NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê derbarê dateyên çalakiyê de ev daxuyanî da:

ʺDi çarçoveya çalakiyên ku Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li dijî çeteyên Tirkiyê lidar dixe de û piştî şopandina çeteyekî Sultam Mûrad li herêma  Ezazê, şervanên me di 24`ê Tîrmeha 2018`an de kemînek ji wî çeteyî re vedan. Kemîn dema ku çete bi motorsilkêt li ser rêya gundê Hercel re derbas dibû, pêk hat. Hêzên me çete hedef girtin û ew kuştin, her wiha çeka wî ya kilanşîkov jî bi dest xistin. Ev çalakî bi dîmen hate belgekirin.

Em careke din tekez dikin ku em li her cihê ku zilim li ser gelê me tê meşandin, li wê derê ne. Em soz didin her kesê ku destê wî di dagirkirina Efrînê de heye û mal û milkên Efrînê dizîn û heqaret li gelê wê kir, ew ê hesabekî tûnd ji wan bixwazin. Me wekî soz dayî we tiştên tên mezintire, Efrîn sebir bike, tolhildan tê.ʺ

(kc)

ANHA