Hemû pêkhateyên civakê û aliyên siyasî nerazîbûna xwe li dijî gefên Tirkiyê yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan didin. Der barê mijarê de rûspiyên Ereb li herêma Cizîrê bang li şêniyên herêmê kir ku li pêşiya gefên Tirkiyê bibin yek.
Şêx Tirkî Hemze El-Mendîl berdevkê fermî yê eşîra El-Cebûr û Komîteya Rûspiyên Til Birak, wiha got: "Em wek rûspiyên herêmê li Til Birak, Til Hemîs û Holê gefên Tirkiyê yên li ser sînorê Sûriyê şermezar dikin."
Şêx Tirkî Hemze El-Mendîl îşaret bi girîngiya zelalkirina helwestên civaka navneteweyî li hember gefên Tirkiyê ji ewlehiya wan re kir û wiha got: "Tirkiye û hevkarên wê hewl didin Sûriyê parçe bikin, em vê yekê qebûl nakin û dagirkeriya Tirkiyê û gefên wê yên dubare qebûl nakin."
El-Mendîl wiha dewam kir: "Em wek rûspiyên herêmê qebûl nakin tu dewletek bikeve axa me û gefan li ewlehiya me bixwe, em ê di refan de yek bin û bersiveke baş bidin, ji ber ku welat welatê me ye."
Ehmed El-Şetî yek ji rûspiyên eşîra Şemer jî wiha got: "Em wek gel, cih û serdestiya me heye. Çima Tirkiye destdirêjiyê li axa me dike? Çima civaka navneteweyî bê deng e?"
El-Şetî bang li hemû rûspiyên eşîrên herêmê kir da ku li dijî gefan bibin yek.
(jo)
ANHA