Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a kantona Qamişlo Cewahir Osman diyar kir ku hewldanên wan ên lidarxistina diyalogên bi hikumeta Şamê re, pêk nehatin. Lê dîsa jî têkildarî aloziya Sûriyê ew pabendî çareseriya aştiyane ne.
ROJANE
Li Minbicê akademiyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hate vekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li Minbicê bi merasîmekê akademiyeke nû ya bi navê Şehîd Şeiban Mihemed Yûsif vekir.
Li Qamişlo meşeke girseyî li dijî sûcên dewleta Tirk li dar ket
Bi dirûşma"Em ê rihê berxwedanê bilind bikin û Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" îro şêniyên bajarokê Tenûriyê yê Qamişlo bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şmerzar kirin.
Şêniyên Efrînê: Em ê heta rizgarkirina Efrînê berxwedana xwe berdewan bikin
Şêniyên Efrînê meşeke girseyî bi armanca berdewam berxwedan û têkoşîna heta rizgarkirina Efrînê ji qirêjiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dar xist. Şêniyan piştrast kir ku dê 2021 bibe sala serkeftinê li dijî hêzên kapîtalîst ên ku hewl didin pergala neteweya demokratîk têk bibin.
Cenazeyê şehîd Xalid li goristana şehîdan a Helebê hat veşartin
Bi sedan şêniyên bajarê Helebê cenazeyê endamê fermandariya YPG’ê Xalid Reşîd ku di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû, spart axê.
Şêniyên Reqayê banga bidawîkirina dagirkeriyê û vegera koçberên Efrînê kir
Ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê ku ket sala 3`yemîn, bidawîkirina dagirkeriyê û misogerkirina vegera koçberên Efrînê ji warê wan re, îro Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Reqayê bi dirûşma “Efrîn di dilê me de ye” xwepêşandanek li dar xist.
Parlamenterekî Iraqê: Herêma Kurdistanê di bin gefa êrişên Erdogan de ye
Parlamenterê Iraqê Eyûb Rebî li ser hebûna baregehên dewleta Tirk ên li xaka Iraqê hişyarî da û got “Tirkiye amadekariya êrişeke mezintir a li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.”
Îlham Ehmed û El-Mehbaş siyaseta hikumeta Şamê rexne kir
Îlham Ehmed û Ebid Hamid El-Mehbaş tekez kir ku israra hikumeta Şamê di hişmendiya xwe ya paşguhkirinê, dagirkirina Tirkiyê ya daîmî, siyaseta hikumeta Amerîkayê ya ku dema erka wê bi dawî bûye, hişt ku alozî dirêj bibe.
Şêniyên Tirbespiyê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê 11 şehîdên ku di dem û dîrokên cuda de, di meha Çileyê de şehîd bûne, bi bîr anîn.
Çalakiya konvedanê li Qamişloyê didome
Di roja 7`an de çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi beşdarbûna şêniyên navçeya Girkê Legê, Çilaxa û endamên Partiya Yekitiya Suryan didome.
Artêşa Tirk a dagirker li Sûriyê nuqteyeke din ava kir
Artêşa Tirk a dagirker li Sehil Xab a bakur rojavayê Hemayê nuqteyeke leşkerî ya nû ava kir.
SOHR: Hikumeta Şamê hejmara rastîn a pêketiyên koronayê vedişêre
SOHR'ê ragihand ku li herêmên hikumeta Şamê danyên pêketiyên koronayê zêde dibe, her wiha di çend rojên dawîn zêdeyî 22 hezar û 300 kes bi koronayê ketine û zêdetirî hezar û 175 kes mirine.