ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Gefên Tirkiyê hişt ku hevgirtina di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de xurttir bibe ku bersiva êrîşan bidin. Her wiha hişt ku israra yekbûna gelên Sûriyê ji Ereb, Kurd û Suryan pêk were.

Rûspiyên eşîrên Ereb ên bajarê Hesekê ku beşdarî çalakiya li dijî gefên Tirkiyê bûne, der barê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Yek ji nûnerên qebîleya El-Cebûr Ekrem Mehşûş destnîşan kir ku hemû eşîrên Ereb gefên ku Tirkiyê li ser herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, şermezar dikin û wiha got: "Eşîrên Ereb destwerdanên dagirkeran di herêmên xwe de red dikin û êdî xuya ye ku ev gefên hemû pêkhateyan dikin hedefa xwe. Em jî wek eşîr, em ê li kêleka şervanên ku em ji tarîtiya dijmin xelas kirin, bisekinin."

Li aliyekî din jî Cuma Hesen ji eşîrên Hîbil diyar kir ku çi dibe bila bibe ew dev ji Sûriyê bernadin, ji ber ku Sûriyê welatê wan e û gelê Sûriyê yek e û wiha domand: "Em amade ne ji bo welat û gelê xwe her tiştî bidin. Bila berpirsên Tirkiyê bizanin ku çi bibe, gef û komployên dagirkirina xaka Sûriyê ew dev ji welat û gelê xwe bernadin, heta em dijîn yek leşkerê Tirkiyê nakeve xaka me."

Der barê mijarê de yek ji rûspiyên eşîra El-Cebûr Tirkî Mendîl da xuyakirin ku gefên Tirkiyê li ser herêmê nû nîn in, ji ber ku ji berê ve dixwest bikeve Sûriyê û wiha dewam kir: "Gefên wê ji berê de hatibûn plankirin, ev gef ne tenê Kurdan dikin armanca xwe, ew hemû pêkhateyên herêmê dike armanc.”

Mendîl wiha got: "Eşîrên li herêmê van gefan bi tundî şermezar dikin û destwerdanên ji derve di Sûriyê de red dikin. Em teqez dikin ku gelê Sûriyê hevgirtî ye û cihê dagirkeran di nava me de tune ye. Ketina hêzên li herêmê dê komkujiyê der heqê sivîlan de çêke." 

Di dawiya axaftina xwe de Mendîl teqez kir ku eşîrên Ereb nahêlin dagirkeriya Tirkiyê bikeve xaka wan û bang li civaka navneteweyî dikin ku helwesta xwe der barê gefan de nîşan bidin.

(jo)

ANHA