êrişeke bi armanca tesfiyekirin û qirkirina Kurdan e û bi armanca dagirkirina Kurdistanê hatiye kirin.

Ev êriş ne wekî tu êrişeke din a dagirkeriyê ye. Operasyonên din ên dagirkeriyê bi hin hedefan hatin kirin. Li ser vê operasyonê, daxuyaniyên wezîrê karên hundir ê Tirk Suleyman Soylu hebûn. Hat diyarkirin ku di operasyonên biharê de bi stratejiya 'lêgerîn-tunekirinê' ya 9 hezar û 600 operasyonên hatine plankirin. Ev têgîn di rastiyê de tiştekî nû ye. Her wiha ji bo dorpêçkirin an jî êrişkirina van hedefên hatine diyarkirin, amadehiyek heye. Her yek ji van armancan stûnek e. Ji ber vê yekê konsepteke nû heye. Divê gelê Kurdistanê û raya giştî ya welatparêz vê pêvajoyê wiha bibîne; niha pêvajoyeke nû heye, ne tenê operasyoneke herêmî ye. Ne operasyoneke hêsan e. Êrişeke ku dikare destkeftiyên Kurdan ên li her çar parçeyan bixe nava xetereyê, berdewama plana hilweşandinê û temamkirina qirkirina Kurdan e. Bi vî rengî armancên bingehîn ên vê êrişê dikarin werin îfadekirin.

Dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê êrişên hemwext pêk anîn. Ev êriş hê jî didomin û gerîla li ber xwe dide. Wek kesekî ku herêmê baş nas dike, tu van êrişan çawa dinirxînî? Girîngiya stratejîk a van herêman çi ye?

PLANA DORPÊÇKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Dewleta Tirk li herêmên din ên gerîla operasyon pêk anîbûn. Ev herêm her ku diçe stratejîktir dibe. Tirkiye van ji bo xwe wek herêmên ewle nabîne. JI aliyê psîkolojîk ve jî van herêman datînin pêşiya xwe. Ev yek ji bo Tirkiyê bûye tiştekî serekî. Em behsa wê dikin, temamkirina plana dorpêçê ya ji bo hin bajarên Başûrê Kurdistanê ye.

Her wiha dê fatureyeke giran be ji bo gelê Başûrê Kurdistanê ku hikumeta Başûr, heke bi vî rengî  pêvajoyê bişopîne û destekê bide. Li Zaxo, Dihok û Amêdiyê êdî kes baş ranazê. Ev der niha di bin xetereya dewleta Tirk a faşîst de ne. Bi operasyonên dagirkirinê re ev bajar, ev erdnîgarî hatiye dorpêçkirin. Bi rastî jî em dikarin vê yekê bi vî rengî bi nav bikin; Li Tirkiyê wêneyê Turanîzmê heye. Qala vHekea li sînorên pêş-neteweyî tê kirin. Li nexşerêyê dinêrin, ev jî tê wateya temambûna pêvajoyê.

Heke em êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve bidin ber çavan, em ê di dema pêş de bi çi rewşê re rû bi rû bibin? Ev êriş ji bo Başûr kîjan xeteriyan çêdikin?

PLANA LI SER METÎNAYÊ YA ALTERNATÎFA ŞENGALÊ

Li Metînayê dê li ku derê baregehekê ava bikin? Jixwe li gelek deverên Metînayê baregehên artêşa Tirk a dagirker hene. Kanîmasî li bakurê Metînayê, Batufa li bakurê rojava, li başûr Bamernî û li bakurê rojhilat jî Şêladize heye. Li vê derê tabûrên leşkerî hene ku bi hezaran leşker tê de ne. Çima li vir pêdiviya me bi baregehên leşkerî yên mezintir heye? Bi rastî jî em dikarin vê nirxandinê bikin. Beriya niha operasyona li Şengalê hatibû rojevê. Xuya ye mijara operasyona ji bo Şengalê ne meseleyeke ew çend hêsan e. Di lîstikê de gelek dînamîkên din jî hene. Ev dînamîk di serî de YBŞ, hêzên YJŞ û civaka Kurdistanê ne. Rojava li aliyê din dînamîkeke girîng e. Rojava erdnîgariyek e ku di rizgarkirina Şengalê de rol lîstiye. Şervanên YPG-YPJ'ê di rizgarkirina vî cihî de rol lîst, şehîd dan. Wê heman hêz li pêşberî êrişan bê deng bimînin?

Li aliyê din Iraq di vî warî de faktoreke girîng e. Dîsa hêza bi navê Heşdî Şabî heye. Lazim e ew hêz li ber çavan bê girtin.

Ji ber ku yek ji armancên herî stratejîk ên dagirkirna Şengalê ew e ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de korîdorekê veke, heta Şengalê dirêj bike, Rojava û Başûrê Kurdistanê ji hev veqetîne. Bi vî rengî ji bo ku gerîla li çiyayên Kurdistanê asê bike. Heke bingeha berê bê avakirin, ez difikirim ku wê li ser sêgoşeya Metîna, Garê û Heftanînê be. Ev yek dê bi rastî jî çavtirsandina vê herêma navbeynkar ji bilî çiyayên Rojava û Kurdistanê bike, tevî ku bi qasî Şengalê rolê nalîze jî. Armanc dike ku gerîla û YPG-YPJ, hêzên şoreşa Rojava ji hev cuda bike. Metîna navendeke stratejîk a bajarên mezin ên Başûrê Kurdistanê ye. Heta Amêdî û Zaxo jî wiha ne. Bi vî rengî dê Tirkiye zextê li van erdnîgariyan bike. Di warê dagirkirina Kurdistana Başûr de dê bi vî rengî parçeyê mezin ê pasteyê bê birîn. Di wî alî de bi Metînayê re eleqedar dibin. Dikarin li vir baregehekê ava bikin? Gerîlayên Kurdistanê dê destûrê bidin vê yekê? Ev ne hêsan e.

Wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar qebûl kir ku wan li hember gerîla zehmetiyeke mezin kişandiye. Bi vê îtirafê re bi çi peyam hatiye dayîn?

Hulusî Akar ji Erdogan an jî Suleyman Soylu bêhtir rewşa li ser erdê nas dike. Agahiyên ji qadê, nahêlin mîna Suleyman Soylu, mîna Erdogan zirtan bike. Di vî warî de divê baldarî  li ser gotinên Akar hebin.

'ARTÊŞA TIRK LI HEMBERÎ GERÎLA ASÊ BÛ’

Heke Navenda Ragihandinê ya HPG'ê an jî PKK'ê li şûna Akar ev daxuyanî bida, dibe ku hin ji wan bi çavsorî lê binêrin. Hin hêzan dikarîbû bêhtir manîpule bikin. Hulusî Akar jî heman daxuyaniyên birêz Murat Karayilan û rêveberên PKK'ê erê kirin. Ji destpêka operasyona dagirkirinê û vir ve birêz Karayilan got, qonaxa yekemîn bi têkçûnê bi encam bûye. Mîna Garê serkeftineke girîng a gerîla heye. Li Avaşînê asê mane.

Li Zap, Bêavî, li gire Şehîd Mûnzûr asê mane. Daxuyanî jî pejirandineke zelal a vê yekê bû. Dewleta Tirk a ku xwe serbilind dike ku yek ji mezintirîn artêşa xurt a NATO'yê ye, li xwe mikur hatiye ku tevî hemû teknîkan jî li pêşberî hêza gerîla bê çare ye. Dewleta Tirk bi dehan teknîkên xurt ji ber van sedeman ji hebûna teknîkeke bi vî rengî poşman bû. Çima bi vî awayî nêzî rewşê dibin? Nîşan dide ku ji bo wan hin tişt baş derbas nabin. Hulusî Akar rastî eşkere kiriye.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker ji bejahiyê ve nikare li dijî gerîla bi pêş ve here, wekî salên borî bi balafirên şer bombeyan li herêmê dibarîne, li herêmê nîşaneyên bikaranîna çekên kîmyewî hene. Ev rewş divê çawa bê nirxandin?

‘AMADEKARIYA GERÎLA TÊRÊ DIKE KU TEKNÎKA WAN A GIRAN TÊK BIBE’

HPG bi daxuyaniyên xwe yên ji destpêka şer ve bi berpirsyarî li hemberî raya giştî re tev digere. Tiştek heye ku li derveyî rêziknameya şer û şer tê bikaranîn. Li gorî agahiyên gerîla, artêşa Tirk nekarî bikeve nava refên gerîla yên li Avaşînê û koma yekemîn hatiye têkbirin. Piştre ekîbeke alîkar hat şandin. Her wiha ji aliyê leşkerên profesyonel ên gerîla ve ku bi dizî dest li tunelên şer werdan, hatin gulebarankirin. Li wir windahiyên mezin dan. Koma sêyemîn, koma çaremîn, koma pêncemîn… Her tim guhertin pêk anîn. Dema ku encam negirtin, dest bi teknîka giran kirin.

Gerîla jî xwedî rêbazeke bi vî rengî ya berxwedanê ye. Dema ku ji van encamê nestîne heta gazên jehrî jî bi kar tîne. Ji semptomên gerîla yên vê gazê bandor lê kiriye, ji reaksiyonên zindiyên li wir, ji reaksiyona xwezayê, ji guhertinên li heywanên mirî, ji rewşên ku derdiketin holê, ev yek tê dîtin.

Tirkiye gelek caran serî li rêbazên bi vî rengî (bikaranîna çekên kîmyewî) dide. Me ji nêz ve dît ku Tirkiye ji bo qirkirina Kurdan û înkara wan çêbûye. Me dît ku êrişên bi vî rengî ne tenê li çiyayên Kurdistanê, di şoreşa Rojava de jî pêk tên. Ez zelal bêjim; heke Tirkiye xwedî bombeya atomê yan jî çeka nukleerî bûya, Heke şert û mercên wê bidîtana dê li dijî tevgera PKK'ê, li dijî civaka Kurd bi kar bianiya. Ji bilî teknîka giran, ev cure gazên kîmyewî û çekên cuda tên bikaranîn.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan da xuyakirin ku çeteyên ji Sûriyê anîne jî di êrişên dagirkeriyê de bi kar tînin. Gelo armanc tenê şerê li dijî gerîla ye yan armancên wê yên stratejîktir hene?

Mîna çekên kîmyewî, dewleta Tirk firsend heye ku van komên çete li tevahiya cîhanê bi kar bîne. Li gel krîza xwe ya aboriyê çima ew çend desteka aborî bide van çeteyan? Lewma hesabên van hêzan hene. Ma li Azerbêcanê li dijî Ermenistanê nehatin bikaranîn û neşandin Qafqasyayê? Ma van çeteyan li dijî gerîla bi kar nayne? Dê teqez bi kar bîne. Ji aliyê Tirkiyê ve tên bikaranîn. Ev çete ne tenê li çiyayên Kurdistanê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî li dijî gelê Kurd, li dijî HDP'ê tên bikaranîn. Di lîncên cuda de jî tên bikaranîn.

'ARMANC EW E KU ÇETEYAN LI XAKA KURDAN BI CIH BIKIN'

Ji zimanê ku van çeteyan di ragihandinên bêtêlan de bi kar dianî, dîsa tê gotin ku hêzên biyanî û yên din ku ne leşkerên Tirk in û ne jî pêşmerge ne, li Başûrê Kurdistanê li gel agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtine, hatine şandin. Ji van çeteyan re soz hatiye dayîn. Di şer de ne tenê wek robot tên bikaranîn. Heke ev der wek herêmên tampon tên bikaranîn, armanca dewleta Tirk a guhertina vê demografiyê heye. Heke ev êrişên dagerkerî pêk tên, bi taybetî desthilatdar û gelê Başûrê Kurdistanê divê vê yekê bizanin; dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê van komên çete ve û guhertina demografiya wê, dê di rojevê de be.

Heke Tirkiye bi vî rengî fatureyeke erzan hebe, wê çima leşkerên xwe yên li wê derê bi cih bike? Çima ev hêza ku lêçûna wê kêm e, naşîne? Ji ber van sedeman Tirkiye van hêzan bi rengekî ku demografiya Kurdistanê biguherîne, bi kar tîne. Di operasyonên heyî de bi rengekî çalak sûdê ji van hêzan distîne.

Rayedarên Başûrê Kurdistanê û hikumet li hemberî êrişan bê deng in. Li dijî êrişên dagirkeriyê helwestên van hêzan çawa ne?

Hevkariya PDK'ê ya di van êrişan de pir zelal e. Carinan yekser tev li êrişên dagirkeriyê dibe, carinan jî rêberiyê ji leşkerên Tirk re dike û bi vî awayî ji dagirkirinê re rê vedike.

Dibêjî tu hikumeta Başûrê Kurdistanê yî. Tu dibêjî li vir rêveberiyek heye. Dema ku armanca dewleta Tirk ewçend zelal e, planeke xwe ya ji bo dagerkirina herêmê û guhertina demografiyê heye, di heman demê de dijberiya wî ya li referanduma serxwebûnê zelal e û armanca wê ya ku Başûr din ava Turanîzmê de ye, çawa qebûl dike? Heke dewleta Tirk bigihîje armancên xwe dê Kurdistaneke ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bikarin qezencê li ser bikin, dê tune bibe.

Rîsk ew çend giran e. Çi ye ku bi dewleta Tirk re ew qasî hevkar bin? Wê demê divê li ber xwe bidin û vê yekê ji civaka Kurdistanê re raber bikin. Di têkiliya xwe ya heta roja îro de çi kir ku ew polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li hev bikin? Divê vê yekê ji civaka Kurdistanê re rave bikin. Divê vebêjin. Dewleta Tirk bi MÎT, leşkerên xwe, bi rêxistinên xwe yên kontra yên di bin navê şîrketan de ketin nava Başûrê Kurdistanê.

Ji aliyê îdeolojîk ve xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kirin. Di dawiyê de ev tê wateya dagirkirina Kurdistanê. PDK ji ber ku ji gelê Kurd ditirse, bi Tirkiyê re zêde vekirî tev digere. PDK naxwaze bertekên gel derkevin. Ji ber vê jî bi hin peymanên veşartî, hin nêzîkatiyên provokatîf û carinan jî bi cilên artêşa Tirk li xwe dike û rê dide wan, dikare bibe hevkarê vê operasyonê.

Agahiyên ku em ji çavkaniyên herêmî werdigirin, vê nîşanî me didin. PDK'ê beriya niha jî mîna alîgirekî xwe dest bi dagirtina herêmên dagirkirî kir. PDK herêmên din qut dike, diyar dike ku Tirk xwe nagihîninê. Xetên rê qut dike. Bi vî rengî dibe parçeyek ji plana afirandina herêma tampon û dagirkirna Kurdistanê.

‘GERÎLA LI BER XWE DIDE’

Li Garê dewleta Tirk têk çû. Ev berxwedan li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û herêmên din didome. Li hemberî van êrişên teknîk û yên bi alîkariya NATO'yê tên kirin, cenabê te berxwedana heyî çawa dinirxîne?

Hemû operasyonên Tirkiyê yên li dijî PKK'ê, li dijî civaka Kurd, li dijî gelê Kurd, hemû ji aliyê NATO'yê ve tên destekkirin. Tirkiye bêyî şirîkatiya xwe tu gav neavêtine. NATO heta astekê xwedî kontroleke zelal e. Wek hêza NATO'yê DYA jî xwedî kontroleke zelal e.

Tevî van hêzan jî rastiyeke gerîla ya li ber xwe dide, heye. Ev yek berxwedana gerîla, serkeftina wê, serkeftineke gelekî mezintir, berxwedaneke gelekî mezintir dike. Gerîla ne tenê şerê dewleta Tirk dike. Li ser navê aliyên siyasî yên Kurd wek nûnerên wan li ber xwe dide. Bi rêyên girîng li ber xwe dide. Wek hêzeke îdeolojîk li ber xwe dide.

Lewma Garê berxwedaneke mezin e, serkeftineke dîrokî ye. Dewleta Tirk bi vî rengî hewl dide têkçûna Garê binixumîne. Rewşa li Garê, li herêmên din diqewime. Li hemberî gerîlayên Kurdistanê tu hêz bi operasyoneke leşkerî şensê we yê serkeftinê nîn e. Gerîlayên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metînayê li ber xwe didin..

Berxwedan sedema hebûna gerîla ye. Bi dîtina min, gerîla dê serkeftinên mezintir bi dest bixe. Ya ku ji xwe tê kirin jî ev e. Artêşa Tirk derbên giran xwarine. Hêza gerîla ya li wir li ber xwe dide, navenda gerîla ya ku vî şerî bi rê ve dibe, herêmê nas dike. Dizane çawa û ji ku derê bi dest dikeve. Dizane li ku derbê li dewleta Tirk bide û çawa lê bide. Gerîla amadekariyeke xwe heye. Ew amade ye, rewşê dizane. Ji ber vê yekê serkeftinên mezin bi dest ve tîne.

"Rêbaza heyî şaş e. Li wir şer heye, gerîla li ber xwe dide, ev operasyon şaş in, bila muzakere çêbin"… Ev gotegotên wiha hene. Divê civaka Kurd, gelê me yê welatparêz xwe bi vî rengî teswîr neke. Ev retorîk nîşan dide ku mezinahî û cidiyeta konsepta operasyonê nayê fêmkirin. Divê Kurdistan bê parastin. Em bi qirkirina Kurdan re rû bi rû ne. Yekane rojeva hêzên demokrasiyê ya hemû hêzên Kurd divê mil bide milê têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê. Tenê bi vî rengî dikare li hemberî vê dagirkeriyê li ber xwe bide. Senaryoyên xerab li benda gelê Kurd in heya ku li hemberî êrişa tevkujiyê berxwedanek nesekine. Divê mirov nebêje “tiştek nabe”.

‘KONSEPTA HEYÎ BERDEWAMA PLANA HILWEŞANDINÊ YE’

Ev êriş qonaxeke konseptê ye. Divê em vê pirsê bikin; heke Avaşîn, Zap û Metîna bê girtin, wê demê çi dibe? Divê em bi vî rengî li vê rewşê binêrin. Tirkiye dema ku van deran dager bike dê raweste? Em difikirin ku Tirkiye li vir bisekine? Na, Tirkiye heta ku ji dest tê wê Kurdistanê dagir bike û qirkirina Kurdan temam bike. Wê hebûna Kurdan ji holê rake. Dibe ku nikare tevahiya civaka Kurd tasfiye bike, lê belê Kurdên ku bi rûmet şer dike, kirine hedef. Planên komkujiyê ne. Piştî tesfiyekirina hêzên ku li ser navê kurdîtiyê li ber xwe didin, dê kurdîtî jî tune bibe.

Konsept bêguman berdewama "plana hilweşadninê" derketiye holê. Niha jî ji sînoran derbas bûye.  Dixwazin çiyayên Kurdistanê, gerîlayê ku hêviya hêzên demokrasiyê ye di nava sînorên Tirkiyê de, tune bikin. Êrişî hêviya me ya dawîn dikin. Ew rastî ye. Hemû mekanîzmayên ku li Tirkiyê li ber xwe didin, civaka Kurd jî di nav de, ji niha ve di bin êrişê de ne. Ya ku mayî jî gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê ye û wek yekane hêviya serkeftinê li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ye.

PKK wekî hêviyekê heye. Civaka Tirkiyê her ku diçe ji vê yekê nas dike. Hemû civaka ku bûye qurbaniyê faşîzma AKP-MHP'ê her ku diçe îqna dibe.

Heke Avaşîn, Zap û Metîna werin dagirkirin, tenê hinek dem lazim e ku Kurdistana Başûr bi temamî were dagirkirin. Dewleta Tirk xwe li gorî vê amade kir. Divê tu kes xwe nexapîne û heke gerîla li ber xwe nede, dewleta Tirk bi talîmateke bi tenê hemû hêzên xwe li herêma Başûr çalak dike û di nava hefteyekê de Başûrê Kurdistanê dagir dike. Ev zelal e. Ev amadekarî bes e. Bi vê derê ve ne sînordar e. Ji vê jî wêdetir Rojava heye, Îran heye. Em bi faşîzma AKP-MHP'ê re rû bi rû ne ku dixwaze bi qasî ku konjonktur destûrê dide û bi qasî ku ji destê wê tê, êrişa xwe ya li ser Kurdan zêde bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bzmmvHnU0Yg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>