Vê sibehê, duyemîn konferansa Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi çanda jina azad û tevna hunera şoreşê, em ê dagirkeriyê têk bibin” bi tevlêbûna 150 delegeyan ji herêmên Cizîr, Firat û Efrînê li navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.
Di konferansê de, mêvanên hazir axivîn, rapora salane ya tevgerê hate xwendin, rewşa rêxistinî û rola wê di civakê de û pirsgirêkên ku rastî kar hatiye, hatin nîqaşkirin.
Di berdewama konferansê de, rêziknameya tevgerê hate erêkirin. Navê tevgerê hate guhertin û bû “Tevgera Çand a Jinan a Tevgera Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” û meclisek ji 42 delegeyan hate avakirin.
Biryarên ku di dawiya konferansê de hatine girtin:
1-Tevgera Kevana Zêrîn li dijî qirkirina çandî, civakî û modernîteya kapîtalîzmê têdikoşe û çanda modernîteya demokratîk û jiyana hevbeş a azad ava dike.
2-Tevgera Kevana Zêrîn li dijî tevahiya cureyên êrişan li ser welatan û gelan bi rêya giyana netewperwerî disekine û nixên çanda gelan bi rêya çand, wêje û hunerê diparêze.
3-Tevgera Kevana Zêrîn tevahiya çalakiyên xwe yên hunerî û çandî wek rêyek ji bo pêşxistina şoreşa û xweparastinê dibîne.
4-Tevgera Kevana Zêrîn gelek çalakiyên hunerî û çandî li dar dixe da ku girêdana bi ax, welat û vegera wî xurt bike.
5-Vekirina navendên Tevgera Kevana Zêrîn li herêmên ku lê tune ye bi taybet gundan, ji bo ku komîteyan lê ava bike.
6-Destpêkirina perwerdeyên stûdyoya navendî û xebitandina wê.
7-Zêdekirina xweşikiya welat, bajar, bajarokan, gundan û taxan bi zihniyeta çanda jinan û avakirina projeyên wêjeyî di cihên guncew de.
8-Perwerdekirina zarokan li tevahiya navendan bi awayekî birêxistinkirî.
9-Lidarixistina çalakiyên hunerî û çandî ji bo balkişandina ciwanan û dûrxistina wan ji komployên kapîtalîzmê.
10-Birêxistinkirina tevahiya hunermendên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn. Orgenîzekirina komxebatên hevbeş li ser bingeha çanda neteweya demokratîk û orgenîzekirina çalakiyên hunerî.
11-Orgenîzekirina çalakiyên hunerî yên taybet ji hevjînên şehîdan.
12-Pêşxistina projeyên hunerî û çandî.
13-Pêxistina projeyên madî û aborî yên taybet bi tevgerê, da ku tevger rêgeza debarkirina madî bi dest bixe.
14-Pêşxistina têkiliyên dîplomasî bi tevahiya aliyên çandî yên navneteweyî û li ser asta Rojhilata Navîn, da ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin nasîn û berdewamiya wê dabîn bikin.
15-Komkirina tevahiya berhemên çanda gelêrî û birêxistinkirina tîmên taybet ên temen mezinan.
16-Vejandina cilûbergên Kurdî bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda bi pêşengiya navenda Kevana Zêrîn.
(şx)
ANHA