Îro sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbic Besam Nimir (Esed Egîdat) ê bi eslê xwe ji bajarê Humisê ji nexweşxaneya Firat wergirtin û bi kerwanekê ber bi goristana şehîdan ketin rê.
Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî pêk hat. Paşê bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandar Ebdilrehman Benawî axivî û wiha got: "Em ser saxiyê ji xwe û malbatên şehîdan re dixwazin."
Benawî got ku ew îro gulekê di parka şehîdan de diçînin, ên ku bi rihê xwe xaka û welat ji terorê rizgar kirin.
Fermandar Ebdilrehman soza şopandina rêyan şehîdan da.
Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semer El-Casim wiha got: "Şehîd stêrkên ku rêya gelan ronî dikin û gotin têra lehengiya wan nake."
Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê serokê Komîteya Karûbarên Olî Elî El-Cemîlî axivî û îşaret bi rola şervanan di parastina ewlehî û aştiya welat de kir.
Elî wiha got: "Em hêza xwe ji şehîdan digrin û jiyaneke hevpar û birûmet dijîn."
Piştî dawîbûna axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wê kir.
Cenazeyê şehîd Besam di nav tilîliyên dayîkan de li goristana şehîdan hate veşartin
(jo)
ANHA