Bi nêzîkbûna salvegera 3’emîn a rizgarkirina bajarê Minbicê , şênî kêliyên zulm û sûcên çeteyên DAIŞ‘ê yên li dijî sivîlan bibîr tînin. Ji wan sûcan serpêhatiya kuştina du hevjînan Ebdulwehab û Riwedya ye.
Her du hevjîn Riweyda El-Şehûd û Ebdulwehab El-Ehmed ji bajarê Minbicê ne û kesên ku kiryar û fermanên çeteyên DAIŞ‘ê qebûl nedikirin. Lewra bûne hedefa çeteyan û di dîroka 24‘ê Tîrmeha 2016‘an de bi awayekî hovane hatin kuştin.
Dayika Ebdulwehab El-Ehmed, Munîfa El-Abdullah kêliyên kuştina kurê xwe wiha bibîr tîne: "Dema min dengê fişkan bihîst ez ji mal derketim. Min dît ku çeteyan mal dorpêç kiribûn û di bin gefa kuştinê de ji min xwestin derbasî mal bibim."
Dayika Munîfa destnîaşn kir ku çeteyên DAIŞ‘ê, şênî tewanbar dikirin ku ferman û qanûnên wan pêk nayînin û got: "Çeteyan her şev li malên sivîlan direşandin û ew bi kifrê tewanbar dikirin."
Têkildarî kuştina kur û hevjîna wî, dayika Munîfa wiha got: “Çeteyan bi şev kurê min Ebdulwehab û hevjîna wî revandibûn. Di saetên destpêkê yên siheba de min cenazeyên wan dîtin. Me cesaret nekir ku bipirsin çima hatine kuştin. Ez bi kurê xwe û hevjîna wî serbilind im. Ji ber ku qebûl nekir xwe radestî kiryarên çeteyan bikin. Sûcên çeteyan bandoreke neyinî li me kir, lê bi rizgarkirina bajêr me nefesa azadiyê stand. Em ê mil bi mil bajarê xwe ji nû ve ava bikin."
(bb/bm)
ANHA