Çavkaniyan diyar kirin ku di dema destpêkirina xwepêşandanan li ser sînor de ji aliyê Sûriyê ve deriyê sînor ê Bab El-Hewa" û hemû rê hatin girtin. Dîsan jî bendên çemento li deriyê têketina Babê El-Hewayê hatin dayîn. Li gorî malpera El-Erebiyê, rêveberiyê derî gotin ji aliyê rêjîmê ve derî nehatiye girtin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku pişta banga çalakgeran a ji bo xwepêşandanan ji saetên sibehê ve tevgera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li herêmên nêzî sînor zêde bû û li bendên kontrolê û rêyên ber bi Bab El-Hewa belav bûn.
Çavdêriyê diyar kir çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li ser rêyên Sermeda, derdora Dana, derdora kompên Kerama û Etmê yên bakurê Idlibê ku li ser sînor e û bi Lîwa Îskenderon re ye bendên kontrolê danîn û rêyên Etma, Sermeda û Babesqayê yên diçin Bab El-Hewayê bi awayekî demkî girtin. Her wiha destnîşan kir ku ji bilî rêya ji bo derbasbûna ambulacê rêya diçe nexweşxaneya Bab El-Hewa jî girtin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku bi dehan kes li qada Bab El-Hewa ya bakurê bajarokê Sermeda kom bûn, alên şoreşa Sûriyê hilda bûn. Li beranberî wî çeteyên Tirkiyê tevgera ewlehiyê xurt kirin û nehiştin ku xwepêşandarê ber bi xeta sînor ve pêşde biçin.
Li gorî heman jêderê, cerdevanên Tirk gaza îsotê û agir zindî li xwepêşanderan reşandin.
Hefteya derbasbûyî, li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi hezaran kes xwepêşandan li dar xistin û daxwaza vekirina deriyên sînor kirin. Xwepêşandarên wêneyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan şewitandin û dirûşmên li dijî artêşa Tirk û komên çete avêtin.