Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Srûiyê bi Komîteya Amadekarê turnuvaya futbolê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.
Hevserokatiya Desteya Ciwanê û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Mehe Mihemed û Mehmûd El-Beşîr, endamên komîteyê yên ku nûnertiya komîteyên werzîşê yên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, tev li civînê bûn.
Di civînê de beşdaran amadekariyên destpêkirina turnovayê yak u tê payîn di çend rojên pêşiya me de destpê bike, nîqaş kirin. Her wiha roja 30`yê Cotmehê ji bo destpêkirina turnovayê hate diyarkirin.
Wê 14 tîmên futbolê ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de tîmên Serêkaniyê û Girê Spî tev li turnovayê bibin.
Li gorî hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser, maça yekemîn dê bi sponseriya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li stada Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê lidar keve.
Desteya Ciwan û Werzîşê amdekariyên gelek çalakiyên werzîşî mîna satranc, lîstokên bedenî, voleybol û basketbolê dike. Ev çalakî dê di dema bê de li dar kevin.
(şx)
ANHA