Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend rojan dest bi avakirina baregehên leşkerî li navçeya Cindirêsê kir.
Ev kiryarên Tirkiyê ji bo sepandina dagirkeriya ku ji Adara 2018’an ve dest pê kiriye, pêk tên.
Baregeh li ser rêya di navbera Cindirês û gundê Til Silorê li hember benzînxaneya gund de ye. Her wiha li derdorê dîwareke bi bilindahiya 3 metre lê kir.
Ev ne baregeha dewleta Tirk a yekemîn li kantona dagirkirî ye. Tirkiyê gelek baregeh li rex lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê ji Sûriyê jî ava kirin. Ev jî îşaretê pê dike ku niyetên Tirkiyê yên parçekirina xaka Sûriyê hene û tev li xaka xwe bike.
Ji aliyekî din ve jî artêşa dagirkeriya Tirk girê şûnwarî yê li navçeya Cindirêsê kola û li şûnwarên digere.
(fr)
ANHA