Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşma "Ji hemû cureyên tundiyê re ku civakê dike arman em dibêjin na" komxebatek li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist.
JIN
Hevserokatî…rêya serkeftina jinan di siyasetê de
Di demekê ku li welatên herî pêşketî yên cîhanê beşdarbûna jinan di qada siyaset û dayîna biryaran de, tenê şekilî ye, beşdarbûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadan de, di asteke stratejîk de ye.
Meclisa Jinan a Sûriyê: Divê dewleta Tirk ji axa Sûriyê derkeve
Meclisa Jinan a Sûriyê bang li saziyên civaka navneteweyî kir ku piştgiriya gelê Sûriyê bikin da ku sînorekî ji gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker re deynin û artêşa Tirk a dagirker neçar bikin ku ji xaka Sûriyê derkeve.
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê sûcên li Efrîn belge kirin
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a li Sûriyê eşkere kir ku bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li Efrînê 66 jin hatine qetil kirin, zêdetirî 149 jin hatine revandin, 178 jin jî di îşkence û destdirêjiyê re derbas bûne.
Dayika Samir bi pîşeya ku ji dapîra xwe wergirtiye, nexweşan derman dike
Dayika Samir pîşeya dermankirina nexweşan a bi giyayan ji dapîra xwe wergirtiye û bi wê pîşeyê malbata xwe xwedî dike.
Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê panelek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist
Bi diruşma "Na ji tundiya li dijî jinan re, em ê teqez bi ser kevin", Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê panelek li dar xist, tê de şêweyên tundiyê li dijî jinan di civakê de pêk tên û rêbazên bidawîkirina wê, nîqaş kirin.
KJK: Jin hêza sereke ya têkoşîna li dijî pergalê ye
Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK'ê diyar kir ku kuştinên siyasî yên li dijî jinan zêde bûne û bang li jinên li tevahiya cîhanê kir ku karekî hevpar û têkoşîneke bi hev re bimeşînin.
Kongreya Star: Em ê têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê bidomînin
Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera sêyemîn a êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê got:"Em soz didin ku asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin da ku em Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, destkeftiyên şoreşê û ewlehiya Rojava biparêzin."
‘Rêjeya sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên, ji ya belgekirî zêdetir e’
Rêxistinên jinan piştrast kir ku asta sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, ji asta ku rêxistinên hiqûqî yên li wir çalak in, belge kirine, zêdetir in. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku komîteyên lêpirsînê ji bo belgekirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin, bişînin wan herêman.
Netewî Xemgîn: Tekane rêya li ber dewleta Tirk, qebûlkirina daxwazên Leyla Guven e
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgin girtina Leyla Guven ji hêla dewleta Tirk ve, şermezar kir û got "Îro, heke dewleta Tirk a faşîst nikare tehemulî vîna jinan a bi pêşengiya Leyla Guven bike, ji ber ku ew şopdara Sara, Zîlan, Leyla, Bêrîtan û xeta azadiya jinan e."
'Divê civaka navneteweyî gavên berbiçav li dijî dagirkeriya Tirk biavêje'
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir ku dest bi gavên berbiçav ên li dijî dagirkeriya Tirk bike.
Tevgera Jinên Komunîst: Hêzên emperyal destekê didin êrişên dewleta Tirk
Tevgera Jinên Komunîst a Şoreşger li kantona Hesekê û Kobanê banga têkoşîna li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kir.